|
Zapetero careke din bi ser ket
11
Adar, 2008 weþandin:16:45:32 (GDK)
MADRÎD, Spanya --
Li Spanyayê 35 mîlyon hilbijêr çûn ser
sindoqan.
Ji sindoqan jî wekî dihat payin,
Partiya Sosyalîst ya Serokwezîr Jose Luis Zapatero derket.
Partiya Sosyalîst bi girtina ji sedî 43.7'ê dengan bû yekemîn û Partiya Gel
ya mûxalefetê jî ji sedî 40.1'ê dengan girt.
Dengên Partiya Sosyalîst girtin, ji bo hukumeteke bi serê xwe têr nakin û ji
ber vê jî tê payin Zapatero bi hin partiyên Bask û Katalan hukumeta
koalîsyonê ava bike. Li spanyayê hilbijartin di 4 salan de tê pêk anîn.
Êrîþa sûîqestê
rewþa Baskê û aloz kir
Li welatê Baskê kevnesosyalîst
(42) rastî sûîqestê hat. Daxuyaniyên ku ji aliyê hikûmetê ve tên dayîn
rêxistina ETA’yê tê sûcdarkirin. Wezîrê Hundirîn ê Îspanyayê Alfredo Perez
got ku berpirsê vê sûîqestê ETA ye. Muxalefeta nijadperest a Îspanyayê jî
ETA sûcdar kir û got: “Berpirsê sûîqestê ETA ye”.
Tê gotin ku kuþtina Carrasco herêm aloztir û tevlêhevtir kiriye. Serokwezîrê
Îspanyayê Jose Luîs Rodrîguez Zapatero jî piþtî vê sûîqestê jî daxuyanî da û
got: “Ew ê destûr nedin ku ETA mudaxeleyî hilbijartinan bike. Her ku diçe
ziman þoriya navbera ETA û Zapatero zêde dibe.
Wek tê zanîn di 2006'an de li gel hemû hewlên astengkirinên muxalefeta
Spanyayê Serokwezîrê sosyalîst ya Spanyayê Jose Luis Rodrigez Zapatero bo
pêkanîn aþtîyê bi ETAyê dest hevdîtinan kiribÛ lê di 2007'an de hevdîtin qut
bûbûn û ETA jî agirbestê bi dawî kiribû.
Welatê Bask û ETA
Welatê
Bask di nav Spanya û Frensayê de hatiye perçe kirin û niha 7 bajarên Baskan
heye(herrialdes).
ETA jî
di sala 1958ê de bo serxwebûna Welatê Bas jialîye grubekebiçuk hatie
avakirin.Wateya navê rexistina ETA -Euskadi Ta Askatasuna- ango “Welatê Bask û Azadî “ ye.
Heta
niha bo nasandina Welatê Bask û kêþeya Baskan ETA bi sedan çalakîyên bi çek
li dar xistîye û di encama wan êrîþan de bi giþtî nêzî 1000 kes mirîne.
Çalakîya
herî bi navûdeng a ETAyê êrîþa ser serokê partîya Gel Spanyayê Rose Maria
Azdar bû.
ETA ji
Filîstinê heta Rûsya,Frensa û ji gelek welatan û ji wek rexistinên IRA(Arteþa
Komarê ya Irlandayê) piþtgirî girtîye. Rexistin
di 24 sal berê jî baskê xwe ya sîyasî “Herrî Batasuna” avakiri bû.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
         
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Cîhan

|