|
Abbas Ahmed bi
albûma xwe dawîn a "Bi Tenê" pêþketina xwe îspat kir
ALBÛM-ANALÎZ:
ETEM FERQÎN / HAWAR DENGÛBAS
30
Gulan, 2007
weþandin:15:52:09 (GDK)
AMED,bakûrê
Kurdistanê (HAWAR DENGÛBAS) -- Hunermendê bi navûdeng a mûzîka
folk-rock a Kurdî abbas Ahmed bi albûmeke cihêreng û serkeftî vegeriya.
Albûma dawîn ya Abbas Ahmed bi
navê "Bi Tenê" li bakûrê Kurdistanê jî derket bazarê."Bi Tenê" albûma 5'emîn
yê Abbas Ahmed e.
"Bi Tenê" ji 11 stranan pêk tê.Di
albûmê de straneke xirab nîne.Abbas Ahmed di albûmên xwe yên pêþîn de bi
taybetî bi þêwaza xwe di albûma "Deynek (1997) de bi texlît bûna Ciwan Haco
dihate tawanbar kirin.
Lê Abbas Ahmed bi albûma xwe ya
"Barana tirsê (2000)" ji xwe re ser xêza mûzîka modern-rojavayî ji Ciwan
Haco cûdatir þêwezeke din peyda kir.
"Bi
Tenê" berhemê pêþketina Abbas Ahmed e
Abbas Ahmed di warê kalîteya
mûzîkê de bi vê albûmê xwe gihandiye asteke bilind û bo mûzîka Kurdî jî
derîyên cihê reng vekirîye.
Abbas Ahmed jî newa û bingehên
mûzîka Kurdî di stranên xwe de bi kar tîne.Di albûma "Bi Tenê" de li gor
albûma berê ya bi navê "Mêvana Xewnê" (2003) cûdatri kêmtir cîh daye newayên
mûzîka Kurdî ya gelêrî û klasîk.Niha di sektora mûzÎka Kurdî de %80 yê an bi
temamî an jî albûman nêzî mûzîka kurdî ya gelêrî têne çêkirin.Hemû awa û
þêweyên ku di mûzikên Cihanê de tê bikaranîn di mûzika Kurdî de jî beyî ku
dejenere bikin divê were bikaranîn.Her Kurdekî ne divê berê ku mûzika gelêrî
a Kurdî hez bike.
Ger ciwanekî Kurd biwaze mûzika rock guhdarî bike divê ev bikaribe ku bi
zimanê xwe vê þêweyî guhdarî bike.Di mûzika Kurdî de divê rock jî, cazz
jî,ragge jî,blues jî,hip-hop jî,punk jî,disco jî ango hemû þêweyan were
pêþxisitin.Li vir de xala girîng qeliteya mûzika ku tê îcra kirin e.Li þûna
zalveyê divê pêþxistin were esas girtin.Ango di mûzika Kurdî de rock çêkirin
ev rock li gor pîvanên mûzika Kurdî be.
Di mûzika modern a Kurdî de rola Ciwan Haco dîrokîye.Têr neke jî îro bi saya
riya ku Ciwan Haco vekirîye,gelek albûmên bi awayên
rock,pop-folk,pop,ent-cazz û hwd. ketiye nav arþiva mûzika Kurdî.Ger derbarê
yekem pêþengên mûzika Kurdî behs bikin.Divê navê yekem koma rocka Kurdî Koma
Wetan(1974), Abbas Ahmed,Mirady,Jan Axîn,Mehmet Atli,Koma Çar Newa,RocKurd
(ji baþûrê Kurdistanê),Sozdar,Rotînda,Koma Dengê Azadî,Koma Caz Piya,Koma
Zelê Melê û hin navên din jî ji bîr nekin.
Li gor vê rewþê helwesta Abbas
Ahmed bo pêþketina mûzîka Kurdî ya hemdem helwesteke baþ e.
Di "Bi Tenê" formên rock,folk-rock
û soft rock zêdetir derdikevin pêþ.Albûm bi saundeke baþ hatiye tomar kirin
û bi profesyonelî hatiye aranje kirin.Di albûmê de bi giranî ensturmanên wek
gîtara elektro,gîtarên bass,keybord,synthesizer,saksafon,trompet û dahol(bi
avayekî soft) hatine bikarnanîn.Piraniya mûzîk û gotinên stranan aîdê Abbas
Ahmedê ye.
Di albûmê de mûzîkjenên wek Jochen
Daniel, Heval Haco, Haco Haco, Gerd Bracht, Gereon Homan, Matthias Rethman,
Andreas Schleicher, Richard Bracht, Rainer, Herêm, Ako Ýnayat, Dilovan,
Kathrin Mander, Gulnaz Haco cîh girtine.Piranîya wan navan di albûmên berê
ya Abbas Ahmed de jî cîh digrin.
"Bi Tenê" ji Kom Mûzîkê ve hatiye
derxistin.Heta niha albûmên Abbas Ahmed ji Ses plakê derdiket.Em hêvî dikin
ku albûma Abbas Ahmed nebe qurbana helwasta demên dawî yê di warê qelsîya
belav kirin û nasandina albûmên Kom Mûzîkê de.
Albûma Abbas Ahmed yê dawî "Bi
Tenê" ger ji þîrketeke mezin ve hatibaya derxistin û bi reklamake baþ
bihatibaya belav kirin bi hêsanî dikarîya bi albûmên heman þêweyî yên cîhanî
pêþbrikî bikira.
Wisa xuyaye ku "Bi Tenê" wekî
albûmên din yê Abbas Ahmed bibe klasîkek û bi salên dirêj ji alîyê
hezkiriyên mûzîka hemdem ya Kurdî bê guhdarî kirin û bo hunermend û komên
din jî bibe mînakeke baþ.
Abbas Ahmed bi "Bi Tenê" careke
din xuya kir ku ger li dû wî piþtgiriyek profesyonelî hebe di vê þêweyê de
dikare bibe stêrkeka navdar û serketî ya mûzîka Kurdî.Hûn jî "Bi Tenê"
bikirin û þahîda vê yekê bin.
Abbas Ahmed li gor serkeftî bûna albûmên xwe kêm tê nasîn
Mixabin Abbas Ahmed bi qasê
serkeftî bûna albûmên xwe nayê naskirin.Di vê rewþê de kêm derketina di
medyaya dîtbarîya Kurdî de û nebûna klîbekeke baþ ya Abbas Ahmed jî heye.
Çawa ku Ciwan Haco ji ber pêþketî
serkeftî bûna xebatên xwe ji alîyê girseyeke mezin yê ne-Kurd ve jî tê
guharî kirin û derîyên mûzîka Kurd bi saya Ciwan Haco bo cîhanê hate vekirin
bêgûman Abbas Ahmed jî bi xebatên xwe yên serketî namzetê vê yekê ye.
Abbas Ahmed kîye?
Abbas Ahmed di sala 1969'an de li
baþur-rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîye) hatiye dinye.Li Sûrîye
perwerdeya mûzîkê vergirt.Di 1990'an de dest bi xebatên xwe yên mûzîkê
kir.Di navbera salên 1990 û 1996'an de 5 albûmên amatorî weþand.1996'an koçî
Elmanyayê kir.Di wan salan de komek ava kir û bi vê komê di gelek deverên
Ewrûpayê konseran da.5 albûmên profesyonelî weþand.Keça Delal (1996),Deynek
(1997),Barana Tirsê (2000), Mêvana Xewnê (2003) û Bi Tenê (2007).
Abbas ahmed yek jî hunermendê herî
serkeftî ye ku þêweyên mûzîka cîhanî lê mûzîka Kurdî guncandîye. Abbas Ahmed
bi taybetî þêweyên pop-rockê bo di mûzîka xwe de bi karanî.Berhemên wî bi
taybetÎ ji alîyê ciwanên bajarî yên Kurdan ve hatiye hez kirin. (HAWAR DENGÛBAS
/ Beþa Çand û Huner)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|