|
Aktuel / Jiyan / Civak
Projeya Geliyê Dîcleyê dest pê kir
21
Rebendan,2007
weþandin:19:28:09 (GDK)
Axirê Projeya Geliyê Dîcleyê dest pê kir. Ji bo Geliyê Dîcleyê bê bedewkirin
wê pêþbirka plankirina peyzaj û projeya avahîsaziyê bê pêkanîn. Lijneya
jûriyê li ser mijarê civîna xwe ya sêyemîn li dar xist.
Ji aliyê Þaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve, bi þêwirmendiya Navenda
Giþtî ya Odeya Avahîsazên Peysajê ya TMMOB’yê pêþbirk wê di nava rêzikên;
“Avahîsazî, Avahîsaziya Peyzajê, Endezyarî, Projeyên Tesewira Bajêrî,
Plankirina Herêm û Bajêr û Rêziknameya Pêþbirka Berhemên Hunerê” bê
lidarxistin. Pêþbirk wê li Geliyê Dîcleyê ku li Rojhilatê wê Kampusa
Zanîngeha Dîcleyê, li Rojavayê wê Sûrên Kelehê, Herêma Ewlekariya Leþkerî û
Herêma Veguherîna Bajêrî de di nav yekîtiyekê de û wê li gorî sûdwergirtina
giþtî bê lidarxistin. Armanca pêþbirkê bicihanîna pêdiviyên betlaneya kesên
ku li derdora bajêr dijîn; hevsenga parastin û bikaranînê di navbera çand,
huner, zanist û nirxên hawirdorê de ji bo bi awayekî baþ bên hilbijartin
çareseriyên herî erzan, herî nûjen û herî bikêrhatî bên dîtin e. Armanceke
din jî ew e ku gelî bibe perçeyekî jiyana bajêr û ji bo hunerên bedew
piþtgirî bê dayin e.
Þaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê; bi armanca bi rêk û pêk kirin û îsleh
kirina Çemê Dîcleyê bi endamên jûriyê ku li gora rêziknameya pêþbirkê encama
hevdîtinên bi odeyên pîþeyê yên têkildar û saziyan re pêk hatine, hatine
diyarkirin di 1 Berfanbar 2007’ê de dest bi xebatên fermî kir.
Di encama xebatên ku di 5 Berfanbar 2006’ê de li Enqereyê hatin domandin bi
Þertnameya ‘Pêþbirka Projeya Avahîsazî û Tesewîra Bajêrî Plankirina Peysaja
Geliyê Dîcleyê ya Diyarbekirê’ hat temamkirin û hat îlankirin. Pêþbirk; di
rûpelên webê yê Þaredariya Bajarê Mezin, Navenda Giþtî ya Odeyên plankirina
Bajêr, Avahîsazên Peysajê û Avahîsazan û di kovarên wek Arkîtera Avahîsaziyê
de hate weþandin û daxuyakirin.
Sînorê Qada pêþbirkê wê li bakur Rêya Farqînê, li baþûr Pira dehderî, li
aliyê rojava qada leþkerî û sûrên bajêr yên rojhilat û Baxçeyên Hewselê; li
rojhilat jî Qada Kampusê ya Zanîngehê be….
Fîsqeya xwedî girîngiyeke Stratejîk e
Di qada pêþbirkê de ya ku mezinahiya wê 676 hektar e deverên Fîsqeya û jêr û
jorê pira ku navenda bajêr û zanîngehê digihîne hev xwedî girîngiyeke
stratejîk in.
Pirsên derbarê pêþbirkê û Þertnameya Pêþbirkê yên ku bi nivîskî ji aliyê
beþdarên pêþbirkê ve hatibûn pirsîn ji aliyê endamên jûriyê ve di mêjûya
8-9/01/2007’ê de li Þaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hatin bersivandin.
Mêjûya dawîn a serlêdana pêþbirkê 4 Reþemî 2007 e û mêjûya teslîmkirina
projeyan 5 Avrêl 2007 e. Xebatên jûriyê yên nirxandinê wê di mêjûya 15 Avrêl
2007’ê de li Þaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê wê bên kirin. Piþtî ku
xebatên nirxandinê bi encam bibin wê encam bên daxuyandin û wê bi
kolokyûmekê bên nasandin. .
(HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa jiyan/Civak
|