|
Beþa Kurdistan
Li Amedê Alozî û Êrîþa Hêzên
Dewleta Tirk Didome
29 Adar, 2006 19:57:19 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Li
Amedê Alozî ya ku duh destpê kiri bû û hêzên Dewleta Tirk jî êrîþî ser gelê
Kurd kiribû îro jî xwepêþan danên gel li dijî Dewleta Tirk berdewam kir.
Piþtî
bûyerên doh îro jî li bajarê bakurê Kurdistanê Amedê de li deverên cur bi
cur xwepêþandan hate lidarxistin.
Piþtî
gelek salan li Amedê yekem car dijî Dewleta Tirk çalakîyên wisa girseyî tê
li dar xistin.
Her wiha
li Amedê gel bi wan bûyeran eþkere kir ku ne li gor sîyasetên rexistinan,li
gor çerçoveya xwedî derketina nirxên xwe tevdigere.Balkeþe ku xwepêþandaran
herî zêde diruþma "Amed bo dewletê wê bibe goristan" dihat
avêtin.
Li gor
zanyarîyên ku peyamnera HAWARDENGÛBAS radigihîne li Amedê zanîngeha Dîcle
yê jî hemû dersan bi hewldanên xwendekaran hatine betal kirin.
Li gor
zanyarîyan li taxa Huzur Evlerî polîs bombe avêtiye,her wiha polîsan ber
nexweþxaneya dewletê de jî bo tirsandina girseya kesukarên brîndaran gule
berdane hewayê.
Girseyeke
ku qasî 3 hezar kesî ye, avêt ser avahiya TRT'ê ya li Yenîþehîrê. Hate
ragahandin ku li avahiya TRT'ê texrîbateke mezin çêbû.
Gor
agahîyan dawî li nexweþxaneyê ji 150 zêdetir brîndar heye heye û 3 kes jî
jiyana xwe ji dest daye.
Seranserê
Amedê ji aliyê polîsan, hêzên çevîk, tîmên taybet û leþkeran ve hatin e
dagirkirin.Dikkan û kargehan jî îro nehate vekirin.Li gelek deverên bajêr
jî tanq hatin bicihkirin.Ji ber ku hêzên polîsan têrî pêþî girtina
çalakiyan nekir, ji bajarên wekî Mêrdîn, Êlih, Elezîz, Riha û Meletiyê
ekîbên girêdayî miduriyetên ewlehiyê þandin Amedê.
Hate
hînbûn ku ji 16'emîn Tugaya Bizirx a li navçeya Erxena Amedê gelek personel
û tanqên bi zirx, di demên serê sibehê de li 7'emîn Fermandariya Kolorduyê
hatine bicihkirin.
Çalakvanan
bi taybetî êrîþî dezgehên dewleta Tirk dikin.Her polîs jî wan bûyeran
firsend dibîne û êrîþî ser gel dike.Hêzên dewleta Tirk ku daketin kolanan û
êrîþî gel û mal û dikanên kirin.
Camên
deriyên gelek mal û kargehan jî þikestin. Çend hemwelatiyên ku ji derve bûn
jî rastî tehdîtên hêzên ewlehiyê hatin.
Di
çalakiyê de zarokên biçûk rastî lêdanê hatin, jin jî bi copan hatin
tehdîtkirin.
Medyaya
Tirkan û rayedarên Dewleta Tirk jî
bûyeran wekî provakasyon bi nav dikin û wekî her caran sedema bûyeran bi
rastî ranagihînin û kêþa Kurd û Kurdistanê nabînin.
Doh çi qewimî
Li Amedê
Polîs ser meþa ku bo protesto kirina qetl kirina gerîllayên PKKyê di hat li
dar xistin êrîþ kir.
Cenazeyên
4 gerîllayên PKKê ku di operesyoneke de jiyana xwe ji dest da bûn serê
sibê li Amedê ji alîyê girseyeke
mezin ve hate pêþvazî kirin.
Piþtî
veþartina cenazeyan li goristana Yenikoy, girse dest bi meþê kirin.Piþtî
demeþê navbera polîs û xwepêþanderan de pevçûn derket.Ciwanan bombeyen
molotolf avêtin polîsan.
Polîs jî bi tundî êrîþî ser girse kir.
Piþtre jî alozî li seranserî Amedê belav bû.Dema êrîþên polîsan de gelek
kes brîndar bûn.Tê dîyarkirin ku polîs gule barandîye ser gel.
Li Amedê
dikkanan jî hatine girtin.Li Amedê
timên Taybet û leþkerên tirk ji bo pêþiya bûyeran bigirin daketin
nava bajêr.
Li
Edeneyê jî piþtî veþatina termên gerîllayan de alozî derket , bûyerên tundîyê
rûda polîs êrîþî ser xwepêþandaran kir. Her wiha li Êlîh û Sêrtê jî bûyerên
heman rengî rû da. (hawardengûbas)
Li Silêmanî terorên ser gelê Kurd
a Dewleta Tirk Hate Þermezar Kirin.
Her wiha
li nawçeya Silêmanî derbendîxan gel bo protesto kirina kiryarên Dewleta
Tirk daketin kolanan. Li navçeya Silêmanî, Derbendîxan Îroj þeveqê saet di
10.00'an de bi mebesta þermezarkirina, ji alî artêþa tirk ve bi çekên
kîmyewî kuþtina 14 gerîllayên PKK xwepêþandanek hat li darxistin.
Bi sedan
kesên ku li ber Hewza Dorfîn kombûn heya ber Baregeha îdareya Germiyan a
Hukûmeta Herêma Kurdistan bi avêtina drûþmên "Gelê bakûr ne bi
tenê ye" û "Em bi çekên
kîmyewî naqedin" meþiyan.
Girseya
ku gihîþt ber baregeha îdareyê li wir nerazîbûna xwe ji berpirsan re diyar
kirin.
Ev
xwepêþandana ku bi þêweyek demokratîk û modern destpê kir her wuha bi wî
awayî bi dawî bû. (pukmedia)
|