|
Kurdistan
Serokê Kurdistanê Bi tundî
Rapora Iraqê û James Baker Rexne Kir;
"Yan Rêze Li Destûrê Bigrin Yan
Jî Wê Iraq Perçe Be"
NÛÇE-ÞÎROVE:HESEN DILGEÞ,HÊJÎN NIZAR
/
HAWARDENGÛBAS
08
Berfanbar,2006 weþandin:15:54:33 (GDK)
|

Serokê
Kurdistanê bi tundî rexne li raporê anî |
HAWAR-DENGÛBAS,HEWLÊR-- Derbarê raporê de Serokê Kurdistanê
daxûyanîyek tund weþand.Bi vê raporê tê pêþnîyar kirin ku Kurd piþtî ewqas
piþtgirîyên xwe bo Emerîkayê ji destketîyên xwe yên heyî jî dev jê berdin.
Rapora Koma Xebata Iraqê ku doh hatibû eþkere kirin ji alîyê desthilatdarîya
kurdistanê ve bi tundî hate rexne kirin.
Derbarê raporê de Serokê Kurdistanê daxûyanîyeke tund weþand.
Daxûyanîya serokê Kurdistanê Mesûd
Barzanî serî de BCC,CNN,The New York Times û bi giþtî di medyaya Cîhanê de
jî gelek deng veda
Serokkomarê Iraqê û serokê Yekîtîya Niþtamanî Kurdistan Celal Talabanî jî
piþtgirîyê da helwesta Serokê Kurdistana azad.Doh jî Serokwezîrê Kurdistanê
raporê rexne kiribû.
Di raporê de hin îddayên vikûvala yên wek Tirkan heye.Di raporê de tê
pêþnîyar kirin ku dema çareser kirina mijara Kerkûkê paþve were xistin.Jixwe
Kurdan 3 sal berê dema çareser kirina kêþeya kerkûkê bo sala 2007an
paþvexistibûn.Dewleta Tirk di nava 3 salê de planên xwe yên qirêj de
serneketin û ji bo bi dest xistina zemaneke nû li dû pêþî lê girtin anjî
paþvexistina referandûma li Kerkûkê ne.
Rapora Iraqê jî rê li ber pêkanîna lîstikên Tirkan vedike
Her wiha di raporê de tê dîyar kirin ku bila desthilatdarîya navendî bê
bihêztir kirin.Ev daxwaz jî dîsa kerî dewleta Tirk tê.ji ber ku dewleta Tirk
jî ji bo bihêz nebûna Kurdan heman daxwazê dikir.
Bi vî avayî derdikeve holê ku telefon kirina James Bakerî temamî formalîte
bûye û Baker gotibû ku di raporê de behsa li ber çavgirtina xweseriyên
Kurdistanê hatiye kirin.
Rêveberîya Kurdistana azad di dema operasyona Iraqê de li gel ku xwedî
îmkana îlan serxwebûnê bû.Lê him ji bo berjewndîyên gelê Kurdistanê û bi cîh
anîna gelek kêmasîyên Kurdistanê û ji ber sedemên dîplomatîk û sîyasî
piþtgirî dabûn Emerîkayê.
Yanî Kurd destkeftêyên ji mafên xwe yên kemtir razî bû bûn.Niha bi vê raporê
tê pêþnîyar kirin ku Kurd piþtî ewqas piþtgirîyên xwe bo Emerîkayê ji
destketîyên xwe yên heyî jî dev jê berdin..
Paþvexistina Referandûma Kerkûkê daxwaza Tirkan e
Dewleta Tirk û maþeyên wan ên li Iraqê naxwazin ku referandûmek bê saz
kirin.Ji ber ku ew jî dizanin ger referandûm were kirin wê Kurdan
biserkevin.Her wiha ji heman sedeman dijî pêkanîna madeya 140 ê ne ku bi vê
madeyê Kurdên ku ji Kerkûkê hatine derxistin paþ ve bê vergerandin.Ango
destê dijberên Kurdan de tu sedemên mafdar û rewa nînin bo pêþî lê girtina
referandûmê.
Dewleta Tirk îdda dike ku bi çêkirina referandûmê wê li Iraqê tundî gurtir
be.Lê dewleta Tirk ev yekê eþkere nake ku wê tundkarîyê bixwe derxîne holê.
Daxûyanîya Serokê Kurdistanê
(Bo
xwendina daxûyanîya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî Bitiqîne)
Celal Talabanî jî nerazîye
Kamiran
Qeredaxî berdevkê fermî yê serokomar, nûçeyeka kenala asmanî ya El-erebiye
ret kiriye ku tê de balkiþana dawîn ya serokomar Talebanî li ser rapora
Bekir Hamilton ya bi hevtaya perjewendiyên Iraqê, da zanîn.
Kamiran Qeredaxî got: kenala El-erebiye tenha beþek ji daxuyaniyên serok
Talebanî belavkiirye, tê de têkest kiriye ku nikare pejrandineke temam bo
rapora navborî bike ku bêtirî ji 70 bendan pêkhatiye, lê balkiþandiye ser
çend xalên di wê raporê de ku digel siyaseta hikumeta Iraqê de li hevtê û
hemiyan daxwaza vê yekê kirine, ji wana guhastina duseya ewlehî bo hêzên
Iraqê û gotûbêj kirin
digel welatên dirawsî de.
Berdevkê fermî yê serokomar got jî: kenala El-erebiye çend xalên daxuyaniya
serok Talebanî belav kiriye, ku tê de balkiþandiye ser çend xalên pirr
kiriye di rapora Bêkir de ku perjewendiyên hikumeta Iraqê nîne û destûr di
westîn e, ew destûra ku seok Talebanî rijde li ser parastin û pabendbûn bi
deqên wê.
Her di wî warî de, kamiran Qeredaxî dîyar kir ku Talabanî piþtgêriya xwe bo
helwesta Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê ragihadîye.(pukmedia)
Perçebûna Iraqê bi raporake ne mimkune bê sekinandin
Her roj herî
kêm 100 kes tê kuþtin.Þiî û Sûnî bênavber di nava pevçûnê de ne.Pisporan
dîyar dikin ku êdî ne mimkune ku yekîtîya axa Iraqê were parastin.
Li Iraqê ew 4 salin ku bi operesyona DYEyê rejîma Baas hatîye rûxandin û 4
salin her roj bi dehan Iraqî jiyana xwe ji dest didin û Iraq di her waran de
her roj hinek din paþ dikeve.
Her wiha dervey Kurdistana azad li Iraqê hiþmendîya civak bûnê jî bi temamî
ji holê rabûye.Êdî gellek pisporên sîyasî dîyar dikin ku rewþa Iraqê êdî
paþve nayê zivirandin.
Baþûrê Kurdistanê ku li vê derê 14 sal berê rêverîya azad ya Kurdistan
hatîye damezirandin û bi hikumet, parlemen û dezgeh û sazîyên xwe li gel
kêmasî û astengîyan be jî pêþdikeve.Di operesyona Emerîka de jî Kurd bi
bergehekî stratejîk û konjokturel di hêla DYE de cîh girtin û ew hevkarî
dîsa di çerçoveya berjewendîyên her dû alîyan de didome.
Kurd ne fermî be jî niha nêzî serxwebûnê ne.14 salin ku Kurd bi zimanê Erebî
naxwînin û naaxifin.Her tiþt bi Kurdî ye.Rêveberî bi her avahî ji Iraqê cûda
ye.Kurdistana azad her roj hinek din ji Iraqê dûr dibe.
Kurd niha ji ber rastîyên konjokturel niha ji Iraqê venaqetin.Hê meseleyên
aborî,avadanî,dîplomatîk û pirsa Kerkûkê hin jî nehatine çareser
kirin.Rastîyeke din jî ewe ku Erebên Iraqê jî ji rewþa gelê Kurd nerazîne û
pêþketina Kurdan naxwazin.Xalkê baþûrê Kurdistanê li gor perçeyên din ya
Kurdistanê kêmtir bi welatê dagirker re entegre bûne heta hêç nebûne.
Kurd ne
mecburin di alozîya Iraqê de bimînin.(HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|