|
Bihaya neftê ji 122 dolaran derbas bû
08 Gulan (Avrêl), 2008 weþandin:05:34:10 (GDK)
Bihaya
niftê ji 122 Dolaran derbas bû Ji ber dewama tevlihevî û tund û têjiyan li
welatê Nîcîriya û daketina erziþa Dolarê Amerîka li hemberê diravên din
bihaya her bermîla niftê li bazara New Yorkê da gihêþte 122 Dolar û 49
sentan.
Bihaya her bermîla nifta sivik ya Emerka roja sêþemê li bazara New Yorkê da
bi qasî 2 Dolar û 34 sentan zêde bû û gihêþte 122 Dolar û 49 sentan. Bihaya
nifta Brent ya Behra Bakur jî li bazara Londonê da zêde bû û ji bo cara
yekem ji 120 Dolaran derbas bû û her bermîla vê niftê bi qasî 2 Dolar û 46
sentan zêde bû û gihêþte 120 Dolar û 59 Sentan.
Gor þîroveyan bandoreke
mezin zêde bûna nirxên xurekê ser zêdebûna nirxê petrolê jî heye.
Pergala welatên ku neftê îxrac
dikin OPEP’ê zêdekirina hilberîna neftê qebûl nekir. Welatên ku neftê
îthal dikin ji welatên OPEC’ê dixwazin hilberîna neftê zêde bikin da ku
bihayê neftê kêm bibe.
Di bazara cîhanê de her roj
bihayê neftê rekoreke nû diþikîne. Ev demek e ku di serî de Amerîka
welatên ku neft û gaza xwezahî îthal dikin pêþniyar kirin ku welatên
girêdayê OPEC’ê demildest hilberîna neft û gaza xwezahî zêde bikin.
Serokomarê Îranê Ehmedînejad bi daxuyaniyekê aþkera kir ku neft (115
dolar) erzan e û divê hê bihatir be.
(ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Aborî

|