|
Ji nû ve Berlusconî hat
16
Nîsan (Avrêl), 2008 weþandin: 19:34:39 (GDK)
ROMA,
Îtalya
--
Ev bû sê car ku di hilbijartinên Îtalyayê de Belusconî bi ser dikeve û
dibe serokwezîrê Îtalyayê. Berusconî di serdemên xwe yên borî yên
desthilatiyê de pirtir bi nelirêtiyan hat rojevê.
Her wiha skandalên cur bi cur
jî dema desthilatiya Berusconî hejand.
Li gora rêjeya dengên ku hatine bidestxistin Sîlvîo Berlusconî (71) di
hilbijartina giþtî ya Îtalyayê de careke din jî bi ser ket.
Belusconî li Îtalyayê medyayê
jî di destê xwe de digire. Gelek hawirdor serkeftina Belusconî bi hêza
medyayê ve girê didin. Heke ne ji vê hêzê be ne mimkûn e ku partiyek ew
qas bi skandalan hatibe rojevê di hilbijartinan de bi ser bikeve.
Belusconî diyar kir ku ew ê bi muxalefetê re bixebite. Li gorî hesabên
hatine kirin Berlusconî ji sedî 47’ê dengan girtiye, partiyên çepgir jî
ji sedî 38’ên dengan standine.
Koalîsyona çep
hilweþiya
Hukumeta
Îtalyayê 2 meh berê ji ber îstifaya Wezîrê edeletê Clemente Mastella û ji
koalîsyonê vekiþîna partiya jî, bi krîzeke mezin re rû bi rû ma bû. Wezîrê
edeletê Clemente Mastella ji ber îdîayên sûcdariyê yên derbarê jina wî de,
ji wezîrtiyê îstifa kir û partiya xwe ya xwedî 3 parlementeran UDEUR jî, ji
koalîsyonê vekiþandi bû.
(hawardengubas.com)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Cîhan

|