|
Li Libnanê pevçûn û aloziya ber bi dawî bûnê diçe
12
Gulan, 2008 weþandin: 15:34:26 (GDK)
BEYRÛD,
Libnan --
Li Libnanê di navbera Hîzbullah û hêzên mixalîf ku dixwazin
hikumetê birûxînin û bi alîgirên hikumetê de pevçûn û aloziya ku rû dabû
ber bi dawî bûnê diçe .
Serokê partiya demokrat ya Derûziyên Lubnanê wek Nunerê aliyê
deshilatdar yê Lubnanê bona muzakire kirina bi aliyê derveyê hikûmetê re
hate kifþ kirin.
Welîd Cunbelat serokê
Derûziyên Lubnanê roja yekþemê Telal Erselan Serokê partiya demokrat ya
Derûziyên Lubnanê wek Nunerê aliyê deshilatdar yê Lubnanê bona muzakire
kirina bi aliyê derveyê hikûmetê re kifþ kir û hêvî kir ku pevçûnên
navxweyî li Lubnanê zû bi dawî bin.
Hêzên ewlehiya Lubnanê
ragihand ku di navbera hêzên Velîd Canbolat û dijberên hikûmetê de þer
qewimiye û di encama vî þerî de 4 kes hatine kuþtin. Canbolat dijberê
Sûriye û piþtgirên wê yên li Lubnanê ye.
Li Lubnanê þer roja çarþemê dest pê kir û heta bi îro 20 kes hatin
kuþtin. Lê fikar hebû ku ev þer berfirehtir bibe. Heke rayedarên artêþa
Lubnanê polîtîk tevnegeriyana û biryarên xwe paþve negirtana þerê
navxweyî dê li hemû deverên Lubnanê belav bibûya.
Hizbulah piþtî ku þer dest pê kir rojavayê Beyrudê girt kontrolê. Li vê
herêmê sunî rûdinin û ji ber vî þerî gelek suniyan cih û warên xwe
terikandin. Lê piþtî ku bi a Hizbulaha Lubnanê hat kirin milîs ji nav
bajêr vekiþiyan kesên cih û warên xwe terikandin dest bi vegerê kirin.
Tê gotin ku piþtî vê li Lubnanê biryarên ku hikûmet bigire ku ne bi
destûra Hizbulahê be nakeve meriyetê.
Artêþa Lubnanê bi daxuyaniyekê
aþkera kir ku biryara ji bo Tugeneral Vefîk Þakîr paþve girtine. Þakîr
fermandariya ewlehiya balafirgeha Beyrudê dikir. Hêzên navneteweyî ji
ber bûyerên li Lubnanê diqewimin di nav fikaran de ne.
Di daxuyaniyê de wek ku Hizbulahê dixwest fermandarê ewlehiya
belafirgehê dê peywira xwe bidomîne. Lê artêþê ji Hizbulahê xwest ku
mîlîsên xwe ji kolanan vekiþîne. (ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Cîhan

|