|
Keça Îtalî ya aþtiwaz ji aliyê Tirkan ve hate qetl kirin
14
Nîsan (Avrêl), 2008 weþandin: 20:34:02 (GDK)
Meçeka Îtaliyayî ya bi navê
Giuseppina Pasqualino di Marineo ku wek Pippa Baca dihat nasîn, ji bo
bala dinyayê bikþîne li ser aþitîyê û peyama aþtîyê li dinyayê belav
bike, digel hevala xwe ya hunermend Silvia Moro derket rêwîtiya dinyayê,
lê li bajarê Kocaeliyê yê Tirkiyeyê hat kuþtin.
Pippa Baca herî dawî li bajarê Kocaeliyê hatibû dîtin, xuþka wê serî li
Parêzgariya vî bajarî da.
Piþtî vê serîlêdanê, ji aliyê
hêzên emnî ve dest bi lêpirsînê hat kirin û di encama vê lêgerînê de li
derûdora gundê Tavþanli yê navçeya Gebzeyê ya bajarê Kocaeliyê cenazeyê
Pippa Baca hat dîtin.
Parêzgariya Kocaeliyê li ser vê yekê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku
wan, piþtî serîlêdana malbata Bacayê ya di 8ê Nîsanê de dest bi lêgerîn
û lêpirsîneke berfireh kirine û kesek bi navê M.K binçav kirine. Piþtî
lêpirsîna li ser vî mirovî, wî wan biriye cihê ku Pippa Baca lêh atiye
kuþtin û cenazeyê wê nîþanê wan daye.
Van rêwiyên aþîtiyê herdu keçên hunermend yên Îtalî Giuseppina
Pasqualino di Marineo û Silvia Moro, bi mebesta ku bala mirovatiyê
bikiþînin li ser giringiya aþîtiyê, projeyeke bi navê “Rêwîtiya
Bûkantiyê” ku ji aþîtiya dinyayê re xizmet bike, dan ber xwe û malbat û
welatê xwe li cî hêþtin û di welatên ku bira bi destê bira tê kuþtin de,
li aþîtiyê geriyan…
Armanca van herdu rêwiyên aþîtiyê herdu keçên hunermend ew bû ku bi cilê
sipî yê bûkantiyê, li welatên ku dîroka wan ya nêzîk bi þer û xwînê
hatiye xemilandin, bigerin û heta dawiya rêwîtiya xwe cilê xwe neþon
daku þopê van welatan wek çîkên xwînê li ser van cilê sipî bimîne.
(ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Cîhan

|