|
Li Amedê coþiya
konsera mîhrîcanê
02 Pûþper, 2007
weþandin:20:32:13 (GDK)
AMED,bakûrê Kurdistanê --
7. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê ji hêla þaredariya Bajarê Mezin a Amedê
ve tê organîzekirin, bi vekirina Meydana Deriyê Çiyê dok kir.Heskerên çand û
hunerê yên amedî piþtî beþdariya merasîma vekirina li Meydana Deriyê Çiyê bi
dahol û zurneyê heta Deriyê Rihayê meþiyan. Girseya li vir bi stranên Burhan
Berken, Koma Azad û Suavî heta derengiya þevê govend girt û demên xweþ
derbas kirin.
‘Bajarên navdar bi meydanên xwe tên nasîn’
Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ku li vir bi kurdî axaftinek
kurt kir, bal kiþand ser dîroka Amedê. Baydemîr, diyar kir ku hemû bajarên
navdar bi meydanên xwe tên nasîn mînak nîþan dan.
Berken girse coþand
Piþtî axaftina Baydemîr Koma Reqasên Gel a Navenda Çand Rojê lîstikên çanda
kurdî pêþkêþ kirin. Li dû pêþandana lîstikên koma govendê, girse ber bi cihê
konserê Qada Deriyê Rihayê ve dest bi meþê kir.
‘Sekna we ji bo aþtiyê girîng e’
“Ez vê sekna we ya bi mêranî û mêrxasî pîroz dikim. Gelê Amedê gelek
qehreman e. Hûn her tim li ser piyan rawestiyan. Li hemberî tu tiþtî we serê
xwe ne tewand. Ji bo vê yekê ez ji xizmetkariya we rûmetdar im. We her tim
aþtî, demokrasî û azadî xwest. Piþtî axaftina Baydemîr Koma Azad ku 20’emîn
salvegera damezirandina xwe pîroz dike, derkete ser dikê. Koma Azad bi
stranên xwe yên cur bi cur gel coþand. Piþtî Koma Azad Suavî derket ser dikê
û bal kiþand ser girîngiya mîhrîcanê.
Suavî, diyar kir ku ev netenê mîhrîcana stanan e, di heman demê de li
hevanîna çand, huner û demokrasiyê ye. Piþtre Suavî bi stranên klasîk ên cur
bi cur gel coþand. Di konsera heta derengiya þevê dom kir de, girseyê jî
govend girt û keyf kir.
(Dîha)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|