|
Qeyrana li sînora Felestînê dewam dike
25
Rêbendan (Çile), 2008 weþandin:09:23:54 (GDK)
GAZZE, Felestîn
-- Qeyrana
ambargoya rêveberiya Îsraîlê bi sedema êrîþên bi roket ku nêzî 2 mîlyon
kesên li Gazeyê dijîn xistiye tengasiyê didome.
Doh dewleta Misirê di hêla xwe de
deriyê sînorê vekiribû û hezaran kes bo temîn kirina pêwsitiyên xwe ji
Gazzeyê berbi Misisrê herikî bûn.
Misir îro ser zextên DYE û Îsraîlê
deriyê sînorê girt. Qyarana mirovî ya li Gazzeyê bi bûyerên dawî bû mijara
sereka ya rojava cîhanê.
Îsraîl dewleta
Tirk bi tundî hiþyar kir
Îsraîl, ji ber daxuyaniya
Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan, bi awayekî fermî protestoyek da
Tirkiyê.
Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan di koma partiya xwe de bal kiþandibû
ser ambargoya Îsraîlê ya li dijî Gazzeyê.
Wezereta Karên Derve ya tirk jî di
heman çarçoveyê de daxuyaniyek weþandibû û îdîa kiribû ku, heta niha ji ber
operasyonên Îsraîlê gelek filîstînî mirine, lê belê ji ber êrîþên fuzeyî tu
îsraîlî nemirine.
Rojnameya Îsraîlê Haaretz diyar kir ku, rêveberiya Îsraîlê, Sefîrê tirk
Namik Tan dawetî wezeretê kiriye û bi awayekî fermî protesto ragihandiye.
Rayedarekî îsraîlî jî, ji rojnameyê axiviye û gotiye ku, Tirkiyê bi vê
nêzikatiyê zirar daye dostaniye 2 welatan.
Rojnameyê da ye zanîn ku, Wezîra Karên Derve Tzîpî Lîvnî wê bi Wezîrê Karên
Derve yê tirk Alî Babacan re hevdîtin pêk bîne û dibe ku Serokwezîr Ehûd
Olmert jî, Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan bigere û nerazîbûnên xwe
ragihîne wî.
(HAWAR
DENGÛBAS / ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
         
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Cîhan

|