|
Li Îtalyayê gel dîsa diçe ber sindoqan
10
Nîsan (Avrêl), 2008 weþandin: 02:34:29 (GDK)
ROMA,
Îtalya --
Ji ber ku, Serokê Senatoya Îtalyayê
Franco Marînî nekarî hukumeta demî ava bike, doh Serok-komar Gîorgîo
Napolîtano neçar ma parlemen fesix kiribû û biryara hilbijartinên pêþwext
dabû.
Hilbijartin dê di 12 û 13'ê nîsanê de pêk bên.
Serokwezîrê Îtalyayê Romano Prodî meha derbasbûyî, ji ber nekarîbû ji
parlemenê dengê baweriyê bigire, îstifa kiribû û rê li ber hilbijartinên
pêþwext vekiribû.
Li gorî anketên heta niha jî, eniya partiyên rastgir ya di pêþengiya
serokwezîrê berê Sîlvîo Berlusconî de, li pêþ xuya dike.
Li Îtalyayê li gel ku kêm roj bo
hilbijartinana maye di rojevê de rola Dêrê ser siyasetê tê nîqaþ kirin.
Nifusa îtalalyê nêzî 60 mîlyonê ye û nîvî zêdetir jî Katolîk in.
Koalîsyona çep
hilweþiya
Hukumeta
Îtalyayê 2 meh berê ji ber îstifaya Wezîrê edeletê Clemente Mastella û ji koalîsyonê
vekiþîna partiya jî, bi krîzeke mezin re rû bi rû ma bû.
Wezîrê edeletê Clemente Mastella ji ber îdîayên sûcdariyê yên derbarê jina
wî de, ji wezîrtiyê îstifa kir û partiya xwe ya xwedî 3 parlementeran UDEUR
jî, ji koalîsyonê vekiþandi bû.
(hawardengubas.com)
)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Cîhan

|