|
NATO kom bû û Frensa leþker diþîne Efxenistanê
03 Nîsan (Avrêl), 2008 weþandin:09:45:03 (GDK)
|

|
BUKREÞ, Romaya --
Serokdewlet û Serokwezîrên 26 welatên NATO’yê civiyan. Civîn li paytexta
Romanya Bukreþê pêk tê.
Di rojeva civînê de krîza Makedonyayê heye ku Yewnanîstan ji bo
endamtiya wê veto bi kar bîne, windakirina îtîbara NATO’yê ya li
Afganistanê û pirsgirêka Kosovayê mijarên germ tên dîtin û tê gotin ku
dê li ser vana berfireh bê rawestandin.
Pirsgirêka Kibrisê jî ku tê gotin bi giranî ji Tirkiyeyê diqewime jî
mijara germ a civînê ye û dê berfirehî li ser wê bê rawestandin. Ji
aliyê leþkerî ve jî tê xwestin ku fermandariyên di bin fermana NATO’yê
de ne bên xurtkirin. Rayedarên NATO’yê yên sivîl û leþkerî bi yek dengî
tengasiyan tînin ziman. Li gorî vê yekdengiyê tengasiya herî mezin jî ji
Afganistanê diqewime. Rayedarên sivîl û leþkerî dixwazin kêmasiyên li
Afganistanê bên bersivandin.
Civîn bi dayîna þîva êvarê dest pê dike. Serokê 26 welatan dê di xwarinê
de amade bin. Heta 4’ê nîsanê jî dê bidome. Piþtî civînê dê encamnameya
hevpar û hin belgeyên cur bi cur bên ragihandin.
Di civînê yek ji mijara sereke
biryara leþker þandina Frensayê bo Efxenistanê bû. Sarkozy diyar kir ku
dê100 leþkerên din bêne þandin.
Gelê Frensayê naxwazin
eskerên Fransî li Efxanistanê bên zêde kirin
Li gor nûçeyeke Associated Press ji Parîsê, li gor jêpirsînkê ku encamên
wê duh hatin belav kirin, 68% piþkdarên vê jêpirsînê neyarê pilana
Sarkozy serok komarê vî welatî ya zêde kirina eskerên vî welatî li
Efxanistanê ne û 15% wan vê planê qebûl dikin.
Sarkozy gotibû ku wê bi qasî
1000 eskerên Fransî li eskerên NATO yên li Efxanistanê zêde bike, lê
raydarên vî welatî hejmara tame eskerên zêde îlan nekirine. Eva li
halekê daye ku Sosyalîstên neyarê dewleta Fransa îlan kirine ku wê li
parlemana vî welatî da li dij pilana þandina eskerên zêde bo Efxanistanê
derkevin. Niha 2200 eskerên Fransî li Efxanistanê ne.
(ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Cîhan

|