|
Kofîyên jinên Kurd winda dibe
09
Adar,2007 weþandin:15:39:29 (GDK)
Kofiyên
jinan ên ku bi hezar salan e wekî remza kamilbûnê û ji keçiniyê ber bi
jinbûnê ve gav avêtinê temsîl dikin êdî cihê xwe di mûzeyan de digirin. Kofî
di heman demê de wekî remzeke çanda civakê jî tên qebûlkirin.
Jinên li bajarên bakurê Kurdistanê yên wekî Semsûr, Riha, Elezîz, Dêrsim û
Amedê dijîn vê kofiyê bi kar tînin. Lê êdî nifþên nû yên jinan vê
kevneþopiyê nadomînin.
Li Semsûrê poþiyên rengîn û kofiyên nexþandî yên di dema dergirstîbûnê de
dihatin bikaranîn ji bo keçan dihatin wateya ji keçiniyên ber jinbûnê ve gav
avêtinê. Di vê dema jiyanê de ji bo jinan wateyeke taybet a kofiyê hebû û
wekî remzekê dihate bikaranîn.
DEMA DERGISTÎBÛNE…
Ji bo keçan lixwekirina hoyratan û li hemberî cinsê din nazdarîkirinê wekî
dem bi dawî dibe. Divê gavê ber bi kamilbûnê ve bavêjin û xwe ji bo zewacê
amade bikin. Hingê êdî kofî dibe remzek û keçên gavê ber bi zewacê ve
diavêjin wê li xwe dikin.
Di dema dergistîbûnê de di nav diyariyên ji aliyê zilam ve hatin de ya herî
biqîmet kofî bûye. Ji ber qebûlên civakî di dema dergistîbûnê de kesên dilê
xwe daye hev nedikarîn bêne ba hev û hev bibînin. Ji dergistiyan zilam diçû
bi destên xwe kofiyek distand û reng û nexþeyên wê wî tercîh dikirin. Ev
kofiya ji aliyê zilam ve hatiye tercîhkirin wekî diyarî ji bo dergistiyê
diçû û li xwe dikir. Bi westeya kofiya ku ji aliyê zilam ve hatiye
diyarîkirin dergistiyan hev û du hîs dikir. Piþtî jinekê kofî danî ser serê
xwe divê heta mirinê ji xwe neke.
KAL BI KAR TÎNIN
Kofiya ku wekî Þarî Surme jî tê zanîn ji taseke ji sifir hatiye çêkirin,
þar, kefî, eþarp û ji taca zîvî pêk tê. Jineke Semsûrî ya bi navê Fatma
Ayhan ku ev 70 sal e kofî ji ser serê xwe ranekiriye vê kevneþopiyê wiha
vedibêje: “Ez hêj di 15 saliya xwe de dema keçeke ciwan bûm ketim
dergistiyê. Hêj nû ji dema zarokatiyê derdiketim. Wê demê her tiþt xweþiktir
bû. Ne dert ev qas hebûn û ne jî nexweþî. Jiyan ji bo min rengîn bû. Di
rojeke ku ez di nava van hestan de dijîm hatim xwestin. Roja paþtir dayika
min ez gazî kirim û ji min re got ku ez dê ji niha þûnde çawa tevbigerim,
cilên çawa li xwe bikim, tev yek bi yek ji min re vegot. Daxwaza wê ya
yekemîn ew bû kofiya ku dergistiyê min ji bo min kirî bû li xwe bikim. Li
aliyekî kêfa min dihat li aliyekî jî xemgîn dibûm. Piþtî wê axaftinê min fêm
kir ku ji bo min demeke nû dest pê kiriye. Di destpêkê de dayika min û jinên
li derdorên min ji bo pêçana kofiyê bûn alîkar, piþtre jî ez bi xwe li
pêçana kofiyê hîn bûm. Ji wê rojê þûnde ye ez vê kofiyê li xwe dikim. Bi
þevê jî kofiya xwe ji serê xwe nakim. Dema ji serê xwe dikim serê min
diêþe.”
RUHIYETA JINÊ DIDE DER
Fatma Verilmeza ku 60 salan zêdetir e kofiya xwe ji ser serê xwe nedaniye,
dema qala kofiya xwe dike þopên hemû temenê wê li ser rûyê wê dixuyin û
çavên wê dibiriqin. Fatma Verilmez wiha dest bi vegotinê dike: “Kofî
kevneþopiyeke ji dayika me bo me mîras maye. Bêyî wê nabe. Di dema me de jin
bi kofiya xwe dihatin nasîn û îtibar didît. Dema we li kofiya jinekê
dinihêrt we ruhiyeta wê hîs dikir. Rengên kofiyê rewþa ruha jinê ya ku tê de
ye dida der. Ev jin þad û bextewar e, xemgîn e; dema we li kofiya wê
dinihêrt we fêm dikir. Heke vê jinê hevserê xwe winda kiribe dema we lê
dinihêrt ji rengê kofiya wê ya reþ we fêm dikir.”
EV KEVNEÞOPÎ JÎ DIMIRE
Gulê Temîra ku kofiya xwe hinekî bilindtir dipêçe, niha ji ciwanan bi gazinc
e û xemgîn e ku li derdorên xwe yeka ku pêçana kofiyê pê bide hînkirin peyda
nake. Gulê Temîr jî wekî pîrejinên din dikeve heyfa windabûna kevneþopiya
kofiyê û wiha dibêje: “Kes êdî girêdana kofiyê nayne hizra xwe. Dibe ku em
bibin nifþê dawî yê ku kofî pêçaye. Ev kevneþopî jî dê ligel me winda bibe.
Ev yek min diêþîne. Ciwanên niha tu wateyê nadin kofiyê. Dibêjin ‘çi hewceyî
ev qas zehmet û giraniyê ye.’ Lê dema hûn li kofiyê hîn bûn ne zehmetiya wê
dimîne ne jî giraniya wê. Dema hûn lê hîn bûn êdî ne mimkûn e ku hûn dest jê
berdin. Li derdorên xwe dinêrim, dibînim ku kesê hînbûna kofiyê ji bo xwe
bike meraq nabînim. Ez bawerim ku ev xweþikatî jî dê ligel me bimire.”..
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Çand û Huner
|