|
Li Îtalyayê dîsa krîza hikumetê
25
Rêbendan (Çile), 2008 weþandin:15:03:32 (GDK)
|

|
ROMA,
Îtalya (HAWAR DENGÛBAS) -- Hukumeta
Îtalyayê ji ber îstifaya Wezîrê edeletê Clemente Mastella û ji koalîsyonê
vekiþîna partiya jî, bi krîzeke mezin re rû bi rû ma.
Wezîrê edeletê Clemente Mastella ji ber îdîayên sûcdariyê yên derbarê jina
wî de, ji wezîrtiyê îstifa kir û partiya xwe ya xwedî 3 parlementeran UDEUR
jî, ji koalîsyonê vekiþand.
Ji ber vekiþîna partiya UDEUR jî, koalîsyona di bin serokatiya Romano Prodî,
piraniya kursiyên li parlemenê wenda kir.Serokwezîr Romano Prodî ji ber vê
doh ji senatoyê dengê baweriyê xwest û ji ber di senatoyê de hejmara
partiyên koalîsyonê zêdeye, dengê baweriyê girt.
Lê belê di dengdana îro ya li parlemenê de, ji ber hejmara parlementerên
partiyên koalîsyonê yek ji yên din kêmtire, îhtimala girtina dengê baweriyê
kêm e.
Heger di dengdana îro de, dengên baweriyê yên ji bo hukumetê dernekeve, wê
Serokwezîr Romano Prodî bi îstifayê rû bi rû bimîne.Li gorî rojnameya La
Stampa eniya çep hilbijartina pêþwext naxwaze û dixwaze hukumeteke demî were
avakirin.
Li aliyê din, li gorî 3 anketên dawî, heger hilbijartin pêk were, wê eniya
rastgir bi ferqekî ji sedî 10-12 pûan bi ser bikeve. (ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
         
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Cîhan

|