|
Di navbera Odeyên Bazirganiyê ên Diyarbekir, Hewlêr û Duhokê de protokolek
hate îmzekirin
17
Gulan (Avrêl), 2008 weşandin:00:23:10 (GDK)
AMED,
bakûrê Kurdistanê -- Gaveke nû ser riya nêzîk bûna bakûr û başûrê
Kurdistanê de hate avêtin. Di çarçoveya beşdarîkirina Odeyên Bazirganî û
Pêşesaziyê ên Hewlêr û Duhokê de di pêşangeha Nimaîşkirina Kelûpel û
Pêdiviyên Şarevaniyê ya Rojhilata Navîn de di navbera Odeyên bazirganiyê ên
Diyarbekir, Hewlêr û Duhokê de protokolek hate îmzekirin.
Di çarçoveya beşdarîkirina şandeya bilind ya wezareta bazirganiyê ya
hikûmeta Herêma Kurdistanê, Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Hewlêr û
Duhokê, şaredariyên Hewlêr û çend bajarên din û beşdariya nêzîkî 50 şîrketên
berhemanîna kelûpel û pêdiviyên şarevaniyê di 8-emîn Pêşangeha Nimaîşkirina
Kelûpel û Pêdiviyên Şarevaniyê ya Rojhilata Navîn de, duhî pêşnîvro di
navbera Odeya Bazirganiyê a Diyarbekir û Odeyên Hewlêr û Duhokê de
protokoleke lihevgihiştin û hevahengiya kar hate îmzekirin.
Destpêka merasîma îmzekirina protokolê de serokê Odeya Bazirganî û
Pêşesaziyê a Diyarbekrê Mihemed Kaya amaje bi giringiya wê proltokolê kir û
got: “Ev protokol dê bibe sedema hêsankarî û hevkariya zêdetir di navbera
Odeya Bazirganiyê a Diyarbekir û her yek ji Odeyên Bazirganiyê ên Hewlêr û
Duhokê de.”
Piştre serokê Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê Dara Celîl Xeyat di axiftinekê de
balkişand ser wan hewlên ku ji bo îmzakirina protokolê hatine dayîn û hêvî
kir ku protokolên vî wayî li gel bajarên din ên Tirkiyeyê jî bên îmzakirin
bo ku Herêma Kuristanê bibe meydana bazirganî û aboriya deverê.
Dawiyê de jî serokê Odeya Bazirganiyê a Duhokê Şêx Eyad ji bilî ku pasiya
Odeya Bazirganî û pêşesaziya Diyarbekrê kir, kêfxweşiya xwe ji bo îmzakirina
protokolê nîşan da ku wekû deriyekî ye ji bo berfirehkirina warê bazirganî û
pêşvebirina aboriya her du aliyan.
Li gor naveroka protokolê ku ji 14 xalan pêk tê, her du alî dê navendeke
hevbeş a hevahengiya kar di odeyên xwe de ava bikin û dê kesekî ji bo
rêvebirina karên navendê destnîşan bikin. Her wiha her du alî dê di her
pêşangehekê ku li bajarên wan de bên vekirin, beşdar bibin.
Her du alî dê pêbend bin bi pêşkêşkirina xizmetguzarî û karhêsaniyên pêwîst
bo bazirganên odeyên her du aliyan..(pukmedia)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEŞÊ:
Hemû Naveroka Beşa Aborî

|