|
Roja Cejna Zimanê
Kurdî hate pîroz kirin
14
Gulan, 2007
weþandin:15:52:09 (GDK)
Roja Cejna Zimanê Kurdî bi çalaki
û daxuyaniyên cur bi cur hate hate pîroz kirin..Civaka Îslamî ya Kurdistanê
bo rastharina roja zimanê kurdî peyamek weþand. Di daxûyaniya CÎKê de bal tê
kiþandin ser dijbertiya înkarkirina ziman di olan de û tê xwestin, ku xwedî
li zimanê kurdî were derketin.
KURDÝ-DER þaxê Wanê jî bi munasebeta roja cejna zimanê kurdî li kolana
hunerê daxûyaniyek da çapemeniyê.
Rêveberê Komeleyê Selîm Ozkan daxûyanî da û bi bîr xist, ku zext û
asîmîlasyona li ser zimanê kurdî dewam dike. Di daxûyaniyê de tê
destnîþankirin, 'gelekî bê ziman gelekî miriye' û peyam tê dayin, ku
pêþdebirina zimanê kurdî him erkekî mirovahî û him ya wijdanî ye.
Cejna zimanê kurdî li navçeya Þirnexê Bêþebabê jî hat pîrozkirin. Li navçeya
Culemêrgê Geverê jî, bi rasthatina roja cejna zimanê kurdî, Komeleya Lêkolîn
û pêþdebirina ziman kurdî Kurdî-der hat vekirin. Di dema vekirina komelyê de
þaredarê Culemêrgê Metîn tekçe, þaredarê geverê Salih Yýldýz, serokê giþtî
yê Kurdî-Derê Mehmet Mazhar Akbaþ û li gel nûnerên gelek rêxistinên civakî
bi qasî hezar kes amade bûn.
Yek ji rayedarên þaxê Kurdî-der a Geverê Qahir Bateyi axaftina vekirinê kir
û got, "di demeke wiha de ku zimanê me bi tunebûnê re rûbirû maye, vekirina
komleyekî wiha watedare û di warê xwedîderketina Gelê me ya li nirxên xwe
roleke mezin bileyize.
Paþê komele hat vekirin û di destpêkê de bi awayekî sembolîk dersa kurdî hat
dayin. Bi munasebeta 14 Gulanê cejna zimanê kurdî, vê êvarê li Paytexta
belcîka Burukselê, li navenda KNK resepsiyonek hat organîzekirin. Wekî din,
Meclisa Tevgera Perwerde û Hindekariya Kurdî ya Anqerê jî, bi munasebeta
rojê þahiyek li dar xist.
Li Amedê panela ‘Roja Zimanê Kurdî’
KURDÎ DER’ê bi armanca 14’ê Gulanê
Roja Zimanê Kurdî û Roja Dayîkan panelek li dar xist. Di destpêka panelê de
Rêveberê KURDÎ DER’ê Kemal Taþkin axaftina vekirinê kir û diyar kir ku wan
xwestiye kesên eleqedar hindik be jî dem veqetînin. Taþkin di axaftina xwe
de bal kiþand ser girîngiya ziman û wiha got: “Divê em her roj ji zimanê xwe
wext veqetînin û xwe hîn bikin.”
Piþtî axaftina Taþkin, Akademîsyen Qedrî Yildirim axivî. Yildirim li ser
girîngiya zimanê dayîkê rawestiya û got ku mirov nikare giraniya zimanê
dayikê di nava çend deqîqeyan de bînê ziman. Yildirim di axaftina xwe de li
ser ayetên Quranê rawestiya û destnîþan kir ku di ayetên Quranê de jî
girîngiyeke mezin ji bo zimanê dayîkê heye. Yildirim wiha got: “Di ayetên
Quranê de tê gotin ku her pêxemberê ku hatiye bi zimanê dayîka xwe wehiyên
wî olî ragihandine. Di Quranê de zimanê mirovan wekî mûcîzeyek tê
binavkirin. Ji ber vê yekê jî qedexekirina ziman ango jiholêrakirina ziman
tê wateya dijderketina ayetên Quranê jî.”
(Dîha,anf)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|