|
Çand,Hûner,Zimanê Kurdî
Encamnameya Konferensa Parastinazimanê Kurdî
19
Sermawez,2006
weþandin:11:03:22 (GDK)
Konferensa Parastin û Perwerdeyîya
Zimanê Kurdî ku di çarçoveya 4emîn Rojên Wêjeyê li bakurê Kurdistanê li
Diyarbekirê, di navbera 18 û 19 ê sermawezê de bi beþdarîya 150 delegeyan
pêk hat.
Konferens ji alîyê þaredarîya bajêrê mezin a Diyarbekirê û bi piþtgirîya
sazîyên ku xebata parastin û pêþvebirina zimanê kurdî dikin ve hate li
darxistin.
Encamnameya Konferensa Parastina Ziman
- Di konferensê de hate destnîþankirin ku meþandina polîtîkayên piþaftinê
sûcekî mirovayî ye. Lewre ev polîtîka ji hêla beþdarên konferensê ve hat
þermezarkirin.
- Ji alîyê beþdarên konferensê ve hate destnîþankirin ku divê siyasetmedarên
kurd siyaseta xwe bi zimanê kurdî bikin, lewre bang li hemû sazî, dezgeh û
siyasetmedarên kurd hate kirin ku siyaseta xwe bi zimanê kurdî bikin.
- Beþdarên konferensê bal kiþandin ser çavnebarîya li hemberî zimanê kurdî û
ji ber bi karanîn û handana zimanê kurdî pest û pêkutîya li ser þaredarîyan
þermezar kir.
- Delagasyona konferensê, pêþinyar da Hukûmeta Herêma Kurdistana Federal ku
li herêma Parêzgeha Duhokê û derdora wê - ku zaraveyê kurmancî lê tê bi
karanîn - perwerde bi zaraveyê kurmancî be.
- Beþdarên konferensê dîyar kir ku mafê ziman û çandeyê mafekî navneteweyî û
demokratîk e. Li ser vê bingehê beþdarên konferensê bang li kurdên Turkiye,
Sûrya û Îranê kirin ku li mafên xwe yên çandeyî û ziman xwedî derkevin.
- Beþdaran destnîþan kirin ku ji bo pêþketina ziman mercên aþtî û aramîyê
pêwîst in. Ji bo vê yekê jî konferensa me bang li hemû derdorên têkildar kir
ku ji bo pêkanîna mercên aþtîyane barê ku dikeve ser milên wan pêk bînin.
- Beþdarên Konferensa Parastin û Perwerdeyîya Kurdî astengkirina televîzyon
û weþanên kurdî yên mîna Roj TV, MMC û Komala TV wekî binpêkirina mafên
mirovan û astengkirina zimanê kurdî dibînin û vê yekê þermezar dikin.
- Di warê fêrkirin û perwerdeyîyê de divê ku alîkarîyek taybetî ji bo kurdên
Armenistanê û Baþûrê Rojavaya welat, re bê kirin.
- Beþdarên konferensê bang li sazîyên sivîl û demokratîk ên li hemû herêmên
ku kurd lê dijîn kir ku têkilîyên xwe yên civakî, çandeyî, hunerî û aborî
xurt bikin da ku zarave û devokên kurdî ber bi hev ve werin û nêzîkî hev
bibin.
- Di konferensê de giringî û pêwîstîya Tevgera Ziman ji bo parastin û
pêþvebirina zimanê kurdî hate destnîþankirin û bang li hemû gelê kurd hate
kirin ku bi hemû îmkanên xwe ve beþdarî xebatên Tevgera Ziman bibin.
- Konferensa me bal kiþand ser giringîya jin û ciwanan a di parastin û
pêþvebirina zimanê kurdî de û xwest ku jin û ciwan ristekê bi taybetî di
parastin û pêþvebirina zimanê kurdî de bigirin ser milên xwe.
- Konferensa me gihiþt vê encamê ku teknolojî heta niha ji bo piþaftina
zimanê kurdî hatiye bi karanîn. Beþdaran xwestin ku gelê kurd di parastin û
pêþvebirina zimanê kurdî de bi awayekî xurt ji teknolojiyê sûdê wergire.
- Konferensa me rojanebûna rojnameya A. Welat wekî gavek dîrokî bi nav kir û
xwest ku gelê kurd bi her awayî li rojname, kovar û weþanên xwe xwedî
derkeve.
- Her wekî di konferensa par de jî biryar hatibû girtin, konferensa me
pêþinyar da Hukûmeta Kurdistana Federal, da ku gav bi gav ber bi
serdestkirirna tîpên latînî ve biçe.
- Konferensa Parastin û Perwerdeyîya Kurdî bang li rewþenbîr û akademîstên
kurd kir ku bi zimanê kurdî berheman bidin û li ser zimanê kurdî xebatên
zanistî bikin.
- Beþdarên konferensê bang li dewletên ku kurd hemwelatîyên wan in kir ku
hebûna zimanê kurdî nas bikin û ji bo parastin û pêþvebirina zimanê kurdî
budçeyekî taybetî veqetînin.
- Her çiqas li ber zimanê kurdî hinek asteng hebin jî, yên ku zimanê kurdî
biparêzin kes û saziyên kurdan in. Tiþtê giring ev e ku kurd û kesên ku xwe
kurd dihesibînin, berî her tiþtî di jîyana rojane de, di dan û standinên bi
her awayî de, zimanê xwe bi kar bînin.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|