|
Li Kurdistana
azad Bankaya Navendî ava dibe
08 Gulan,2007
weþandin:04:37:59 (GDK)
Kurdistana Federal ku piþtî dagirkirina DYA'yê ya Iraqê bûye navendek girîng
a aboriyê, niha jî bala bankayên navneteweyî dikþîne. Li herêmê ku di warê
aboriya global de pêþveçûnên girîng pêk tên, bi vebûna bankayên navneteweyî,
kartên krediyê û xizmetên din ên bankavaniyê dixe rojeva gel. Midûrê Bankaya
Navendî ya Kurdistanê Îbtîsam Necîm Ebûd li ser mijarê diyar kir ku bankaya
wan beþek ji Bankaya Navendî ya Iraqê ye lê venêrandina bankayên li Herêma
Kurdistanê kar dike, di bin venêdandina wan de ye.
Piþtî têkçûna rejîma Baasê û ketina DYA'yê ya Iraqê Herêma Kurdistana
Federal ligel aliyê siyasî, çandî, civakî, di warê aboriyê de jî dibe
navendeke bazarê ya girîng. Ligel gengeþiya li Iraqê tê jiyîn, aramiya li
Herêma Kurdistana Federal dibe sedema balkiþandina sermayeya global. Piþtî
bi hezaran þîrketên di sektorên neft, înþeat û xebatên din de dixebitin,
niha jî ji bo hêsankirina van karan bankayên navneteweyî þaxên xwe li Herêma
Kurdistanê vedikin. Bi vekirina bankayan jî di jiyana mirovan de guherînên
nû çêdibin. Gelê herêmê piþtî kargeh û navendên danûstandinê yên modern,
niha jî bi kartên krediyê û xizmetên bankavaniyê yên cihê re rû bi rû ne.
BANKAYA NAVENDÎ
Êbûd, diyar kir ku Bankaya Navendî ya Kurdistanê nîvekarek Bankaya Navendî
ya Iraqê (ÎÎB) ye. Ebûd, daxuyand ku piþtî têkçûna rejîma Sedam Herêma
Kurdistanê bûye navenda bazirganî û aboriyê û axaftina xwe wiha domand: "KÎB
wekî Bankaya Navedî ya Kurdistanê dixebite û venêrandina wê li ser hemû
bankayên Kurdistanê heye. Her wiha pêwendiya wê bi Bankaya Navendî ya Iraqê
re jî heye."
HESABÊN HEVKAR HENE
Di berdewama axaftina xwe de Ebûd da zanîn ku budçeya ji bo Herêma
Kurdistana Federal tê veqetandin bi riya KÎB'ê tê bikaranîn û wiha axivî:
"KÎB girêdayî Hikûmeta Kurdistana Federal û Hikûmeta Iraqê ye. Hesabên me
yên hevpar bi bankaya ÎÎB'ê re hene. Em bi Dînar û Dolar dixebitin. Di warê
aboriyê de pere ji hêla bankaya me ve tê kontrolkirin. Her wiha di warê
derxistin û xistina pereyên xizîneyê jî xebatên me didomin. Li gorî pêdiviya
herêmê em pere ji ÎÎB'ê digirin û pere transferî ÎÎB'ê dikin. Ev pergal ji
bo hemû bankayên Kurdistanê tê bikaranîn. Lê ev xebat di bin venêrandina
bankaya me de pêk tê. Hemû bankayên li Kurdistanê dixebitin girêdayî vê
pergalê ne. Heta niha tu pirsgirêk û astengî derneketine.
BAÞÛR DIBE NAVEND
Ebûd der barê hatina bankayên cihanî ji bo Kurdistana Federal jî diyar kir
ku ev yek li ser pêdiviya bazirganiyê derdikeve holê û axaftina xwe wiha bi
dawî kir: "Herêma Kurdistanê niha bûye navendek girîng a bazirganiyê. Ji ber
vê yekê gelek gelek bankayên navneteweyî hatine Kurdistanê û di xwazin werin
jî. Wekî niha Banka Bîblos ya Lubnanê, Banka Firasa (FIB), Banka EL Awde û
gelek bankayên nîvekar ên Iraq û Brîtaniya hene li Herêma Kurdistanê. Gelek
bankayên din jî dixwazin þaxên xwe vekin."
PERGALA ATM’Ê
Têkildarî guherînên pêþveçûna bankavaniyê li Kurdistana Federal pêk tên jî
Necîm Ebûd daxuyand ku pêþveçûna xizmetên bankavaniyê di civakê de jî hind
guherînan pêk tîne û wiha pêde çû: "Di roja me de her tiþt zû diguhere. Ji
ber wê yekê jî nûjenî hemen bandorê li ser aliyê din ên jiyanê dikin. Niha
li Kurdistanê bikaranîna qartên taybet tune ye. Lê di vî warî de daxwazek
heye. Li ser vê daxwazê di 2 mehên pêþiya me de qartên wekî Visa, AxAmerican
Express û Mester Cart dê li vri jî bên bikaranîn. Ji bo vê yekê hind banka
niha de propaganyada vê yekê dikin. Lê ji bo em kontrolê ava bikin, tenê li
herêma Kurdistanê em dê bi kar bînin."
(Dîha)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Aborî
|