|
Hikumeta Bexdayê bi sebra Kurdan dileyze
18
Rêbendan (Çile), 2008 weþandin:23:56:32 (GDK)
HEWLÊR,
baþurê Kurdistanê -- Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Xalîd Salih
ragihand ku hatina wezîrê petrolê yê Iraqê Hisên Þehristanî bo Kurdistanê,
tenê axiftine û eger hat jî tiþtek ji rewþa arîþeya girêbestên petrolê nayê
guhertin.
Salih got:”Hatina Þehristanî bo Kurdistanê tenê di dezgehên çapemeniyê de
hatiye behskirin û eger serdanan Parlementoya Kurdistanê jî bike, tiþtek ji
meseleyê nayê guhertin, çimkî ew pirsgiirêk yasayî ye û pêwendiya wê bi
Parlementoyê ve nine.”
Salih di berdewamiya axaftina xwe de got:” Biryar bû, bêy amadebûna wezîrê
petrolê yê Iraqê Hiwsên Þehristanî û wezîrê samanên xwezayî yê Hikûmeta
Herêma Kurdistanê Aþtî Hewramî, civîneke duqolî a berpirsên Bexda û
Kurdistanê bê sazkirin, da ku qala arîþeya girêbestên petrolê ên Herêma
Kurdistanê li gel þîrketên biyanî bê kirin, lê belê ew civîn nehate
sazkirin.”
Salih di derbarê beþdarîkirina wezîrê samanên xwezayî yê Hikûmeta Herêmê di
civînên warê petrolê de jî got:” Ji ber ku pirsa petrolê zêdetir teknîkî û
taybetiye û wezîrê samanên xwezayî yê Kurdistanê Aþtî Hewramî jî di vî warî
de þarezayiyeke baþ heye, lewre nabe beþdariyê di civînên bi wî awyî de
neke.”
Li aliyekê din berpirsê pêwendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah
Mistefa ragihand ku hewlek heye bo komkirina 2 tîmên Bexda û Kurdistanê li
ser mêzekê, bo ku bizanin arîþe û çereserî çi ne û çareseriyekê bo wê
pirsgirêkê bibînin.
Her wiha Mistefa got:”Hikûmeta Kurdistanê amade nîne li gel Þehristanî rûne,
çimkî hêviya tiþtekî nû li wî nayê kirin. Lê belê amade ye li gel kesên din
ên Bexdayê bo têgehandina wan li arîþeyê, rûne.”
Di dawiyê de Mistefa got:”Mesele aþkere ye û di serdana wê dawiyê a Hikûmeta
Herêmê bo Bexdayê de, þandeyê helwesta Herêma Kurdistanê bo Malikî aþkere
kiriye.”
(Puk media)
© HAWAR DENGÛBAS 2008.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Aborî
|