|
Cîhan
Bûyereke Dawî ya Terorîzma Faþîstên Tirk;
"Hrant
Dînk Hate Kuþtin"
21
Rêbendan,2007 weþandin
07:34:39 (GDK)
HAWAR-DENGÛBAS,Faþîzm
û Terorîzma Tirkan beramberî Kurdan û neteweyên din herî dawî jiyana Hirant
Dink girt.
Kujerê Hrant Dink îro ji
aliyê bavê xwe ve hatibû gilîkirin. Piþtî ku bavê wî agahî da polîsan,
polîsan bav û çend kesên din girtin bin çavan. Piþtî demeke kin jî Ogun
Samast li Samsûnê hate girtin.
Rojnamevanê Ermenî ya bi
navûdeng Hrant Dînk ku derbarê wî de bi îddaya “heqeret kirina Tirkbûnê” doz
hatibû vekirin roja Þemîyê katijimêr derdora 15:50'an de di encama bûyereke
teroristî de hate qetl kirin.
Hrant Dink li pêþiya rojnameya Agos ku gerînendeya giþtîyê vê rojnameyêye ji
aliyê kesekî nenas ve hate kuþtin.Dînk, bi 3 guleyên ku ji sîng û serê xwe
xwar, li cîhê buyerê can da.
Þahidên buyerê diyarkirin ku êrîþkar kesekî temenê wî di navbera 18-19 salî
de bûye û bi kum û montê spî bûye.
Kujdara Hrant Dink ji alîyê kemaryên ewlehîyê ve hate tespît kirin û piþtî
bûyerê 2 kes hate binçav kirin.
Piþtî kuþtina Hrant Dînk bi hezaran kes ber bi cihê kuþtina Hrant Dînkê ve
çû.Piþtî saet 20.00'an bi hezaran kes li qada Taksîmê ya Stanbolê kom bûn
êrîþa hovane bi dirûþmên "Dewleta Kujer","Em Hemû Hrant Din'in","Em hemû
Ermenî ne" û "Bijî aþtî û biratîya gelan" þermezar kirin.
Piþtî vê suîkastê hemû rayedarên dewleta Tirk daxûyanîyên þermezarîyê li
beramberî kuþtina Hirant Dink weþandin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê R. Tayyîp Erdogan destnîþan kir ku bi tu provokasyonan
Tirkiye ji riya wê nayê derxistin û anî ziman ku dê reformên demokratîk dom
bikin.
"Em hemû Hrant'in!"
Li Mêrsînê nêzî hezar kesên li hev kom bûn, heta ber Cemiyeta Rojnamevanan a
Mêrsînê meþiyan û qetilkirina Gerînendeyên Giþtî yê Rojnameya Agos Hrant
Dînk þermezar kir. Dema kom hate ber avahiya cemiyetê, kevokên li meydanê
firiyan.
Endamên KESK, TMMOB, TTB, DÎSK û Yekîtiya Hekimên Diranan a Tirk qetilkirina
Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dînk meþek li dar xist û bi sloganên, "Em
hemû Hrant Dînk in", "Em hemû Ermenî û Kurd in" berteka xwe anîn ziman.

Bi
hezaran kes li qada Taksîmê ya Stanbolê kom bûn êrîþa hovane bi dirûþmên
"Dewleta Kujer" þermezar kirin
Bûyer di medyaya tirk
û Ewrûpayê de jî di rêza yekemîn de ye
Bûyer di medyaya tirk û Ewrûpayê
de jî di rêza yekemîn de ye û hemu rayedarên YE û rayedarên DYE kuþtina Dînk
þermezar kirin.
Diasporaya Ermenî û hikumeta Ermenîstan ji ber qetlîma Hirant Dînk dewleta
Tirk þermezar kirin.Tê payîn û piþtî vê bûyerê diaporaya Ermenîstan hin
bêtir bo pejirandina komkujîya Ermenîyan hewl bidin.
Pêvajoya ji
darizandina ber bi kuþtina Hrant Dink
Li dijî Hrant Dînk îddaya “heqeret
kirina Tirkbûnê” doz hatibû vekirin.Doz li ser gotareke Dink ya li rojnameya
Agos(www.agos.com.tr)
de hatibû weþandin hatibû vekirin.
Li dijî Hrant Dînk wek di Orhan Pamuk de li Tirkîyeyê marûzî kampanyayekê
êrîþên faþîstên Tirk ma bû.Li medyayê heta kolanan ku faþîstên Tirk ji xeynî
Tirkan hemû pêkhatên Tirkîye înkar dikin û êrîþ dikin û tehemmulî vegotina
rastîyan nakin.
Hrant Dînk berovajî Ermenîyên din hin nermtir û erênîtir beramberî kiryar û
polîtîkayên dewleta Tirk tevdigerîya.
Piþtî dozê û kampanyaya êrîþkarî û lînç krinê tehdîtên cur bi cur ji Dink re
hatibû þandin.Helwesta medyaya Tirk û dewleta Tirk bû bû sedem ku êrîþkarîya
þovenên Tirk beramberî Hrant Dînk û Orhan Pamuk hate bilind kirin û fît
kirin.Hrant Dînk bi êrîþa dawî jî hate kuþtin.
Li Tirkîye wekî her carê li dijî ramanê helwestekê þovenî hat nîþan
dide.Dewleta Tirk û faþîstên Tirk tu carî tehemmullî avakirina demokrasîyê û
azadîya ramanê nakin.
Hrant Dînk ku hertim ji aliyê
hêzên ser bi dewletê ve hedef dihat nîþandan, sala 1954an li Meletiyê ji
dayik bûye.
Ji sala 1996'an bi vir ve, nivîskarê sereke û gerînendeyê giþtî yê rojnameya
Agos'ê bû.
Hedefa Qetla Hrant
Dînk
Li gor texmînan çend îxtîmala qetl
kirina Hrant Dînk heye.Îxtîmala yekemîn deshilatîya veþartîya dewleta
Tirk,hêzên þoven yê tirk,arteþa Tirk,dijminên Kurdan û gelên din,kemalîstên
faþîst, çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji berjewendîyên
xwe ji demokratîze bûna ji dest didin bo ji nû ve serdest kirina faþîzm û
paþve girtina hin destkeftîyên Kurdan û anîna desthilatîyeke faþîst û
milîtarîst û rûxandina desthilatîya hikumeta AKP ye.
Îxtîmaleke din jî ji alîyê kes an jî çend kesên nezan û þoven ve li ser fît
kirin û navtêdanê ya medya û derdorên þoven wek bûyereke munferÎt hatibe
çêkirin.
Dewleta Tirk û
qirikirina Ermenîyan
Di 24`ê Nîsana 1915`an de
rêveberiya Osmanî, jin, mêr, zarok, ciwan û kal negot, bi sed hezaran ermenî
û asûrî qetilkirin.
Bajar, navçe, bajerok, gund û mezrayên ermenî lê dijîyan, vegerandin gola
xwînê. Ev komkujî, wekî komkujîya yekemîn a sed-sala 20`mîn di rûpelên
dîrokê de cih digirt.
Li ser komkujiya bi mirina bi sedhezaran kesan re, 90 sal derbas bû, lê, hê
jî rêveberiya Tirkiyê, komkujiyê înkar dike.
Terorîzma bênavber ya
faþîstên Tirk û dewleta Tirk
Di maweya 80 salê de gelê Kurd û
dijberên rejîma faþîst ya Tirkan beramberî gelek hewlên zordarî û çewsandinê
re rûbirû man. Di destpêka salên 80an de li Kurdistana bakur û Tirkîyê
cunteya leþkerî hat ser hukm. Bi hezaran Kurd û çepgir hatin girtin û
kuþtin. Zilm û zordarîyên nedîtî li ser gel pêk anîn. Li Tirkiyê her çiqas
partiyên curbecur dibin hikumet jî desthilatdarî hertim di destê generalan
de ye.
Di dîroka Tirkîyeyê de bi sedan bûyerên wek kuþtina Hitant Dînk û êrîþên cur
bi cur çê bûye û her carê Dewleta Tirk ser van bûyeran girtîye.Komara Tirk
her carê de bûyeran wekî bûyerekê minferît nîþan dide.Lê êdî zêdetir
têkîlîyên berjewendîxwaz û þoven navbera arteþa Tirk,polîsên
Tirk,sermayedar,medya,dewleta kûr û sîyasetê tê zanîn.
Bi dest xistina hin mafên biçûk li Tirkîye bi giþtî li bakûrê Kurdistanê bi
taybetî hêzên nijadperest , arteþa Tirk,dijminên Kurdan,kemalîstên faþîtst,
çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji berjewendîyên xwe winda
dikin dixe nava tirsê û êrîþên bi vî rengî derdikevin holê.
Li Tirkîye nivîskar û rojnamevanên wek Tirk û Kurd wek Abdi Ýpekçi (1979),
Umit Kaftancýoðlu (1980), Sami Baþaran (1989), Çetin Emeç (1990), Musa
Anter(Apê Musa) (1992), Uður Mumcu (1993), Metin Goktepe (1996), Kutlu Adali
(1996), Ahmet Taner Kiþlali (1999) Û bi sedan rojnamevan,nivîskar û kesên
sivîl û bêtawan ji alîyê hêzên nijadperest ,arteþa Tirk,dijminên
Kurdan,kemalîstên faþîtst, çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst ve hatin kuþtin.
Her wiha wek di bûyerên Susurluk û Þemzînanê jî tu carî tawanbarên bûyeran
bi vî rengî nehatin darizandin û tu bûyer jî nehatin ronî kirin.Li Tirkîye
fikr û hizrên rast an jî ne rast nayê tehemmul kirin û li þûna dîyalogê û
têgihêþtinê ser mirovan kuþtin tê ferz kirin. (HAWAR
DENGÛBAS / Ajansan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Cîhan
|