|
Çand,Hûner,Zimanê Kurdî
Konferansa Wêjeya Kurdî ya
li Berlinê hat lidarxistin
11
Berfanbar,2006
weþandin:12:32:43 (GDK)
Donferansa Wêjeya Kurdî ya li Berlinê
hat lidarxistin. Di konferansê de, li ser wêjeya kurdî niqaþên berfireh pêk
hatin û ji bo pâþerojê jî hin xalên bingehîn hatin destnîþankirin: Dîtina ku
di konferansê de derkete pêþ bi kinayî ev bû:Wêjeya kurdî di bin tesîra
wêjeya biyanî de maye. Lê mixabin ev salên dawî de pêþketinek mezin heye.
Li paytexta Almanya Berlinê ji aliyê Înstitûta Kurdî hat lidarxistin dawî
bû. Di Konferansa ku du roj dom kir de gelek gotar hatine pêþkêþkirin û
niqaþ chêbûn. Ji her çar parçeyên welat û deverên din gelek kes tevlê
konferanse bûn. Kesên wekî Dr. Serwer Abdullah, Selam Balayî, Gundî dilberz,
Cengîz Xan, Helîm Yusuf, Cemal Xeznedar, Said Osman, Hêvi Berwarî û Roþna
Mehmud beþdarî li konferansê kirin. Di konferansê de bi giranî li ser wêjeya
kurdî, helbest û romanê hat sekinandýn.
’Wêjeya devkî ya kurdî rola xwe gelek heye’
Vekirina konferanê bi axaftina serokê Înstitûta Kurdî ya li Berlîn Fehmi
Balayî ve dest pê kir. Balayî di axaftina xwe de bal ki?and ser arîþe û
pirsgirêkên wêjeya kurdî û dîroka wêjeya kurdî. Di Mezopotamya de, kurd
xwedî çandeke dewlemend e, lê mixabin hatiye perçekirin, sînor ketiye
navbera zimanê kurdî, ev jî rê li ber pêþketinê girtiye. Di bin tesira
erebî, farisî û tirkî de maye. Dîsa dewletên dagirker bi siyaseta komkujiyê
gelek tesîra nebaþ li ziman û wêjeya kurdî kiriye. Li gel van mercan jî dîsa
ji wêjeya kurd xwe parastiye. Ji Feqiye Teyran, Meleyê Cizîrî û Nalî bigrin
heta îro gelek berhemên pîroz derchûne. Wêjeya devkî ya kurdî rola xwe gelek
heye.
Pi?tî vekirina konferansê bi semînera “çend rawestgehên girîng di romana
Kurdî de“ dom kir. Ev gotar ji aliyê nivîskarê kurd Helîm Yusif ve hate
pêþkêþkirin. Yusif, li ser romana kurdî sekinî û wuha got:“ Ji romanivîsê
yekemîn Erebê þemo heta roja îro gelek pêþketin di warê romana kurdî de
pêkhatine. Îro êdî mirov dikare behsa romana kudî bike, lê ev chendî di
sewiya romana cîhanê de ye, ev divêt bibe mijara niqaþeke din.“ Helim Yusif
derbarê nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê bi zimanên wekî tirkî, erebî û
farisî dinivîsînin jî wiha got:“Ew kesên wekî Yaþar kemal û Selîm Berakat ku
babetên wan li ser kurdî ne jî, mirov dikare ji wan re “Cihekî Sêyemîn“
veqetîne.“
Rexnedar û lêkolînerê wêjeya kurdî Dr. Serwer Ebdullah jî gotara bi navê
Lêkolînek li ser helbesta kurdî“ pêþkesê konferansê kir. Ebdullah helbesta
kurdî ji bingeha wê ya dîrokî ve hilda dest û lêkolîneke fireh pêþkêþ kir,
Ebdullah wiha dirêjî da axaftina xwe: Herchiqas helbesta me helbesteke gelê
bindeste jî, dîsa hilkewtinên mezin pêk anîne û hozanvanên wekî Melayê
Cizîrî û Feqiyê Teyran, Nalî û Goran mezin bûne û rol û rista pir girîng
lîstine.
Roja duyemîn:
Konferans bi gotara bi navê “Rola qewlên êzîdiyan di parastina zimanê kurdî
de“ ji aliyê Cengîz Xan ve hate pêþkêþkirin. dest pê kir û gotara herî
balkêþ û ku li ser hate nikaþkirin jî ev gotar bû. Cengîz Xan di gotara xwe
de ku bi xwe jî ew wekî tezeke nû bi nav kir, da xuyakirin ku ziman û wêje
tenha ji aliyê ola êzdayetî û bawermendên wê ve hatiye parastin.
Cengîz Xan wiha dirêjî da gotara xwe: Di cigehek ku charalî misilman de
parastina vê bawermenidiyê pir zehmet bû. Gelek caran me dixwest ku em van
qewl û vebêjeyan tomar bikin,lê mezinên me ji tirsan nedihiþtin, digotin ji
ber bikin, lê nenivîsînin. Ji ber ku dikaribû bûbûya sedema komkujiya me jî.
Konferans bi xwendina helbestan ku ji aliyên hozanên wekî; Dr. Gundî
Dilberz, Beþîr Mizûrî, Necîp Balayî, Cemal Ballikaya, Muhsîn Qochan ve hatin
xwendin, bi dawî bû. Dema nûçeya me ji weþanê re hate amadekirin konferans
berdewa dikir. (Dîha)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|