|
Çand,Hûner,Zimanê Kurdî
Albûmên nû yên Rojda,Destan,Jêhat û Bekîr Elî derketin
14
Sermawez,2006
weþandin:06:03:53 (GDK)
HAWARDENGÛBAS, (Beþa Çand û Huner) --Vê hefteyê 3 albûmên nû tevlî arþîva mûzîka Kurdî
bûn.Albûma Rojda ya bi navê "Sebra Min",albûma Destan ya bi navê "Yek Yek" û
albûma Jêhat ya bi navê "Kom Bibin" û albûma Bekîr Elî "Tobe".

Rojda û yekem albûma solo "Sebra min"
Rojda ku karîyera xwe ya mûzîkê bi
salan nava koma Gûlên Xerzan meþand û herî dawî bi komê re albûma "Rûkena
Min"(2005) derxistin û niha bi yekem albûma xwe ya solo pêþberî hezkirîyên
xwe ye.
Rojda herî zêde bi kilama "Hêlîmê"
hate naskirin û bi þîroveya xwe ya bê hempa ya kilamên Kurdî bal kiþand.
Albûma "Sebra min" ji 12 stranan pêk
tê.Bi aranjorîya
Alaettin Aykoç de
þêwazekî nû derketîye holê.Mûzîka gelêrîya Kurdî û mûzîka elektronîk
biþiklekî biparseng hatine cem hev.
Li hev hatina vê 2 þêweyên cûda
derîyek nû vekirîye bo mûzîka Kurdî.
Yekem klîba vê albûmê jî li
Kurdistana azad ji alîyê derhênerê bi navûdeng Hisên Hesen ve bo strana
"Xerîba Beyanî" hatîye kiþandin.Wisa xuyaye ku "Sebra min" livek bîne
bazara mûzîka Kurdî û bi vê albûma dê Rojda ji nû ve ji navê xwe bide behs
kirin.
Destan û "Yek Yek"
Hunermend Destan albûma xwe dûyemîn
ya bi navê "Yek Yek" pêþkeþî mûzîkhezên Kurd kir. "Yek Yek" bi þêwaza
pop-folk hatîye çê kirin.ji xeynÎ strana "Yek Yek" ku bi temamî bi þêweya
pop-dîsko hatîye amade kirin di albûmê de bandora mûzîka gelêrîya serdest e.
Di albûmê de hunermendên wek Þivan
Perwer,Bawelya, Hekîm Sefkan,Zinar Sozdar,Ganî Nar û Hozan Aydin bi dengên
xwe dewlemendîyek dane albûmê.Mixabin dîsa jî "Yek Yek" ji vasat bûnê xilas
nebûye.Albûm ji Medya Mûzîkê derketîye.Hate zanÎn ku wê yekem klîp bo strana
"Yek Yek" were kiþandin.
Albûma duyem ya Bekîr Elî yê ji baþûrê Kurdistanê
"Tobe"
Bekîr Elî yê ji Kurdistana
azad(baþûrê Kurdistanê) piþtî albûm xwe ya yekem ya bi navê "Terzay Koç"
niha jî albûma xwe ya nû "Tobe" derxist.Di "Tobe" de 10 stran cîh
digrin.Albûm ji Çira Musikê ve li Ewrûpa û li Kurdistana azad hatîye belav
kirin.Ji 10 stranan 9 stan bi zaravaya Kurdîya Jêr(zaravaya soranî) û
stranek jî bi Kurdîya jor(Kurmancî) ye.Albûm ji alîye qelÎteya tomar kirinê
de albûmek qels e.
Jêhat bi "Kom Bibin" derket
Jêhat bi albûma xwe ya yekem ya bi
navê "Kom Bibin" tevlî karwana mûzîka Kurdî bû. Þêweya "Kom Bibin" bi giranî
mûzîka gêlerîya Kurdî ye.(HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|