|
Çand,Hûner,Zimanê Kurdî
4’emîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê Berdewam Dike
19
Sermawez,2006
weþandin:11:03:22 (GDK)
4'emîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê
dest pê kir.Rojên wêjeyê bi bernameyên dengbêjî,bi xwendina
helbestan,konferans, panel û bi çaklakîyên cur bi cur wê were pêk anîn.
Doh di çarçoveya rojên wêjeyê de Panêla bi navê 'Wêjeya Ereb û Berxwedan"
hat lidarxistin.
Di panêlê de, Þaîrê Lubnanî Iskender Hebeþ û Hesîbe Ebdurrehman weke qiseger
amade bûn.
Iskender Hebeþ got, jiyaneke pirr bi zor û êþ jiyaye û di helbestên xwe de
ev rewþ neqiþandiye.
Li gel helbestên Hebeþ, panêl bi pirs û bersivan dewam kir.
Herwiha di çarçoveya rojên wêjeyê de îro pêþengeheke pirtûkan jî hat
vekirin.
Pirtûkên ku çapxaneyên Aram, Lis, Avesta, Belkî û Enstîtûya Kurd çapkirine
di pêþengehê de hatin nîþan dan û pêþengeh wê hetta roja Yekþemê vekirî be.
Îro herwiha guftûgo û sohbeta li ser mijara "Li Suriyê bênasnamebûn û Wêje
pêk hat, wêjevan Ibrahîm Mehmud û Mistefa Ismail jî tevlî guftugoyê bûn.
Þaîr Yuce Kayiran helbest xwendin, li ser mijara "wêjeya kurd li dîasporayê
jî" Firat cewherî û Çerkezê Reþ axivîn.
Girtîgeh nivîskaran digihijîne
Salîh Sezgîn, Nergîs Uzun û Mehmet Taþdemîr wek axaftvan tevlî gotûbêja di
bin banê çalakiyên 4. Rojên Wêjeyê yên ku ji aliyê Þaredariya Bajarê Mezin
ve tên lidarxistin de bi mijara “Pirtûkên ku di girtîgehê de tên nivîsîn û
belgekirina tiþtên ku hatine jiyankirin” bûn. Nergîs Uzun der heqê jiyana
girtîgehê de agahî da û li ser kêmasiyên berhemên ku li hundir tên nivîsîn
sekinî. Uzun da xuyakirin ku mirovên ku di temenê ciwan de dikevin hundir ji
ber ku têra xwe xwedî tecrûbeya jiyanê nîn in ev rewþa wan li ser nivîsên
wan bandorek neyênî dihêle û dibe sedem ku berhemên tên nivîsîn ji aliyê
wêjeyî ve kêm bimînin. Mehmet Taþdemîr jî got ku Diyarbekirê ji vegotinên li
ser bajêr xeyal kiriye û Diyarbekir bi her tiþtên xwe mijaran pêþkêþî wêjeyê
dike. “Wêje û girtîgeh pir diþibin hevdu. Li hundir mirov hestên wek xemgînî
û kederê zêde dijî. Ev jî dike ku yên hundir berê xwe ber bi wêjeyê ve
bikin.” Ji bilî wêjeyê tu tiþt nikare hestiyariya li girtîgehê tê jiyankirin
îfade bike. Salîh Sezgîn di axaftina dawîn a panelê de demên ku li benda
dardakirinê bûye û dema ku ketiye hundir xwendin-nivîsandina wî tune bûye
vegot. Hovîtiya li Girtîgeha Diyarbekirê hate jiyankirin ew ji nivîsandinê
re naçar hiþtiye. “Dema ez ketim hundir fikreke min a wek ku ez bibim
nivîskar tune bû. Lê min hevalên xwe yê ku li cem min þewitîn dîtin. Min
mirovên ku li ser betonê sibe bi wan de dihat û di îþkenceyan re derbas
dibûn dîtin. Diviyabû ku min ev bianîna ziman.” Di dema vegotinan de hate
dîtin ku temaþevan nekaribûn hêsirên çavên xwe ragirin.
Roman masûm nîn in
S. Rûken Þengul a akedemîsyen di gotubêja bi mijara “Wek qada temsîliyetê
tundî- Di romanên tirk de kurd, serhildan û jin” de got; temsîla di romanan
de bi tevgerên mîlîtarîst re di heman xetê de ne. Þengul rexneyên giran û
cidî ji romanên demên pêþîn yên komarê û yên demên dawî de dertên yên
populer re anî û çend mînak ji lehengên jin yên di romanên Ahmet Altan û
Zulfu Lîvanelî da. Þengul got ku di romanan de jinên kurd wek kesên ku divê
ji hevserên xwe yê feodal bên xelaskirin tên dîtin û xelasiya jina kurd bi
þabûna sûbayê tirk re tê sîmgekirin. Þengul îfade kir ku temsîliyeta di
romanan de wek qada þer tê fêmkirin û peywirek viya wek ku tevgerên leþkerî
rewa dike heye. Ayþe Kulîn di berhema xwe de bi lehengek ku Leyla Zana
temsîl dike re gotûbêjê dike û heman nêrîn di vir de jî heye. Nivîskarê kurd
Mehmet Uzun jî ji vê nêrîna serdest bandor girtiye. Gotûbêja li Eywana
Sînemayê ya Burhan Karadenîz ya ku eleqeyeke mezin dît bi pirs û bersivan
bidawî bû.
Diyarbekirê ‘Ahmed Kaya’ ji bîr nekir
Di çarçoveya Rojên Wêjeyê de hunermend Ahmet Kaya di salvegera mirina xwe ya
li penaberiyê de hate bibîranîn. Li Salona Þanoyê ya Þaredariya Mezin
girseyeke mezin ya bi heskirên Ahmet Kaya tijî, bi dirûþmeyan, sînevîzyona
jiyana Ahemet Kaya guhdarî kirin. Þaredara Baglera Yurdusev Ozsokmenler,
Serokê Meclîsa Þaredariyê Îhsan Ugur, nivîskar Migirdiç Margosyan û gelek
nivîskar û wêjevan tevlî bîranînê bûn. Koma Muzîkê ya Þaredariya Mezin
konserek da. Dema strana Ahmet Kaya ya bi navê ‘Beni Burada Arama Anne’ hate
gotin temaþevan xemgîn bûn. Bi dengê xwe yê zirav Dîlek Alpaslan stranên
Kaya got û bi deng û rengê jinê þîroveyeke cuda û xweþ pêk anî. Ji aliyê
Lîstikvana Þanoya Þaredariya Mezin Handan Çapanoglu ve helbest hatin
xwendin. Temaþevanan jî bi wê re ‘Gîderim’ û ‘Bahtiyar’ gotin. Ji
Televizyana Chavez komek Katalan ku dokumentereke li ser Kurdan çêdikin jî
tevlî þevê bûn û bîranîn tomar kirin.
Dengbêj lehengên civakî diafirînin
Li ser mijara ‘Bîra Civakî û Dengbêj’ di bernameyê de dengbêj Tahsînê Pasûrî
jî klamên curbecur got. Her wiha Abîdîn Parilti der barê dengbêjiyê de agahî
da û got ku lehengên di stranên dengbêjan de ne ji aliyê civakê ve wekî
model tên dîtin. Parilti wiha got: “Dengbêj dema stranekê çêdikin û distrên
li bersiva pirsên wek ‘ez kî me, ez çi dikim, ez dixwazim çi bikim, ez
civakê çawa fêm dikim û ez civakê çawa têr dikim?’ digerin…”
‘Di Dîwanê de yên herî qedirbilind dengbêj in’
Her wiha Parilti axaftina xwe wiha dewam kir: “Klamên dengbêjan yên giran
hene, yên bi livdar hene. Yên livdar di dawetan de bi roj têne gotin. Lê yên
giran tenê di þevên pîroz de li dîwanan tên gotin. Dengbêj di dîwanê de yê
herî qedirbilind e. Ne mîr, ne beg li dîwanê di ser dengbêj re nîn e.
Dengbêj li gora dilê xwe dikare bistrê. Hinek dengbêj li gund û bajarokan
digerin, hunera xwe pêþkêþ dikin û debara xwe dikin. Ev dengbêj rehet in. Lê
yên ku li gel mîr an jî began in bi wan re diçin þer, tevlî çalakiyan dibin.
Ev dengbêj jiyana eþîran û bûyerên ku dijîn dibêjin. Di sala 1850’yî de bi
Begîtiya Bedirxaniyan re çand û zimanê Kurdî hate qedexekirin. Ji ber vê
dengbêjî bi paþ ket. Lê di van 20 salên dawî de piþtî ku Kurdan mafên xwe
bidest xist dengbêjî dîsa her diçe bi pêþ dikeve. Dengbêjî nirxeke Kurdan e.
Ev dengbêjî nirxeke ku li qada navnetewî Kurdan temsîl dike ye. Divê teqez
Kurd vê nirxa biparêzin.”
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|