|
Nerazîbûna Kurd
di meselaya yasaya neftê de bi tundî berdewam e
16 Tîrmeh,2007
weþandin:15:32:56 (GDK)
Di
derbarê pêþhatên dawî û guhartinên li ser yasaya petrolê de Serokê Lîjneya
Petrolê yê ser bi lîsteya Hevpeymana Kurdistanê yê li Parlementoya Iraqê Elî
Hisên wiha ragihand:"Biryara dawî ya Lîsteya Hevpeymana Kurdistanê ew e ku
bi temamî ew guhartinên li ser yasaya petrolê wek berê bên kirin û piþtre jî
ji ajandaya karên parlementoyê re bên þandin."
Dr. Alî Hisên daxuyakir ku mekanîzmaya çareserkirina pirsgirêkên projeyasaya
petrolê, dibe ku her di nav parlementoyê de be û li gor rêketina di navbera
lîsteya Hevpeymana Kurdistanê û lîsteya Îtîlaf be. Serokê Lîjneya Petrolê yê
li Parlementoya Iraqê Alî Hisên got jî bandora Hevpeymana Kurdistanê li ser
Parlementoya Iraqê heye û dibe ku projeyasaya patrolê wek daxwaza Hikûmeta
Herêma Kurdistanê bê pesendkirin..
Petrola Kurdistanê jî aîdî Kurdan e
Wekî tê zanîn him serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û him jî rêveberên din ya
Kurdistana Azad gelek caran ser mijarên Kerkûk û nefta Kurdistanê bi
eþkereyî diaxifin û di demên dawî de di hin deverên Kurdistana azad de dest
bi kolandina bîrên neftê hate kirin.
Serokê Kurdistanê derbarê kêþeya Kerkûkê de çend meh berê jî wiha axifî bû;
"Merc nîne ku Kerkûk paytexta Kurdistanê be û reþnivîsa destûra Kurdistanê
de jî kevne û ew pêþnîya re lê ne merce û niha Hewlêr paytexte, lê babeta
Kerkûkê ne tiþtekî hêsa ne û em dest jê bernadin"
Barzanî di axaftina xwe de zelal kiribû ku wekî hemû dewlemendîyên serax û
binaxa Kurdistanê, petrola Kurdistanê jî aîdî Kurdan e.
Di dawîya 2005’an de li Qebaruxa nêzî Zaxoyê beþdarî merasima ji xenî
Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kolana bîreka petrolê bûbû
ku ji aliyê kompanya DNO kolan jî tevlî bû bû. Herî dawî jî li teq teqê dest
bi kolandina bîrên neftê hatibû kirin.
Wekî tê zanîn petrol li Cîhanê çavkanîya enerjîyê ya herî girîng e.Bo bi hêz
bûna di nava sîyesata Cîhanê de pêwîsitî bi xwedî bûna çavkanîya enerjîyan
heye.Hikumeta Kurdistanê di bo bikaranînana petrolên Kurdistanê hewlên xwe
zêde dike. (Puk medya
/HAWAR)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Aborî
|