|
Benazîr Butto ya esl-Kurd di suîkastekî de bi avayekî hovane hate qetl kirin
27
Berfanbar (Kanûn), weþandin:16:22:21 (GDK)
|

Dîmena
dawîn ya Benazîr Butto |
RAVALPÎNDÎ, Pakîstan (HAWAR
DENGÛBAS) -- Serokwezîra berê ya Pakîstanê Benazîr Butto ku di
encama êrîþa bombeyî ya di dema mitînga li bajarê Ravalpîndiyê pêk hatî de
bi giranî birîndar bibûn, jiyana xwe ji dest da.
Pakistan bi êrîþeke bombeyî hejiya, Serokwezîra berê Benazîr Bûto jî, di nav
de, gelek kes mirin.
Êrîþ di mîtînga hilbijartinê ya serokwezîra berê Benazzîr Bûtto de pêk hat.
Rayedarên pakistanî diyar kirin ku, di encama êrîþê de Bûtto jî di nav de,
bi dehan kes mirine.
Berî demekê jî, di dema pîrozbahiya vegera Bûtto de jî, êrîþeke întixarî pêk
hatibû, lê belê Bûtto ji êrîþê bêbirîn rizgar bû bû.
Bûtto piþtî surguniya bi salan, berî çend hefteyan vegeriyabû welêt û hertim
bi tehdîtên hêzên îslamîst rû bi rû dima.
2 meh
berê ji sirgûnê vegeriya bû Rewþa siyasî ya
Piþtî heþt salên ku wê biryara xwe ji welat
derketibû, serokwezîra berê ya Pakistanê Benazir Bhutto 19Ê kewçerê de vegeriya
bû Pakîstanê
gihîþte bû bajarê bender yê Karaçî ku ji dayik bûye.
Dema ku xanim Butto ji firroka xwe ya ji Dubai hate xwar stêrk ji çavên wê
barîn û goti bû ku ew hêvî dike ku ew dê karibe karekî bi dilê gelê Pakistanê bike.
Bi sedan hezar xelk li kolanên Karaçî ketibûne rêzê û ala bilind kiribûn û
bi wêneyên wê kolanan xemilandibûn dema ku ew nav bajêr geriya bûn.
Evarê konvoya ku Butto jî têde hebû rastî êrîþeke bombeyî hati bû û di encamê ji
zêdetirê 100 kes jiyana ji dest dan.Butto ji êrÎþê bê brîndarî rizgar bû bû.
Beriya hatina Butto îstixbarata
Pakîstanê îxtîmala êrîþên wisa bi lêv dikirin. Tê diyar kirin ku dibe ku bi
vê êrîþê hilbijartinên giþtî jî ku dê di 8 ê Rêbendanê (Çile) de bê pêk anîn
were betal kirin.
Pakîstan
wekî bombeya ber teqînê ye
Rewþa siyasiya Pakîstanê çendîn
salin di nava xircireke mezin de ye.
Serokê Pakîstanê Muþerref ku bi darbeyeke hati
bû ser rêveberiyê meha rabirdû jî bi nîv-darbeyeke rewþa awarte îlan kiri
bû 2ê Kanûnê de merasîmeke sond xwarinê dev ji serfermandariya artêþa Pakîstanê berda
bû.
2 Sermawezê de bi îlan kirina rewþa awarte û girtina dadwer û parêzvanên
Îslamîyên radikal li Pakîstanê çalakiyên protestoyî destpêkiri bû. Li
Pakîstanê di serîde hêzên îslamîst gelek hêz têkoþîna desthilatdariyê dikin.
Wisa diyar e ku rojên tevlîhêv û dijwar li benda gelê Pakîstanê ye.
Kurte jiyana Benazîr Butto
Butto 21ê hezîrana 1953'an de li Kereçî ji daiyk bû. Siyasetvaneka Pakistanî
e ku jina herî pêþîn bû li welatekê Îslamî bû serokwezîr. Bênezîr du caran
bûye serokwezîra Pakistanê, cara pêþîn li 1988ê û cara duyê li sala 1993ê.
Dema jibo caran pêþîn bûye serokwezîr,piþtî 2 mehan ji aliyê serkomar Xulam
Îshaq Xan ve bi tawanên berguman yên gendlî û fesadê ji karî hat ladan.
Cara duyê jî piþtî sê salan (li sala 1996ê) ji aliyê serkomar Farûq Lexarî
ve bi heman tawanan hat ladan.
Bênezîr ji sala 199ê û vir da li sirgonê dijîya. Ew li 19ê Çirya Pêþîn a
sala 2007ê vegeriya Pakîstanê.
Bênezîr dot a mezin ya serokwezîrê ji kar ladayî yê Pakistanê Zulfeqar Elî
Buhto ye. Babê Zulfeqarî jî Sir Shah Nawaz Bhutto bû.
Bênezîrê felsefe, siyaset û aborî li Zanîngeha Oksfordê xwîndine. Wê
bawernameyek jî li Zanîngeha Harvardê wergirtiye.
Diya wê Kurd bû
Bavûkalên
Zulfeqarî ji Sindê bûn. Dayka Bênezîrê, Begum Nusret Buhto j Kurdên
Pakistanê ye. Benazzîr Butto di çend hevpeyvînên xwe de ragihandibû ku eslê
wê Kurd e. Navê dayîka Benazir Buttoyê, Nusret Butto ye. Ji bo nezaketê jê
re her Begum Nusret Butto hatiye gotin.
Peyva ”begum”
wek xanzade û xanim hatiye bi kar anîn. Ew, keça kurdekî Kermanþahê bûye,
kal û bavên wê ji Kurdistana Îranê ne. Bavê Nusret Xanimê bi bazirganiyê ve
mijûl bûye.
Butto çend
caran jî piþtgiriya xwe bo doza rewa ya gelê Kurd diyar kiribû.
( HAWAR DENGÛBAS, Rdm, Reuters
/ ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Cîhan
|