|
Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar bû serokê nû yê Rusya
07
Gulan, 2008 weþandin: 05:34:26 (GDK)
MOSKOW,
Rûsya --
Serokê Rusya Dmitry Medvedev û serokê berê Vladimir Putin di torena sond
xwarina serokatiyê de peyama hevkariyê dan.
Dmitri Medvedev wek serokê nû yê Rusya sonda kar wergirtinê xwar. Serokê
dadgeha federala Rûsiya Valerî Zorkin jî ragihand, ku Dîmitrî Mîdvîdîv
serokê Yekîtîya Rûsiya ye.
Dîmitrî Mîdvîdîv 42 salî ye û
di hilbijartinên evê dawîyê yên Rûsiya de ji %70.28 ji dengên dengdaran
bi dest ve anîbû.
Medvedev di riya Pûtîn de ye
Serok
komarê Rusyayê demek berê diyar kiri bû ku di warê siyaseta derve, siyaseta
Velademir Putin berdewam dike.
Dmitriy Medvedev her wiha li hemberê damezirandina sîstema mertala fuzeyî li
axa Ewropayê û endametiya Ukrayn û Gurcistanê di nav NATOyê nerazîbûna xwe
nîþan da.
Serokkomarê Rusyayê welatên
rojava muxateb girtin û bi wan re got: Moskova mîna berê di meydana siyaseta
derve da bi awayekî qahîm û îstam gavan davêje. Dmitriy Medvedev desnîþan
kir: di navbera dewrana serok komariya Velademir Putin û dewrana serok
komariya min da wê tu ferq û cudatiyeke serekî tunebe.
Gelê Rûsya li gel hemû
kêmasiyan tiþtan piþtgiriya
Putînê dikin
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn Medvedev weke Xelefê xwe diyar kiribû û
encamên hilbijartinan berî hilbijartinan diyar bû bû. Muxalefet rêveberiya Kremlînê bi
dîktatoriyê tewanbar dike.
Plana Putîn ev bû ku serokdewletî bikeve destê kesekî nêzî wî û bi vê avayî
bi piþtgiriya Medvedev Pûtîn ji careke din bibe serokwezîr û di
desthilatdariya Rûsyayê de bimîne û piþtre jî dîsa bibe serokdewlet..
Li gor pisporên sîyasî encama han ji nû ve bihêztir bûna Rûsyayê pêk tê.
Her çiqas li Rûsyayê di warê
demokrasiyê de gelek kêmasî hebin jî ji nû ve pêþketina aborî û hêza
sîyasiya Rûsyayê gelê Rûsya piþtgiriya Putînê dikin.(HAWAR DENGÛBAS / ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Cîhan

|