|
"Forum Diyarbekîr" a 120 mîlyon dolarî di 2009'an de dê bikeve xizmetê
06 Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin:09:23:01 (GDK)
DIYARBEKÎR,
bakurê Kurdistanê -- Kargeha “Forum Diyarbakýr” ku li herêmê kargeh û
projeyeke herî mezin e, bi merasîmek dest biçêkirinê hat kirin. Di merasîmê
de çêkirina û pêkanîna proje û kargehên weha ji bo kêmkirina betaliya
mirovan û pêþketina civakê girîng hat nirxandin.
Hîmê Kargeha “Forum Diyarbakýr” ku dê li ser 55 hezar metreçargoþe û li
derveyê bajêr bê avakirin, ji aliyê Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker, Serokê
Þaredariya Amedê Osman Baydemîr û Serokê Birêvabiriya Multî Malê Nico
Veldhuis ve bi merasîmek hat avêtin.
Di merasîmê de hat destnîþankirin ku yek ji wan projeyeke herî mezin ya
kargeriyê, li Amedê tê çêkirin û ji bo vê projeyê 120 milyon Euro hatiye
dabeþkirin.
Merasîma ku bi axaftina Serokê Birêvabiriya Multî Malê Nico Veldhuis
destpêkir, hat eþkerekirin ku li Amedê, hêjmara betal û bêkaran tesbît
kirine û dixwazin bi avakirina çendîn kargehên weha, hêjmara kesên betal û
hêjar kêmtir bikin. Veldhuis, bang li hemû karsazên din jî kir ku ew jî li
Amedê kargehan ava bikin.
Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker ku bixwe parlamenterê Amedê ye, di axaftina xwe
de girîngîya pêkanîn û çêkirina kargehên weha ji bo pêþketina xelqê Amedê
destnîþan kir û mizgîn da ku wê wek hikumet girîngiyê bidine projeyên weha.
Eker, herweha bal kiþand li ser polîtîkaya hikumeta xwe ya ji bo bajarên
herêmê û ragihand ku wê bi taybet Amedê û bi giþtî jî, bajarên herêmê bibin
bingeha bazirganî û pêþesaziyê.
Serokê Þaredariya Amedê Osman Baydemîr jî, di merasîmê de axaftinek kir û di
axaftina xwe de eþkere kir ku pêkve bi hemû aliyên kemxurên Amedê ve hewl
didin ku Amedê bikin navendeke çandî, hunerî, bazirganî, geþtuguzarî û
zanistîyê. Baydemîr, herweha da zanîn ku plan 30 salên pêþ ya jinavbirîn û
kemlandina bajêr hatiye derxistin û li gor vê planê kêmasiyên bajêr tên
têkuzkirin." (HAWAR DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Aborî
|