|
Nefta Kurdistana azad yekem car dikeve bazara Cîhanê
20 Gulan,2007
weþandin:00:28:29 (GDK)
HAWAR,DUHOK,Kurdistana
azad -- Bi hikumeta Iraqê kanûna qeyrana neftê didome.
Yekem þîrketa biyanî ku li gel hikumeta Kurdistan peymana derxistina neftê
mor kiribû û nêzî du sale xebatên derxistina neftê didomîyan tê ragihandin
ku bo cara yekem nefta xaw ji Kurdistana azad bi riya vê þÎrketa Norwecî dê
bikeve bazara cîhanê.
Hat zanîn ku bîra ku neft tê derxistin xwedî kapasîteya rojene 25 hezar
bermîle û di demên pêþî de 1 hezar bermîl bê derxsitin.
Bi hikumeta Iraqê qeyrana neftê didome
Wek zanîn çend meh berê kanûna petrolê ku li hikumeta Iraqê hatibû amade
kirin têde daxwazên Kurdan jî cîh girtibûn,piþtre bi taybetî bi zextên
sunnîyan hin pêþnÎyarên guheradina kanûna petrolê û hin madeyên destûra
Iraqê hate rojevê û Kurd ji vê pêþketinê nerazîne.Doh jî heyeteke hikûmeta
Kurdistanê bi serokatîya serokê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ber bi
Baxdadê ve bi rê ket.Wek ku hatiye zanîn, dê di dîdarên bi berpirsên Iraqî
re behsa wan pirsên giring bê kirin û qanûna petrolê, pirsa serastkirina
destûrê û pirsa maddeya 140 ji wan mijaran bin.
Divê nirxên Kurdistanê werin parastin
Li Kurdistana Azad gelek sektor û qad roj bi roj mezin û berfirehtir
dibin.Lê Hikumeta Kurdistanê beyî ku hin hessasîyetên neteweyî berçavan
bigre destûrê bo þîrketên bîyanî tê dayîn.
Pêþketina milletekê di her waran de hewcedarîya yekemîn û girîng aborîye.
Divê pêþarojê de dewlet destê xwe ji sekora xizmetê vekiþîne.Lê bi yasayan
hîmên neteweyî ser bingeha babetên nûjen werin parastin.
Divê Kurdên ji perçeyên din jî tevlî pêþketina hanbibin û sermayeyek
neteweyî û yek girtî çêbibe da ku ev hatinî bo pêþketina Kurd û Kurdistan
were bikaranîn.Divê ihracat zêde be û sistema bazara vekirî ser hîmen netewî
were avakirin.
Niha petrol bi destê þîrketên bîyanî tê derxistin.Sektora taybet raste ku
divê were pêþxistin.Mijara neft û enerjîyê mijareke cûda û girîng û ji ber
vê yekê jî divê kontrola ser petrol û çavkanîyên sirûþtî di destê hikumeta
Kurdistanê de be.
Hemû dewlemendîyên serax û binaxa Kurdistanê, petrola Kurdistanê
jî aîdî Kurdan e
Wekî tê zanîn him serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û him jî rêveberên din ya
Kurdistana Azad gelek caran ser mijarên Kerkûk û nefta Kurdistanê bi
eþkereyî diaxifin û di demên dawî de di hin deverên Kurdistana azad de dest
bi kolandina bîrên neftê hate kirin.
Serokê Kurdistanê derbarê kêþeya Kerkûkê de çend meh berê jî wiha axifî bû;
"Merc nîne ku Kerkûk paytexta Kurdistanê be û reþnivîsa destûra Kurdistanê
de jî kevne û ew pêþnîya re lê ne merce û niha Hewlêr paytexte, lê babeta
Kerkûkê ne tiþtekî hêsa ne û em dest jê bernadin"
Barzanî di axaftina xwe de zelal kiribû ku wekî hemû dewlemendîyên serax û
binaxa Kurdistanê, petrola Kurdistanê jî aîdî Kurdan e.
Di dawîya 2005’an de li Qebaruxa nêzî Zaxoyê beþdarî merasima ji xenî
Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kolana bîreka petrolê bûbû
ku ji aliyê kompanya DNO kolan jî tevlî bû bû. Herî dawî jî li teq teqê dest
bi kolandina bîrên neftê hatibû kirin.
Wekî tê zanîn petrol li Cîhanê çavkanîya enerjîyê ya herî girîng e.Bo bi hêz
bûna di nava sîyesata Cîhanê de pêwîsitî bi xwedî bûna çavkanîya enerjîyan
heye.Hikumeta Kurdistanê di bo bikaranînana petrolên Kurdistanê hewlên xwe
zêde dike.(HAWAR DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Aborî
|