|
Kurd çûn ezmanê
08 Tebax, 2007
weþandin:12:27:09 (GDK)
Koma mûzîka Kurdî ya bi navê
Komapel ku li edeneê xebatên xwe di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya de
dimeþînin di warê sektora mûzîka Kurdî û di qada medyaya dîtbarî ya Kurdan
de xebateke di mijarê xwe de "pêþî"ye derxistin holê.
Gruba Çêker ya Wekfilm bo strana 'Reþê' ya koma klîbeke cihêreng kiþandin.di
klîbê de çûyîna kurdan bo ezmanê weke mijar hatiye bikaranîn.Klîp aku bi
delfetên biçuk hatiye kiþandin de 5 kes rol girtîye.Di klîbê de serpêhatiyên
ciwanên Universîteyî bi siwar bûna wesaît(mekîk)'a ezmanê destpêdike.Ciwanên
ku li kokpîtê cihê xwe digrin þalûþapikê gelêrî ya Kurdan li xwe kirine.
Ciwan rêwîtiya fezayê bi þal û þapik temam dikin. Di valahiya fezayê de jî
bi tevî kincên xwe stran dibêjin. Di vê beþa klîbê de kincên ku di roja me
de têne lixwe kirin û þal û þapik têne muqayesekirin. Bi vî awayî balê
dikþînin ser girîngiya parastina çanda herêmî ya li hemberî nûjeniyê. Klîba
ku ji ber bêderfetiyan di 6 mehan de hatiye kiþandin, 5 deqîqe dikþîne. Ji
ber ku ev yekem car e di sektora kurdî de tiþtek wiha tê çêkirin, xuya ye ku
wê demeke dirêj qala vê klîbê bê kirin.
Berpirsyarê Wekfilm Prodüksiyon û derhênerê klîbê Hasan Akgul, got ku bi
Komapel re civînek çêkirine û ji bo vê klîbê di vê civînê de biryar girtine.
Akgul balkiþand ser armanca klîbê û wiha got: “Me xwest ku em nîþan bidin ku
çanda kurd di çi serdemê de dibe bila bibe, dikare bê jiyandin. Loma jî me
di klîbê de cih da newayên kurd.” Akgul da zanîn ku efektên klîbê, di
kompîturê de çêkirine.
© HAWAR DENGÛBAS 2007

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|