|
Ji dîktatora Pakîstanê daxuyaniyeke balkeþ;"Ger gel bixwaze ezê dev ji
serokatiyê berdim"
13
Rêbendan (Çile), 2008 weþandin:08:23:34 (GDK)
ISLAMABAD, Pakîstan
-- Serokdewletê
Pakîstanê diyar kir ku ger gel ji wî bixwaze ew amade ye ku dev ji erka xwe
berde.
Daxuyaniya Muþerref ku bi
darbeyeke hatibû ser desthilatdariyê balkiþand. Muþerref vê daxuyaniya xwe
di kovara almanî Der Spigel de kir.
Li
Pakistanê di êrîþekî bombeyî de, herî kêm 20 kes mirin
Teqîn li bajarê Lahorê li ber avahiya dadgeha bilind pêk hat.
Li gorî agahiyan parêzeran wê îro li ber dadgehê li dijî serokkomar Perwez
Muþþerref, xwepêþandanek lidarbixistana.Bombeya li ber avahiyê hatibû bi
cîhkirin hatiye teqandin.Di encama teqînê de herî kêm 20 kes mirin û 60 kes
jî birîndar bûn.
Pakîstan
di rewþeke aloz de ye
Rewþa siyasiya Pakîstanê çendîn
salin di nava xircireke mezin de ye.
Serokê Pakîstanê Muþerref ku bi darbeyeke hati
bû ser rêveberiyê meha rabirdû jî bi nîv-darbeyeke rewþa awarte îlan kiri
bû 2ê Kanûnê de merasîmeke sond xwarinê dev ji serfermandariya artêþa Pakîstanê berda
bû.
2 Sermawezê de bi îlan kirina rewþa awarte û girtina dadwer û parêzvanên
Îslamîyên radikal li Pakîstanê çalakiyên protestoyî destpêkiri bû. Li
Pakîstanê di serîde hêzên îslamîst gelek hêz têkoþîna desthilatdariyê dikin.
Wisa diyar e ku rojên tevlîhêv û dijwar li benda gelê Pakîstanê ye. (HAWAR DENGÛBAS / ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Cîhan
|