|
Korsan û mp3
zirarek mezin digihîne mûzîka Kurdî
20
Gulan, 2007
weþandin:15:52:09 (GDK)
DIYARBEKÎR,bakurê
Kurdistan (HAWAR DENGÛBAS) -- Di demên dawî de ji xeynî
bêhiþmendîya gelê Kurd û mp3'ên bêhiquqî bandoreke mezin ya CD'yên korsan
(CD û kasetên ku bi awayekî bêqanûnî bi avayekî amatorî têne çap kirin) ser
xetimîna bazara mûzîka Kurdî de heye.
Li Amedê þîrkta produksiyona mûzîka Kurdî Huner Muzik jÎ kampanyayek bi navê
"ji korsanê re na!" dane destpêkirin.Bo kampanyayê mudirîyeta Çandê ya
þaredarîya Amedê jî hatiye girtin.Li Amedê li gelek taxan afîþên "ji korsanê
re na!" hatine daliqandin.
Berpirsên Huner Mûzîkê da zanîn ku sektora mûzîkê di nava krîzêkê de ye û
diyar kirin ku hunermendan albûmên nû çê dikin lê di hêla hilberîna berhemên
cûdatir,pêþketîtir û cihêrengtir têngasî heye.
Tê diyar kirin ku bo çêkirina albûmeke mûzîka Kurdî kêm zêde 50 mîlyarê
tirkî(nêzî 40 hezar dolar) pêwîste.
Wek mînak albûma dawîn ya hunermend Diyar “Oxir Be Oxir” tenê 50 hezar heb
hatiye firotin.Tê dîyar kirin ku ev hejmar encax têrî mesrefên studyoyê têr
dike.Albûma Diyar ya Gulê bi resmî 150 hezar firotîye lê tê xuya kirin ku
korsana vê albûmê nêzî milyoneke ye.Ji ber vê yekê jî hunermend êdÎ naxwazin
albûm çê bikin.
Ev rewþ jî herî zêde zirarê digîne hilberîna çanda kurdî.Anga kesên ku li
þûna CD yê orjînal bikirin korsan dikirin heman demê de dibin sedema qels
bûna çanda Kurdî jî.Mînakeke din jî albûma dawîn ya koma Agirê Jiyan
e.Albûma pêþtir ya Agirê Jiyan nêzî 500 hezar heb li bakûrê Kurdistanê
hatiye firotin.Lê albûma dawîn ya Agirê Jiyan bi navê "De Were" tenê 50
hezar hatiye firotin.
Di demên dawî li ger ku hin hunermend albûmên xwe bi xwe amade dikin û
pêþkêþî þîrketan dikin dîsa jî albûmên wan nayê çap kirin.Her wiha delfetên
hunermendên Kurd nîne ku ji konser û telîf û promosyonan jî pere qezenc
bikin.
Rewþa mûzîka Kurdî dixin xeterê
Êdî rewþ hatiye asteke pir xeter û
ji ber vê yekê jî divê herkes hestîyar be û bi berpirsyarî tevbigere.
Tê diyar kirin ku para herî mezin ya têkoþîna bi korsanê re dikeve ser milê
devletê.Korsanvanî bi eþkereyî tê pêkanîn.Dewleta Tirk di vî warî de jî
xemsar e.Korsanvanî herî zêde zirarê li çanda kurdî,mûzîka Kurdî û zimanê
Kurdî digihîne.
Li bakûrê kurdistanê rewþa mûzîka Kurdî
Li bakûrê Kurdistanê piþtî rabûna
qedexeya ser mûzîka Kurdî di sala 1991an þûn de di mûzîka Kurdî de
pêþketinên mezin çêbûn û mûzîka Kurdî li bazara mûzika Tirkîye de cihekî
girîng bidest xist.
Lê wan 3 salên dawî ye ku di bazar û firotina mûzîka Kurdî de daketinek
berbiçav tê dîtin.Di nav sedemên vê daketinê de xwedî derneketina gelê Kurd
ya mûzika xwe pêk tê.
Mûzika Kurdî ku li bakûrê Kurdistanê çê dibe di her perçeyên Kurdistanê de
bi eleqeyekê mezin tê þopandin.Êdî di her þêweyê mûzîkê de albûm têne
derxistin,hejmara televîzyon û amûrên din yê medyaya Kurdî zêde bûne,heta li
gor mûzîkên cîranên Kurdan di mûzîka Kurdî de ji ber têkîlîya xurt a
mûzîkarên Kurd bi bi mûzîkarên bîyanî re zêdetir berhem û xebatên
ezmûnî(deneysel) têne afirandin lê dîsa jî bazara mûzîka Kurdî li gor salên
berê paþ dikeve
Ji ber sedemên derketina mp3 an,bi taybetî li bakûrê Kurdistanê nebûna
hiþmendîya netewî û tênegihîþtina girîngîya pêþketina Mûzîka Kurdî,amatorîya
þîrketên mûzîka Kurdî li bakûrê Kurdistanê ku ki zêdetirê 25 mîlyon Kurd
heye niha rêjeya firotina mûzîka Kurdî di nav bazara Mûzîka Tirkîye de
daketiye ji %6-7an ku ev hejmar berîya çend salan derdora ji%25an bû.
Ger Kurd bi vê avahî xwedî li mûzîka xwe dernekevin û biçin mûzika Tirk,Ereb
û Farisan gûhdarî bikin wê
rewþa mûzîka Kurdî ber bi pêþ de neçe û ev yek jî bbe sedama paþda mayîna
yek ji herî girîng ya þaxa çand û hûnera Kurdî. (HAWARDENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|