|
KURDÎ-DER xebatên
xwe xurtir dike
27 Tîrmeh, 2007
weþandin:13:12:43 (GDK)
Komeleya Lêkolîn û Pêþvexistina
Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ji bo xebatên zimanê kurdî di nava gel de bidomîne
û hiþmendiyekê der barê ziman de biafirîne di 25’ê gelawêja 2006’an de bi
awayekî fermî hate avakirin. Piþtî avakirina KURDÎ-DER’ê 7 mehan kongreya
xwe ya yekemîn di 7’ê rêbendana 2007’an de pêk anî.
Serokê Giþtî yê KURDÎ-DER’ê Mazhar Aktaþ, diyar kir ku ji ber daxwazên li
Wan û Geverê þaxên komeleyê vekirine û armanca wan ne ew e ku li gelek cihan
þax bêne vekirin. Aktaþ, li ser hejmara endamên komeleyê wiha got: “Li
navendê zêdetirî 150 kesî endamên me hene, li þaxên din jî; li Wanê jî
zêdetirî 200 kesî ne, li Geverê jî li dora 100 endamê me hene. Li gelek
bajaran jî endamên me yên wekî xwezayî hene.” Aktaþ, li ser têkiliyên xwe û
saziyên din jî sekinî û got ku ji ber ew saziyeke nû ne, hê têkiliyên xwe bi
saziyên din re tam dirust nekirine. Aktaþ, axaftina xwe wiha dirêj kir: “Em
hêj nû ne. Wekî nebatan em hêj ‘dupelî’ ne. Me hêj xwe baþ nedaye nasandin.
Daxwaza me ew e ku bi hemû saziyên ku li ser kurdî dixebitin re em têkiliyên
xwe xurt bikin. Kes û saziyên ku li ser zimanê kurdî bixebitin em bi tevan
re dixebitin û dixwazin bixebitin. Em bi Enstîtuya Kurdî ya Amedê, ya
Stenbolê, Azadiya Welat û yên din re dixebitin.”
‘Emê xwe bijihînin her derê’
Aktaþ, li ser xebatên ku heta nikirine jî sekinî û axaftina xwe wiha domand:
“Li gelek cihan me semîner û panel li dar xistin. Li Amedê, li Rihayê û
gelek cihên din. Gelek kes tev lê bûn. Em girîngiya ziman li deran, li
saziyan tînin ziman. Guftûgoyên me li ser vê ne. Xebatên me yên pratîk, wek
xebatên atolyeyê hene. Di xebatên atolyeyan de bi qasî 300 kesî me di
perwerdehî û hîndekariya kurdî de derbas kiriye. Di van xebatan de me
encamên serkeftî bi dest xistine.” Aktaþ da zanîn ku heta niha li ser
bultenekê dixebitin, ji bo xebatên Kurdî-Derê bêne diyarkirin û wiha got:
“Em li ser zimanê kurdî, wekî hîndekariya zimanê kurdî, bi navê Em Zimanê
Xwe Hîn Dibin beþ bi beþ her rojên çarþeman wekî gotar di rojnameya Azadiya
Welat de têne weþandin. Her wiha xebatên me li ser ferhengan heye. Ferhengên
þaxên zanistî. Wek hiqûq, erdnîgarî, felsefe û hwd. Di van hêlan de peyv û
têgînên ku têne bikaranîn em berhev dikin û em ê di pêþ de binirxînin. Niha
em xebatên xwe ne bitenê ji bo herêmekê bikin, em dixwazin her herêmê welat
jê sûdê bigire, bigihîje her aliyê welat. Ji ber vî awayî em pir berfireh û
hûr û kûr xebatên xwe dimeþînin. Armanca me ew e ku zimanekî yekgirtî hebe,
baþûr û bakûr û rojhilat û rojava tev ji hev fêm bikin.
© HAWAR DENGÛBAS 2007

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|