|
Sidki Zîlan":Hebûna partiyeke Îslamî li bakûrê
Kurdistanê dê dawî li hebûna partiyên wek AKP û SP bîne"
HEVPEYVÎN;FEVZÎ YALÇIN
Weþandin:02
Nîsan(Avrêl), 2007
Sidki Zîlan, yek ji qelemên
navdar e, ku di fikrên xwe yên netewî, sîasî û ya Îslamî de qet sistîyê nake
û bê ku ji kesek re bide pêþ û paþ xwedîyê îradeyek pesindayînê ye. Ji ber
vê yekê me xwest ku em fikrên wî bi zimanê Kurdî bigihînin xwendevanên ku bi
kurdî dixwînin. Hêvîdarim fêdedar be. Keremkin hûn û hevpeyvîna bi Sidki
Zîlan re.
Feyzi Yalçin: Herçiqas ji nivîsarên we yên li ser malperên înternetê û hem
jî jiber ku hun di hin weþanên çapemeniyê de dinivîsînin ji hêla gelek
xwendekaran ve têne naskirin; lê dîsa jî hun bi kerema xwe karibin xwe bidin
naskirin?
Sidkî Zîlan: Li
Hênê di sala 1967an de hatime dinê. Min li Imam-Xetîba Amedê lîse, û li
Zankoya Dîcle Beþa Huqûqê xwendiye. Li Amedê digel karê xwe yê parêzeriyê,
bi siyasetê jî ve dadikevim. Dema ku em ya dilê xwe dibêjin jî mîna nivîskar
têne binavkirin.
Fevzî Yalçin: Gelo li Bakurê Kurdistanê (Tirkiyê) rewþa kurda ya siyasî
çawaye?
Sidkî Zîlan: Digel
ku bersîvdayîna ji vê pirsê re ne ewqasa hêsan e jî, lê dîsa bi ser re be jî
ez bersîvekê bidim:
Digel ku gelek dem di ser
re derêbas bûye ku Rojhilatê Kurdistanê ji Îranê re hatiye hiþtin, lê
têkiliyên Baþûr (ya di nav axa iraqê de), Bakur(ya di nav tixûbên Tirkiyê de
ye) û Rojavayê (li Sûriye) kurdistanê ku em jê re Kurdistana Osmaniya
dibêjin, timî taze maye. Çawa ku gelek kes ji parçeyê Bakur tevlî tevgera
Melle Mustefa bûn, her wisa em dizanin ku ji her çar parçeyan kes tevlî
refên PKKê bûn.
Digel vê yekê rewþa Bakur ku li gorî xwe taybetmendiyên xwe hene, di
modernîzmê de, di alfabeyê de, jiber ku parçeyê mezin bû û piraniya nifûsê
li wê derê ye, cihê ye. Ta destpêka PKK-ê nasnameya wê ya kurdî, çandî û
bihîstiyariya wê ya olî berbiçav bû.
Kesatiya PKKê ya marksîst, nerîna wê li ol û toreyê kurda, bilindkirina
kemalîzmê û ya girîngtir bikaranîna hêzeke koranî, di navbera kurdan de
birakujiyê dest pê kir. Sê hêzên çekdar yên bi navê Pasvan( kuruci), Îslamî
û PKK derketin holê. Jiber ku hebûneke siyasî ya pasvanan tuneye, îslamî û
pkk yî bihev re di pêþbaziyê de ne. Li derveyê welat û baþûr jî em dizanin
ku pkk xurt e.
Encama li dijhev þîrovekirina oldarî û netewparêziyê di jiyana rasteqîn de
birakujî û jihevketin bi xwe re anîye. Heke ev herdû nasname nêzîkî hevûdû
bibin dê kesiyetiyeke gelek xurt saz bibe. Ji bo ku ev yeka hanê pêk neyê Ocalan pesnê Kemalîzmê dide
û rexneya li welatparêziyê digre.Heke nakokiyek be jî ji bêalternatifbûnê
gel destika xwe ji bo wan berdewam dike.
Di vê pengavê de, xebata Gruba Demokratîk ya Netewî hêviya pêþerojê dide
mirov. Bi piþgiriya bi dehan nerînên cihê, sazî û partiyan dest bi xebata
xwe kir. Wek armanc ji xwe re danîne ku di pêþerojê de hemû kurdan di binê
wî navî de bînin hinda hevûdû. Û tê hêvîkirin ku ew herdû hêzên ku me bahsa
wan kiribûn jî di pêþrojê de tevlî wê bibin. Helbet em nikarin ne PKKê û ne
jî Îslamiyan li derveyê vê yekê bihêlin. Herdû hêl jî temsîlkariya gelê me
dikin. Digel vê yekê em birakujî û destika ji bo kemalîzmê jî bi tûndî
þermezar dikin.
Fevzî Yalçin: herwekî ku tê zanîn gelek hêl li gorî bîr û baweriya xwe rêkên
çareseriyê pêþkêþî pirsgirêka kurd dikin. Di çareserkirina pirsgirêka kurd
de rewþa Kurdên Dîndar çiye?
Sidkî
Zîlan: Du hêlên dînamîk
cihêxwaz/ kurd û paþverû/ dîsa jiber belawelabûn û nezelalbûna projeyên wan
mejiyê gel tevlîhev dike. Jiber ku ev mijareke pêvajoyê ye, ez bawer dikim
dê bi demê re ev yek zelal bibe.
Pirsgirêka ji Kurdistaneke Azad jî zûtir divê bê çareserkirin ew e ku Kurd
di yasaya bingehîn de bêne naskirin, mafê wan yê civakî û siyasî bête
garantîkirin û derbarê diyarkirina pêþeroja xwe de serbet bêne hiþtin.
Pirsgirêk ji kurd û nêzîkbûyînên di navbera kurdan bêtir, jiber Kemalîst û
nerînên wan ên înkarkirinê pêk tên. Heke Kurdistana Osmaniya ji her sê
parçeyan bi þêwazê federasyonê digel Tirkiyê bibe yek dê gelek fêdedar bibe
û ev nerîna hanê ji hêla piraniya kurdan ve jî tête qebûlkirin. Dê bi vî
awayî hem tixûbên çêkirî ji holê rabin û hem jî dê tixûbên Kurdistanê bêne
ser hevûdû. Di mîsaqa mîllî de îþaret bal bi vê yekê hene.Tirk û Kurd di
welatê ku tê de piraniyê çêdikin di binê sîpera dewletekê de, bi awayê ku ji
du gelan pêk tê.
Di çareseriyeke weha de çawa ku Kerkûk vegere ser tixûbên Kurdistanê di
berjewendiya Tirkiyê de ye wisa jî rabûna tixûbên çêkirî yên di navbera gelê
Kurd de jî di berjewendiya kurda de ye.Ji xwe di dema Osmaniyan de, Eyaleta Mûsil û Basrayê hebû.
Jiber wê yekê divê digel Kerkûkê Mûsil jî dagere ser axa Kurdistanê. Bi vî
awayî hem dê pêþî li cudaxwaziyê were girtin, Tirkiyeyê mezintir bibe, hem
jî dê Kurdistan û gelê Kurd bûbin yek û bêtir mezin bûbin. Dê yekbûyîna gelê
Kurd û Tirk ne mîna duduyan lê mîna du yekên li ser xetekê têne rex hevûdû û
dibin yazde bandora xwe bikin û qewîn bibin. Lê jibo vê yekê divê Kemalîzm
bête tesfiyekirin anjî jinuh de were þîrovekirin. A rastî xeletiya Ocalan ew
e ku vekirî napeyive. Divê em ne bi taktîkî, lê jidil nerînên xwe bilêv
bikin.
Heke em naxwazin xwîna birayan birijê, heke em ji nîqaþên dawiya wan tuneye
tengezar in, tiþtekî ku di berjewendiya herdû hêlan de û dinya jî jê fêdedar
dibe ev e. bervaciyê vê yekê, ji van nakokî û înkariyan hemû hêl zirarê
dibînin. Heke Tirkiye diranên xwe pêþ Kurdan bike, dê kurd jî ji mecbûrî xwe
bidin ber parastina biyaniyan. Ev helwesta hanê ya her ruhberekî heyî ye.
Jîn û li jiyanê mayîn hesta herî pêþkeftî ye. Ji Kurdan tê xwestin ku
histuyê xwe li ber celladên ku înkariya wan dikin xwar bikin. Tu hêleke vê
helwestê ya bi exlaq, maf û însafê re girêdayî tuneye.
Nerîna kurdên oldar û ne oldar ev e. Demokratîkbûyîn, sivîlbûyîn, pêvajoya
Yekîtiya Ewrûpa heta ku ji vê projeyê re xizmetê bike dê ji hêla me ve
destekê bibîne. Heke bereksê vê yekê jî be, em li hember tûndî û birakujiyê
ne. Xebat û armanca kurdan ew e ku çi dibe bila bibe divê em bi awayekî
aþtîxwazane ku tu zirarê nede hêlekê û bi wî awayî encam werbigirin.
Fevzî Yalçin: Di çêbûn û çareserkirina pirsgirêka Kurd de çi bandora dîn
çêbûye û dikare çêbe?
Sidkî Zîlan: Dîn/
Îslam di rojhilata navîn de û li dinê ji bo ku aþtiyê bîne xwediyê
helwesteke gelek erênî ye. Heke digel ewqas zilm û neheqiya Kemalîzmê û
xeletiyên Pkk ê heke gel bi hevûdû nakevin sedema yekemîn dîndaþî ye.
Kurdistaneke sibe roj ku ava bibe bi Federalî an Serbixwe bêgûman dê endamê
IKO be , dê bi cîranên xwe re aþtiyane bijî û destê birayetiyê dirêjî
Tirkan, Ereban û Farisan bikin. Divê di Rojhilata Navîn de bingehên mîna
Yekîtiya Ewrûpa ji niha de bêtin avêtin.
Nebûna vê yekê azadnebûna Kurd û Kurdistanê ye. Azadiya kurda wateya xwe tê
wateya hersê neteweyên ku me bahsa wan kir. Di hengama ku yek efendî û yek
kole be tu têkiliyek rast û dirist nikare were danîn. Dikare wateya têkiliya
di navbera du kesên, gelên û neteweyên azad de heye.
Fevzî Yalçin: Herwekî ku tê zanîn, derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de
gelek nerînên cihê cihê di bin navê partî û hin rêxistinan de hene; gelo li
vê derê Kurdên dîndar jî ciyê xwe wergirtine yan na?
Sidkî Zîlan: Vê gavê her hêlek li pey meþreb û komeleya xwe ye. Ev
yeka hanê ji bo dîndaran jî û jibo kurdên çep jî wisa ye. Tenê HAK-PAR û
KUDÇG li dervê vê yekê ne.. di nav HAK-PARê de jî nêzîkbûyînên cihê cihê
hene. Piraniya vana jî birayên me yên kurd ê ji çepên kevn in.
KUDÇG rêxistineke berfirehtir e. Di nav grûba xebatê de kesayetiyên Îslamî
jî hene. Jiber vê yekê pêþeroja Grûba Xebatê ji bo pêþroja kurdan girîng e.
bêgûman di maneya teng xwe rêxistinkirin û ber bi armancekê de çûyîn girîng
e. Lêbelê ji bo avakirina Temsîliyeta Netewî partiyên Siyasî, komele û hin
sazî têrê nakin. Jiber vê yekê divê Grûba Xebatê ya Netewî ya Demokratîk ji
hêla her kesî ve bête destekkirin û pêþdebirin.
-Fevzî Yalçin: Bi ya we li tirkiyê divê kurdên dîndar jî partiyên xwe ava
bikin û di qada siyasî de ciyê xwe bigrin û heke wisa bikin gelo dê bi rastî
jî karibin bibin alternatîfeke siyasî?
Sidkî Zîlan: Heke
kurdên li pê çareseriyeke îslamî ne, bibin yek û têkiliyên xwe bi partiyên
Enqerê re qut bikin û karibin peyrevên xwe jî razî bikin, dê bi kêmanî bibin
partîyeke mîna DTPê bihêz. Çawa ku bi sazbûna DTPê partiyên mîna CHP li
Kurdistan îflas kirin û tune bûn, dê bi hebûna partiyeke Îslamî jî dê dawî
li hebûna partiyên mîna AKP û SP were. Û dê bi vî awayî li Kurdistanê rê li
ber pêþbaziyeke sivîlbûn, demokratbûn, û normalbûyînê vebe. Dê bi vî awayî
asteng li hember dûrketina gelê me ya ji çand, dîrok û maneviyata wan. Divê
em ne li hêviya kesî bin ku werin xizmeteke weha ji bo me bikin. Ev karê
hanê barê ser piþta me ye.
Fevzî Yalçin: Hin nivîskar bi maneya ku tu xizmet ji gelê kurd re
nekirine êriþên bêpîvan dibine ser kesayetiyên mîna Selaheddînê Eyyûbî û
Seîdê Kurdî. Bi rastî jî ev kesayetiyana êriþên bi vî rengî heq dikin yan
gelo yên ku êriþan dibin ser wan bi çi sedemê wisa dikin?
Sidkî Zîlan:
Êriþên bi vî rengî îdeolojîk in û hin mirov jî bi wan dixapin. Dîraka Kurdî
yan ya dinyayê a bê Îslam bê wate ye. Îslamê xizmeta Kurda û bi tevayî
xizmeta hemû mirovahiyê kiriye.
Çawa ku Ronesans, protestanî û nêzîkbûyînên bi vî rengî yên di filetiyê de
bi tesîra Îslamê çêbûne, wisa jî Sosyalîstî û hin nêzîkayên bi vî rengî di
bin tesîra îslamê de mane. Îslam azadker e. Me kurda þaþîtî nekir, piþtî
cenga parvekirinê ya yekem Îngilîz, Uris, Tirkan û welaên din li hember me
xeletî kirin. Û bedêla vê þaþîtiya xwe jî vê gavê didin. Ta ku kurd azad
nebin, ne tirk û ne jî dinya rihet nabe. Dê ya ku hatibe nivîsandin pêk bê.
Hem Selaheddîn û hem jî Hezretî Nûrsî du mirovên me yên mezin in. Kemalîstên
ku bi tirsa kurda xelkê sor dikin û herweha ji bo Baasiyan bersîva herî
xweþik nêzîkbûyîna Selaheddîn ya birêvebirina dewletê ye. Her weha mîmarê
aþtiya cîhanê Seîdê Nûrsî û Rîsale-î Nûrên û felsefeya wî niþan didin in.
Ev herdû þexsan dikarin sempatiyeke mezin ji bo gelê kurd berhev bikin û ji
bo me bibin du referansên herî xweþik. Nav û dengê herdû kesan jî tixûbên
Kurdistanê re derbas bûne û li dinê belav bûne. Çawa ku rûmeta me ne her
wisa ya mirovahiyê jî ne.
Divê em ji vê yekê nerihet nebin bervaciyê wê divê gelekî kêfa me pê were.
Kesayetiyên me yên dinê jî wisa ne. Ehmedê Xanê jî rûmeteke di asta cîhanî
de ye. Em nikarin bi xeber û dijûn dayîna ji bav û kalê xwe re bi derekê de
biçin. Divê em rûmetê bingeh bigrin.
Fevzî Yalçin: Em gelek sipsîya we dikink u we dema xwe bona me veqetand û
bersîva pirsên me dan.
Sidki Zîlan : Ez
ji we re spas dikim û di kar û xebatên we de serkeftin dixwazim
Werger
ji tirkî: Mucteba Baravî (çavkanî Roja Kurdistan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|