|
Jiyan / Civak
AIDS
Ji Bo Her Miroveke Hin Jî Xeterek Girîng
e
02
Berfanbar,2006
weþandin:23:23:12 (GDK)
HAWAR-DENGÛBAS--
Li
agahîyên di dest de li Kurdistanê kesên ku nexweþê AIDSê ne li gor ji asta
gellek welatan kêmtir e.Lê heta ku vê nexweþîyê ser Cîhanê neye rakirin her
kes bi xetera AIDSê rû bi rû ne.
1ê berfanbar roja AIDSê ye.
Sedema wê veyrûsek bi navê HIV (human immunodeficiency) ye. Ev virrûs
xeliyeyên taybet ên sîstema parastinê dikuje.
AIDS cara yekem 20 sal berê hat
kifþ kirin.Asta xeter bûna vê nexweþîyê her sal hin bilindir bû.Lê di salên
dawî de di îstatîstîkan de "rawestandineke" tê dîtin.
Bi qasê ku tê zanîn vîrusa HIV ji
Efrîqayê derketiye holê ji wir bi koçberên reþik derbasê DYE bûye û piþtre
jî li hemû Cîhanê.
Li gor zanyaran vîrûs ji
þempazeyan derbasî mirovan bûye.
Peyva AIDS (acquired immunodeficiency syndrome = Wêneyê nexwesiya qelskirina
sîstema parastinê) ji bo pêvajoyeke dereng a vê HIV-înfeksyonê tê bikaranîn.
HIV di xwîn, avika mêran an jî ava ziyê ya mirovên bi vê nexwesiyê ketî de
peyda dibe. Eger ev avên ku veyrûs di wan de pir peyda dibin, bikevin xwîna
mirovekî din, virûs jî dikarin pê re biçin.
HIV bi piranî caran bi têkiliyên cinsî-zayendî (seks) bi kesê/a ku ev virrus
pê re hebe, belav dibe. Herweha HIV dikare di rêya xwîna nexwes an jî di
rêya derziyên ku berî bikaranîna wan ketibin canê mirovekî bi HIV ketî,
bikeve xwîna mirovî. Jinên avis ên ku veyrûsa HI bi wan re hebe, dikarin di
dema avisbûnê û jidayikkirinê de yan jî dema dayina sîr di rêya pêsêran re,
vê veyrûsê bigihînin zaroka xwe.
Kesên
ku sêks bi gelek kesan re dikin, divê kondoman(prezerfatîf) bi kar
bînin. Heta niha, parastina herî baþ bikaranîna kondoman e.
Kondom pir tenik in û mirov hema bi tu cudahiyê hest nake, ger mirov wan
berdewam bi kar bîne.
Her weha divê mirov derziyên ku kesine din bi kar anîbin, bi kar neyne û ji
xwe re derziyeke nû peyda bike.
Ji sala 1988an vir ve, 01.12 li seranserê cîhanê roja AIDSê ye. Di vê rojê
de di derbarê nexweþîya AIDSê de kampanyayên agahdariyê, konferansên
zanistvan tên lidarxsitin û bal tê kiþandin ser vê nexweþîyê.
2005an de vîrûs bi 4 milyon kesan ket
Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî di derbarê belavbûna AIDS û HIV de raporek berfireh weþand
û diyar kir ku di sala 2005an de vîrûs bi 4 milyon kesan ket. Di heman demê
de jiber nexweþiya AIDS û nexweþiyên bi AIDS ve girêdayî 2 milyon û 800 kes
mirin.
Rapor eþkere dike ku ligel van reqemên bilind jî di 25 salên dawî de cara
yekem grafîka nexweþiyên AIDSê bilind nebûye û sabit maye.Ligel hemû
hewldanan jî herêmên ku bêtirîn di bin bandora AIDSê de ne wek berê Afrîkaya
navîn û baþûr in. Li cîhanê ji 3ya 2 kesên ku bi vîrûsa HIVê ne ji Afrîkayê
ne.
Li gora nifûsa xwe Afrîkaya baþûr welatê ku bêtirîn kes bi vîrûsa HIVê ye.
Di warê têkoþîna li dijî vê nexweþiyê Zîmbabve û Kenya du welatên bêtirîn
serkeftî ne.
Li Amerîkayê ev 25 sale ku nexweþiya AIDSê peyda bûye. Îro li vî welatî 38
milyon û 600 kes bi vîrûsa HIV in ku nêvî ji wan jin in. Di sala 2005an de
li Amerikayê ji 4 milyonî bêtir kes bi vîrûsê ketin û di hema salê de 2
milyon û 800 kes jiber nexweþiya AIDS û nexweþiyên bi AIDSê ve girêdayî
jiyana xwe ji dest dane.Li cîhanê nîsbeta nexweþiyên HIVê herî zêde li
Hindistanê ye.Li parzemîna Asyayê ji 3ya 2 nexweþiyên AIDSê li Hindistanê
ye. Lê gava ku bi nifûsa xwe re bê miqayesekirin Hindistan hîn jî gelekî
dûrî Afrîkayê ye.
Rapor bal dikþîne ku li Rûsya û komarên kevn yên Sovyetê di 10 salên dawî de
hejmara nexweþên bi vîrûsa HIVê 20 carî zêde bûye. Belorûs û Ukrayna jî serê
van komaran dikþînin.Pispor diyar dikin ku bi milyonan kes jî jê ne
agahdarin ku bi vê vîrûsê ketine. YN di rapora xwe de diyar dike ku jibo
têkoþîna li dijî vê nexweþiyê divê di sala 2008an de 20 milyar dolar bê
veqitandin. Di sala 2005an de 8 milyar û 300 milyon dolar hatibû veqitandin.
Rapor derxist holê ku her roj 11 hezar kes bi vîrûsa HIV’ê dikeve û ev jî
salê dibe 4,3 milyon kes.
Her wiha li gorî rapora UNAIDS
amade kirîye herî zedê jin bi vê nexweþiyê ketine û vîrûsa HIV/AIDS’ê
bondarek neyînî li ser jinan dihêle û ev nexweþî jî li cîhanê her diçe zêde
dibe. Li dijî belavbûyîna AIDS’ê pêþveçûyînek heye lê dîsa li gorî
zêdebûyînê têrê nake.
Mînaka herî balkêþ jî li Baþûrê Afrîkayê, ev vîrûs ji sedî 59 bi jinan re
peyda dibe. Li gorî zanyaran li dijî belavbûyîna nexweþiyê pêwîst e ku gav
bê avêtin. Tiþta ku herî girîng jî ji bo vê nexweþiyê perwerdehiyên berfireh
bê kirin û bi taybetî li ser ciwanan. Li dijî vê nexweþiyê divê kampanyayên
cuda bê lidarxistin.
Tê gotin, li Hîndîstanê 5.7 mîlyon mirov bi vîrûsa HÎV/AIDS'ê ne.
Bi vê hejmarê re Hîndîstan, di warê vê nexweþiyê de li gelemperiya Cîhanê di
asta herî jorîn de ye.
Li gorî ropora UNAIDS’ê hejmarên nexweþiyê:
1- Di sala 2006’an de kesên ku bi vîrûsa HIV’ê hilgirtine. Temenên kesên ku
ev vîrûs bi wan re peyda dibe 37,2 milyonê vê di temenê 15-49, 2,3 milyonê
vê di bin 15 saliyê de ne.
Di nava van kesan de jî 17,7 milyon jin in. Hejmar bi tevahî dighijê 39,5
milyon kesî.
2 - Hejmara nexwaþan jî tevahî 4,3 milyon e. Di nava van de 530 hezar zarok
û 3,8 kesên mezin cih digrin.
3 - Îsal 2,9 milyon kes ji vê ber yekê jiyana xwe ji dest dan.
Li Kurdistanê AIDS
Li agahîyên di dest de li Kurdistanê kesên ku nexweþê AIDSê ne li gor ji
asta gellek welatan kêmtir e.Lê heta ku vê nexweþîya ser Cîhanê neye rakirin
her kes bi xetera AIDSê rû bi rû ne.Ji nexweþxaneya Azadiyê ya li baþûrê
Kurdistanê dixtorek ku nexwest navê wî were eþkere kirin dibêjê ku heta niha
wan li ser 10 nexweþa virûsa AIDSê tespît kiriye. Lê ev yek ji ber ku ji
aliyê civakê ve nayê pejiradin hetanî niha veþartî maye.
Demek berê jî Wezîrê tenduristiyê
yê hikumeta Kurdistanê Dr. Ziryan Osman ragihandi bû ku hemû biyaniyên ku
dixwazin li Kurdistanê wek karker kar bikin divê ji testa AIDS’ê derbas
bibin. Dr. Ziryan Osman dibêje ku heta niha wan yek ji Tirkiyeyê di 4 kesan
de AIDS tesbît kirine. Kesên ku testa AIDS’ê nekin dê wezaret bi xwe bi wan
bide kirin û heke test pozîtîf jî be dê wan paþde vegerînin welatê wan.
Her wiha tê ragihandin ku li Amedê jî, 4 kesên bi vê nexweþiyê ketine û 4
kesên jî xwedî vîrusa AIDS'ê hene.Wek tê zanîn dewleta Tirk di hemû
problemên li bakûre Kurdistanê de xemsare.Ji ber vê yekê divê mirovê kurd
xwe bi xwe ji AIDSê xwe biparêze.(Wikipedia,Zanistuteknoloji.com,Dîha,HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa jiyan/Civak
|