|
Beþa Kurdistan
Li Amedê Polîs Ser Meþa Bo Gerîllayên Qetlkirî ya PKKyê Êrîþ Kir / Li Silêmanî jî Dewleta Tirk
Hate Þermezar Kirin.
28 Adar, 2006 16:28:33 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan –
Li Amedê Alozî
Li Amedê
îro alozîya mezin rû da.Li Amedê Polîs Ser meþa ku bo protesto kirina qetl kirina
gerîllayên PKKyê di hat li dar xistin êrîþ kir.
Cenazeyên
4 gerîllayên PKKê ku di operesyoneke de jiyana xwe ji dest da bûn serê
sibê li Amedê ji alîyê girseyeke
mezin ve hate pêþvazî kirin.
Piþtî
veþartina cenazeyan li goristana Yenikoy, girse dest bi meþê kirin.
Piþtî
demeþê navbera polîs û xwepêþanderan de pevçûn derket.Ciwanan bombeyen
molotolf avêtin polîsan. Polîs jî bi tundî êrîþî ser girse kir.
Piþtre
jî alozî li seranserî Amedê belav bû.Dema êrîþên polîsan de gelek kes
brîndar bûn.Tê dîyarkirin ku polîs gule barandîye ser gel.Li Amedê dikkanan
jî hatine girtin.
Li gor
zanyarîyên ku HAWARDENGÛBAS re
gihêþtîye rewþa hin brîndaran xirab e.
Li Amedê
niha timên Taybet û leþkerên tirk ji bo pêþiya bûyeran bigirin daketin nava
bajêr.
Li
Edeneyê jî piþtî veþatina termên gerîllayan de alozî derket , bûyerên
tundîyê rûda polîs êrîþî ser xwepêþandaran kir. Her wiha li Êlîh û Sêrtê jî
bûyerên heman rengî rû da. (hawardengûbas)
Li
Silêmanî Dewleta Tirk Hate Þermezar Kirin.
Her wiha
li nawçeya Silêmanî derbendîxan gel bo protesto kirina kiryarên Dewleta
Tirk daketin kolanan. Li
navçeya Silêmanî, Derbendîxan Îroj þeveqê saet di 10.00'an de bi mebesta
þermezarkirina, ji alî artêþa tirk ve bi çekên kîmyewî kuþtina 14
gerîllayên PKK xwepêþandanek hat li darxistin.
Bi sedan
kesên ku li ber Hewza Dorfîn kombûn heya ber Baregeha îdareya Germiyan a
Hukûmeta Herêma Kurdistan bi avêtina drûþmên "Gelê bakûr ne bi
tenê ye" û "Em bi çekên
kîmyewî naqedin" meþiyan.
Girseya
ku gihîþt ber baregeha îdareyê li wir nerazîbûna xwe ji berpirsan re diyar
kirin.
Ev
xwepêþandana ku bi þêweyek demokratîk û modern destpê kir her wuha bi wî
awayî bi dawî bû. (pukmedia)
|