|
Kurdistan
Daxûyanîya Serokê Kurdistanê derbarê Rapora Koma Xebata Iraqê de
08
Berfanbar,2006 weþandin:13:33:21 (GDK)
Daxûyanî
:
Piþtî vexwendina raporta grûpa lêkolîna li ser Iraqê, em pêdivê dibînin ku
wan têbînîyan berçav bikin:
Yekem: Nehatina komîteya Baker-Hamilton bo Kurdistanê – ji ber çi sedemê jî
be – kêmasîyek mezin bû û bu sedem ku di wî warê de hilsengandinên xwe de
bawerîyê ji dest bide.
Duyem: Di pêþinyara hejmar 26 de daxwaz hatiye kirin ku ji nû ve nerîn li
destûrê bihê dan û ev jî bi beþdarîya pisporên NY bihê kirin. Her
vexwendinek nû ji destûra Iraqê re divê di çarçêweyê ewê mekanizmê de be,
ewa ku di destûrê de hatiye destnîþankirin. Ji bilî evê yekê, em her corekî
destkarîyê napejirînin û divê hemû alî jî bizanin ku yekîtîya xaka Iraqê
girêdayî pêkanîna evê destûrê ye.
Sêyem: Di pêþinyara hejmar 28 de hatiye ku divê dahatên petrolê li jêr
desthilatdarîya hikûmeta navendî be û li ser binemaya hejmara xelkê hat
dabeþkirin. Her wiha, desthilatdarîya herêma Kurdistanê bi ser bîrên petrolê
de bi prosesa aþtîya niþtimanî re nehat guncandin. Li ser evê pêþinyarê em
dîsan xwe girêdayî evê destûrê dibînin, ku rêyek guncandî ji evê çendê re
estnîþan kiriye û em her corekî destkarîyê jî napejirînin.
Çarem: Di pêþinyara hejmar 30 de – ku li ser Kerkûkê ye – daxwaz tê kirin ku
bi cihanîna maddeya 140 bi paþ ve bikeve. Wiha jî xwestiye ku ev mijara han
bikeve stûyê grûpa nêvdewletîya piþtevanîkirina Iraqê, ku di raportê de
daxwaza pêkanîna wê hatiye kirin. Bi nerîna me, destûrê mekanizm û maweya bi
cihanîna maddeya 140 dîyar kiriye. Evaya jî kêmtirîn tiþt bû, ku Kurd pê
razî bûn. Ji ber evê yekê, her paþxistinek di prosesa bi cihanîna evê
maddeyê de nahê pejirandin.
Pêncem: Di tevayîya raportê de giringî bi bi hêzkirina hukûmeta navendî
hatiye dan û desthilatdarîya herêmî hatiye lawazkirin. Ev bi xwe li dijî
prensîpên federalizmê û destûrê ye, ku Iraqa nû li ser evê bingehê hatiye
damezrandin. Em li vir dupat dikin ku tenê þêweyê federalizmê yekîtîya xaka
Iraqê diparêze.
Þeþem: Di çend alîyên raportê de bi eþkereyî berjewendî û nehêsayîya
dewletên cîranên Iraqê li ber çavan hatine girtin û daxwaz ji wan hatiye
kirin ku bêtir rola xwe bibînin. Bi me weha ye ku evaya li dijî berjewendîya
gel û xaka Iraqê – û bi taybetî jî gelê kurdistanê – ye û destdirêjkirina
nêv kar û barên Iraqê ye.
Heftem: Di çend xalên raportê de – wek pêþinyarên 27 û 35 – daxwaz hatiye
kirin ku ew alîyên li dijî prosesa siyasî bûne û karên dijwar encam dane,
gerek bihên xelatkirin, ew jî ku beþdarîyê di hukûmetê û desthilatdarîyê de
bikin. Ev bi nerîna me dijî berjewendîyên pirranîya xelkê û prosesa
demokrasîyê ye.
Heþtem:Ji bilî spasîyên me yên ji serokê Emerîka Corc W. Bûþ û rêvebirîya
Emerîka re, ku rejîma berê hilweþand û alîkarî da ji bo avakirina Iraqek nû,
em wiha jî dibînin ku komîteya Baker-Hamilton çend pêþinyarekên ne di cihê
xwe de pêþkêþ kiriye. Ew jî ku ev komîte alîkarîya Amerîka dike, da ku ji
evê tengavîyê derkeve. Heger dihê xweztin ku bi evê behaneyê ewê pêþinyara
ne di cihê xwe de bi ser me de bisepînin, em jî bi navê xelkê kurdistanê
radigihînin ku ew tiþtê li dijî destûr û berjewendîya Iraqê û kurdistanê be,
em napejirînin.
Nehem: Ev gotinên han li dijî ewan gotinan bûn, ewên ku r James Baker bi
telefonê ji me re ragihand. Ewî ji me re da nîþandan ku taybetmendîya herêma
kurdistanê li ber çav hatiye girtin. Her çende ku me bi xwe nerîna
Kurdistanê dîyar kiribû, belê evê komîteyê ti giringî nedaye nameya me û ne
her nexwendiye jî.
Em di dawîyê de dibêjin ku em bi ti þêweyekî girêdayî evê raportê nabin. Ne
tenê prosesa demokratîk û destkevtîyên gelê Iraqê bi giþtî û gelê kurdistanê
bi taybetî li alîyekî hiþtiye – bi taybetî piþtî hilbijartinê û destûrê jî,
ku ji % 80 ji xelkê Iraqê pesend kiriye – komela nêvdewletî û li pêþîya wan
Amerîka bi xwe hat û piþtevanîya evê komîteyê kir.
Berî ku çareserîya arêþeyên xelkê Iraqê ji alîyê xelkên din ve bihê kirin,
bila ji alîyê Iraqîyan bi xwe ve ramanek rast ji aþtîya niþtimanî re çê
bibe. Ji evî alîyî ve, em daxwazê ji hemû hêzên Iraqî dikin, ewên ku
bawerîya wan bi prosesa siyasî û destûra Iraqa federal û demokratîk heye, ku
gavên bingehîn ji bo çareserkirina wan pirsgirêkên bihavêjin, da ku em ji
çareserî û pêþinyarên þaþên welatên herêmî û cîhanî rizgar bibin.
Mesûd Barzanî
Serokê Kurdistanê
07, 12 / 2006
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|