|
Krîza navxwe kûrtir dibe; Li Tîmora Rojhilat rewþa awarte hate îlan kirin
13
Sibat (Reþemî), 2008 weþandin:06:01:23 (GDK)
DÎLÎ ,
Tîmora Rojhilat -- Serokomarê Tîmora Rojhilat Jose
Ramos Horta rastî êrîþeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû.
Li welat bo 48 demjimêr rewþa
awarte û qedexeya derketina kolanan hate îlan kirin. Kaosa navxwe jî kûrtir
dibe.
Berdevkê Artêþê diyar kir ku serokêþê êrîþê Alfredo Reînado ye û serokatiya
koma leþkerên fîrarê de dike. Hat gotin ku Reînado ji aliyê parastvanên
serokomar ve hatiye kuþtin.
Di heman demê de konvoya Serokwezîr Xanana Gusmao jî rastî êrîþê hat. Gule
li konvoyê hat reþandin. Lê tu kes birîndar nebûn.
Gusmao destnîþan kir ku ev êrîþ ne tenê li dijî serokomar e li dijî dewletê
ye. Gusmao diyar kir ku berpirs dê bên girtin û bên darizandin. Komek leþker
ku Reînado jî di nav de bû 2 sal li dijî hikûmetê serî hildabûn. Ji ber ku
talan, dizî û nelirêtî zêde bûbûn. Serokwezîrê demê Marî Alkatîrî ji 3’yan
yekê artêþê bi derqanûniyê sûcdar kir û ew ji kar dûr xistin. Piþtî vê
Reînado û hevkarên xwe li dijî polîs þer kirin û ji girtîgehê reviyan û
derketin çiyê. Reînado ji ber vê ji wê rojê ve mehkûm e.
24 sal di sirgûnê de têkoþînê bênavber domand. Ji ber vê têkoþînê di sala
1996’an de xelata Nobela Aþtiyê girt. Jose Ramos Horta piþtî referandûma
sala 1999'an vegeriya Tîmora Rojhilat. Tîmora Rojhilat di sala 2002’an de
serxwebûna xwe bi dest xist. Jose ramos Horta di gulana sala 2007’an de hat
hilbijartin û bû 2’yemîn serokomarê welatê xwe.
(ajansan / dîha /
hawardengubas.com)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
         
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Cîhan

|