|
Navenda Çand û Hunera Mîtanî vebû û 'Þahiya
Merhaba Apê Musa Huner' bi dawî bû
06 Gulan, 2008 weþandin:22:10:32 (GDK)
MÊRDÎN , bakûrê Kurdistanê -- Li Navçeya Nisêbîna Mêrdînê vekirina
Navenda Çand û Hunera Mîtanî (MKSM) bû festîvala 'Merheba Apê Musa Huner'.
Gelek siyasetmedar, hunermend, rewþenbîr beþdarî vekirinê bûn. Di vekirina
navendê de Þaredarê Nisêbînê Mehmet Tarhan, xwest ku merasîma Xelatên
Rojnamevanan a Musa Anter, li Navendê pêk bînin.
'Þahiya Merhaba Apê Musa Huner' ku 3 rojan dom kir, bi konsera dawiyê, 0bi
coþeke mezin ji bo saleke din dîsa ji hunerê re bêje ‘Merheba Apê Musa
Huner’ bi dawî bû. Di dawiya þahiyê de Þaredarê Nisêbînê Mehmet Tarhan, bang
li ciwan û jinan kir ku xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.
Nîsêbînî 3 rojan bi beþdarbûna hunermendên derveyî bakur rojên bi coþ derbas
kirin. Di konseran de beþdarbûna stranbêjan, di wêjeyê de beþdarbûna
helbestvanan, di panelan de nîqaþên li ser ziman û nasnameyê û fîlm û
þonayan bernameyeke têr û tije hat pêkanîn.
Li Nisêbînê 'Þahiya Merheba Apê Musa Huner' ku bi vekirina Navenda Çand û
Hunera Mîtanî dest pê kir, bi konsera ku gelek hunermendên kurd tevlî bûn,
bi dawî bû. Di þahiya ku ji aliyê Þaredariya Nisêbînê ve hate organîzekirin
de bi hezaran kes amade bûn. Þaredarê Nisêbînê Mehmet Tarhan ku di dawiya
þahiyê de axaftin kir, diyar kir ku ji ber vekirina navenda çand û hunerê
gelekî kefxweþ in û wiha got: "Gelek kesan ji min re digot 'di þûna tu
cihekî wiha vedikî de, wî pereyî li ser çêkirina kolan û kuçeyan bide'. Lê
li gorî min çêkirina navendeke wiha, hêjayî çêkirina hemû kuçe û kolanan e.
Ji bo çêkirina vê navendê ne poþman im." Tarhan, xwest ku gelê Nisêbînê
xwedî li navenda çandê derkeve û bang li ciwan û jinan kir ku xwedî li ziman
û çanda xwe derkevin.
Pîþtî axaftinê, Hozan Çaçan bi stranên xwe û Behramo jî bi kemençeya xwe
girseya qerebalix coþandin. Hunermendê kurd Armanc jî, strana ku ji bo Ugur
Kaymazê ku bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re li Navçeya Qosera Mêrdînê ji aliyê
hêzên awlekariyê ve bi 13 guleyan hatibû kuþtin, hetiye nivîsandin, got.
Herî dawî Xêro Abbas derket pêþberî guhdaran. Xêro Abbas berî ku dest bi
stranan bike axaftineke kurt kir û wiha got: "Þaredariya Nisêbînê Navendeke
çand û hûnerê ya wekî qesrekê vekiriye. Bi vekirina Navenda Çanda Mîtanî re,
we dîroka kurdan a 4 hezar salan anî vir."
Helbestvanên kurd hatin cem hev
Di çarçoveya þahiyê de, li Salona Konferansê ya Navenda Çand û Hunera
Mîtanî, bernameya pêþkeþkirina helbestan pêk hat. Helbestvanên kurd Fatma
Savci, Arjen Arî, Jana Seyda û Ehmed Huseynî, bi helbestên xwe demên
hestewar bi kesên ku salon tije kirin, dan jiyîn. Helbestavanan der barê
helbestvaniya kurdî de hêstên xwe anîn ziman û dan zanîn ku zimanê kurdî,
zimanê helbestan e. Helbestvan Ehmed Huseynî, diyar kir ku gelê kurd û
wêjeya kurd birçiyê helbestvaniyê ye û destnîþan kir ku divê ciwanên kurd di
hêla nivîsandina helbestên kurdî de bi xwe bawer bin.
Þanoya ‘Rastî’ û filmê ‘Nîvê Heyvê’
Di çerçoveya þahiyê de li Salona Þanoyê ya Navenda Çand û Hunera Mîtanî,
lîstika bi navê ‘Rastî’ ku ji hêla Navenda Çanda Baharê ve hatiye
amadekirin, hate pêþkêþkirin. Þanoya ku rastiya civakê dide nîþandan
eleqeyeke germ dît. Her wiha piþtre, li heman cihî, sînemaya ‘Nîvê Heyvê’ ku
derhêneriya wê Bahman Ghobadî kiriye, hate nîþandan. Fîlmê ku bi piranî
zarok beþdar bûn bi baldarî hate temaþekirin.
Xwedî li wêje û zimanê kurdî derkevin
Panela ‘Zimanê Kurdî û Wêje’ bi beþdarbûna nûnerên gelek rêxistinên civakî
yên sivîl û gelek kesan li Navenda Çanda Mîtanî hate li darxistin û di
panelê de bang hate kirin ku xwedî li zimanê kurdî bê derketin. Serokê
Enstituya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, Zana Farqînî, Alaattîn Aktaþ, Firat
Cewherî wekî panelîst beþdarî panelê bûn. Alaattîn Aktaþ axaftina destpêkê
ya panelê kir û bal kiþand ser asîmilasyonê. Aktaþ, da zanîn ku ji berê de
asîmilasyon di dibistanan de û di nava civakê de bi darê zorê dihate kirin,
lê niha oto-asîmilasyona li ser kurdî tê meþandin. Serokê Enstituya Kurdî ya
Stenbolê Samî Tan jî li ser perwerdehiya zimanê kurdî rawestiya û wiha got:
“Çawa dest destê min e û ji bo bi kar bînim ji kesî destûr naxwazim, divê ji
bo perwerdehiya zimanê xwe jî em destûrê ji tu kesê nexwazin. Dewlet niha di
hêla perwerdehiya ziman ve ketiye deqîqeyên dawiyê. ”
Nivîskar Zana Farqînî jî, li ser standardbûna zimanê kurdî rawestiya û diyar
kir ku herêm bi herêm, bajêr bi bajêr û heta gund bi gund devokê cuda hene û
ev tiþt anîn ziman: “.Standardbûna zimanê kurdî encax tu bi xwendin,
nivîsandin û dan û standinê dikarî bi pêþ bixî.” Nivîskar Firat Cewherî jî,
li ser ziman û nivîsandinê rawestiya û da zanîn ku ji bo zimanek bi pêþ
bikeve divê di hêla nivîsê de bi pêþ bikeve.
(diha)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner

|
|