|
Çand,Hûner,Zimanê Kurdî
Rotînda û Albûma wî ya
dawîn"Jan-ar"
ALBÛM-ANALÎZ
Etem FERQÎN /
HAWARDENGÛBAS
11
Sermawez,2006
weþandin:11:03:22 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,AMED--
Albûma nû ya Rotînda bi navê "Jan-ar" piþtî Ewrûpa li bakûrê Kurdistanê
jî derket.Janar albûma 6.emîn ya Rotîndayê.
Rotînda hunermendeke girîng mûzîka
Kurdî ya hemdem e û rola wî di berfirehtir bûna qada livîna mûzîka Kurdî de
nayê înkar kirin.
Rotînda him bi bikaranîna deng rengên
rojavahî berfirehtir kirina baweþîna mûzîka Kurdî alîkarî kir û him jî bi
nêzîk bûna xwe ya berpirsyar mûzîka Kurdî ya gelêrî beyî ku bingeha wê xera
bike pêþkeþ kir.
Janar pêþketina mûzîka Rotînda nîþan nedaye
Mixabin di albûma dawîn de bi
þarezarîya wî ya mûzîkê pêþketina mûzîk qelîteya ku her albûma Rotînda de
bilinditir dibû wek sekinîye xuya dike.
Stranên albûma "Janar" mixabin tama
stranên wek "Diçim diçim" ,"Na na" û "Çi bikim" a "Sîser"ê, "Benda
teme","Bihuþt", "Gimgimê" ya "Naygotin" an jî "Felek" ,"Li te gerîyam" û
"Þehnaz"a "Li te gerîyam" nade.
"Jan-ar" ji alîye hunermendekî nû ve
hatibûya çêkirin em dikarîbûn bêjin albûmeke gellek serkeftîye. Lê mirov bi
avayekî xwezayî ji ber pêþketina giþtî ya mûzîka Kurdî û Cîhanî,pêþketina
teknolojîyê û rabirdûya mûzîkal ya Rotînda albûmek pêþtir û cewaztir hêvî
dike.Divê vê nirxandin jÎ li gor vê yekê were fam kirin.Bê guman bi giþtÎ
"Jan-ar" ne albûmek xirab e.
Di "Janar" de 12 stran cîh digrin.Bi
taybetî di staranan de bê ahengîya gotinên stranan derdikeve pêþ.Di albûma
"Sîser" de newayên cazz di "Naygotin " de jî newayên rock bi avayekî biaheng
hatibû pêþkeþ kirin Rotîndayê de."Li te gerîyam" jî ne wek wan 2
albûman be jî jî di hundirê xwe de xwedî ahengê bû.
Di her albûma Rotînda de derketina
pêþ ya þêwazekî ji alîyê pêþketina mûzîkê de nîþaneyek baþ bû.Her wiha di
albûmên "Naygotin" û "Li te gerîyam" de bikaranîna koma kemanan ya senfonîk
jî kurahî û bedewîyek nû tevî mûzîka Rotînda dikir.
Lê di "Janrar" de tevlîhevîya
bêqerarîyê þêwazê xwe nîþan daye.Di "Janar" motîfên pop-dîsko jî bi piranî
hatine bikaranîn lê mixabin ji alîyê sound û aranjeyê de ji asta mûzîka
cîhanê paþ de maye.
Wek tê zanîn teybetmendîya mûzîka
Rotînda de "peyam dan" jî cihekî girîng digre.Peyam dan bo tevgera rizgarÎya
Kurdistanê û bo hiþmendîya gel rolekî pozÎtîf dileyze.Lê endîþeya "peyam
dan" ê di "Janar" bi rê li ber vebûnên nû girtîye.
Di albûmê stranên wek
"Zanîbû","Biçilmisî","Tu" çend stranên balkeþin û derdikevin pêþ.
Di albûmên Kurdî de mijarek heye ku
hevgirtina Kurdî bûna wan albûman xirab dike,ew jî xwendina stranên bi
zimanên din e.Li bakûr piranî stranên Tirkî tê xwendin.Ev nexweþî li baþûrê
Kurdistanê jî bi xwendina stranên Erebî ,Farsî an jî Englîzî rû da ye.
Rotînda jî di "Janar" de stranekî
Tirkî(bi zaravaya ezerî) xwendîye.Berga(grafîka bergê) albûma Rotînda jî bi
pêþketina mûzîka Kurdî ya demên dawî û bi cihê Rotînda yê di mûzîka Kurdî de
li hev nehatîye.Di spasnameya bergê de jî gelek xeletîyên rêzimanî heye.Bi
taybetî hemû tîpên "î" wekî "i" hatine nivîsandin.Her wiha di beþa orkesrayê
de jî bi avayekÎ bêwate zimanê Tirkî hatîye bi karanîn.Wekî mînak li þûna
"gîtara bê perde" "Perdesiz gitar" an jî li þûna "þêwira nîgarî" "girafik
tasarým" an jî li þûna "çap" "baský" hatîye bikaranîn.
Heman kêmasî û paþdemayîn di klîba
Rotîndayê de jî heye.
Bê gûman belkî berga albûmê ne ewqas
girînge.Lê em biçûk bûna bazara mûzîka Kurdî pirsgirêka mp3'an bidin
berçevan divê hunermend û çêkerên kurd hin zêdetir girîngîyê bo mijarên wisa
û rêbazên bazargerîyê. Kes ji çêkerên mûzîka kurdî ji hêzên wan zêdetir
xebat hêvî nakin lê kêmasîya wan a herî mezin baþ bikarneanîna delfetên heyî
ne.
Janar li gel hemû kêmasîyên xwe
dewlemendîyek nû tevî mûzîka kurdî jî dike
Bêguman li ber Rotînda de gellek albûmên pêþketir heye
Beramberî wan þîroveyên min dixwazim
dîyar bikim ku li gorî min Rotînda hê kesekî ciwan e û bê guman ew di
albûmên xwe yên pêþde bergehên nû weke bo mûzîka xwe û mûzîka Kurdî.
Albûmên Rotînda
Çar Stêrk
(1991)
Kedkar
(1993)
Gûlên Mezrabotan
-1 (Albûma
zarokan / stran / aranje)(1994)
Sîser
(1996)
Naygotin
(2001)
Li Te Gerîyam
(2003)
Gûlên Mezrabotan
-2
(Albûma zarokan / stran / aranje)(2005)
Janar
(2006)
Janar
/ 2006 / Kom Mûzîk / Rotînda
12 Stran
Aranjor / Derhêner:F.Ugurdemir
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|