|
Dmitriy Medvedev di riya Putin de dimeþe
31
Adar, 2008
weþandin 01:45:56 (GDK)
MOSKOW, Rûsya -- Serok
komarê bijartiye Rusyayê ragihand ku di warê siyaseta derve, siyaseta
Velademir Putin berdewam dike.
Dmitriy Medvedev li hevpeyvîna bi
rojnama Financial Times xwest ku di navbera Rusya û Îngilîzê da peywenda
normal hebe.
Dmitriy Medvedev her wiha li hemberê damezirandina sîstema mertala mûþekî li
axa Ewropayê û endametiya Ukrayn û Gurcistanê di nav NATOyê nerazîbûna xwe
nîþan da.
Serok komarê Rusyayê welatên
rojava muxateb girtin û bi wan re got: Moskova mîna berê di meydana siyaseta
derve da bi awayekî qahîm û îstam gavan davêje. Dmitriy Medvedev desnîþan
kir: di navbera dewrana serok komariya Velademir Putin û dewrana serok
komariya min da wê tu ferq û cudatiyeke serekî tunebe.
Gelê Rûsya li gel hemû
kêmasiyan tiþtan piþtgiriya
Putîn dikin
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn Medvedev weke Xelefê xwe diyar kiribû û
encamên hilbijartinan berî hilbijartinan diyar bû bû. Muxalefet rêveberiya Kremlînê bi
dîktatoriyê tewanbar dike.
Plana Putîn ev bû ku serokdewletî bikeve destê kesekî nêzî wî û bi vê avayî
bi piþtgiriya Medvedev Pûtîn ji careke din bibe serokwezîr û di
desthilatdariya Rûsyayê de bimîne û piþtre jî dîsa bibe serokdewlet..
Li gor pisporên sîyasî encama han ji nû ve bihêztir bûna Rûsyayê pêk tê.
Her çiqas li Rûsyayê di warê
demokrasiyê de gelek kêmasî hebin jî ji nû ve pêþketina aborî û hêza
sîyasiya Rûsyayê gelê Rûsya piþtgiriya Putînê dikin.(HAWAR DENGÛBAS / ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
         
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Cîhan

|