|
Kurdistan
Rêvebirîya Kurd li dijî hewlên
'Konferansa Kerkûkê' Bi Tundî Bersiv Da;
"Bila
Li Iraqê Jî Ser Diyarbekîrê Konferans Bê Li Dar Xistin"
NÛÇE-ÞÎROVE:SERHAD B.RÊNAS-HESEN DILGEÞ
/
HAWARDENGÛBAS
07
Berfanbar,2006 weþandin:05:21:34 (GDK)
|

Grafîka Nexþe:HAWAR DENGÛBAS
© Beyî
destûr naye bikaranîn |
HAWAR-DENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan--Hevpeymanîya Kurdistan a diyar kir ku
konferansa 'Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd' bê lidarxistin, pêþniyarname
pêþkêþ bikin.Dewleta Tirk îdda dike ku bi çêkirina referandûmê wê li Iraqê
tundî gurtir be.Lê dewleta Tirk ev yekê eþkere nake ku wê tundkarîyê bixwe
derxîne holê.
Li Rêveberîya Kurdistana Azad bi tundî bersiva hewlên li dar xistina
'Konferansa Kerkûkê' ku li Tirkiyeyê da.
Parlementerên Îtîfaqa Kurdistan di parlamena Iraqê de û gellek rayedarên ji
Kurdistana Azad nerazîbûnek tund li dijî hewldanên dewleta Tirk nîþan dan.
Rêveberîya Kurdistanê dîyar kir ku konferaseke bi vî rengî derzagonî û
mudaxaleya li desthilatiya Iraqê ye.Kerkûk û xala 140'emîn,pirsgirêka Kurdan
û Iraqiyan e.
Bila Li Parlemena Iraqê jî konferansa 'Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd' bê
lidarxistin
Endamên hevpeymanîya Kurdistanê dîyar kirin ku eger hewlên dewleta Tirk bi
vî rengî berdewam bikin ew ê jî wek Hevpeymanîya Kurdistan a di Parlementoya
Iraqê de, ji bo ku konferansa 'Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd' bê lidarxistin,
pêþniyarname pêþkêþ bikin.
Îtifaqê da zanîn ku 15 parlementerên Eniya Tirkmen a Iraqê ku di
Parlamentoya Iraqê de ne, ji bo konferansê hatine vexwendin. Îtifaqê banga
'neçin konferansê' li parlementeran kir û ragihand ku ger parlementer herin,
wê ev yek bê wateya binpêkirina zagonên Iraqê.
Rizgar Alî ku di civîna asayî ya duh a Meclîsa Bajêr a Kerkûkê de axivî,
daxuyaniyên ku ji aliyê cîranên Iraqê ve di demeke ku Xala 140'emîn a
Makezagona Daîmî ya Iraqê dê bê pêkanîn de têne dayîn, rexne kir. Rizgar
Alî, diyar kir ku ev daxuyaniyên derheqê pêvajoya Kerkûkê de hatine dayîn,
mudaxaleya li karên navxweyî yên Iraqê ye. Rizgar Alî wiha dom kir: "Ev
daxuyanî li derveyî rastiyan in. Di þûna ku ev dewlet daxuyaniyên bi vî
rengî didin de, bila pêþî herin pirsgirêkên netewên li welatê xwe çareser
bikin.”
Endamê parlamentoya Iraqê yê ser bi Lîsteya Hevpeymeniya Kurdistanê D. Seadî
Berzincî diyar kir ku "15 endamên ku ji bo kongreyê hatine gazîkirin ku ji
lîsteyên Eniya Turkman û Hevbend û Eniya Diyalog û Aþtîbûna Nîþtimanî ne
heta nuha serokê parlmentoya Iraqê îcaze ne daye van endaman û got:" Ger ew
kongre ku bi bê nûnerê kurd bê pêkanîn, em ê daxwaz ji serokatiya
parlamentoyê bikin, kongreyek bo mafê Kurd û Ereb û Ermenî ên li Tirkiye bê
sazkirin."
Bereya Tirkmenan bo betal kirina madeya 140 di nava hewldanê de ye
Di vê navberê de Bereya Tirkmanan ku di bin kontrola dewleta Tirk de daxwaz
ji James Baker kiriye ku maddeya 140 a hêsayîkirina rewþa kerkûkê rabike û
daxwazek weha jî kiriye ku federalizma parêzgehan li Iraqê hebe.
Evê bereyê daxwaz kiriye ku samanên (serwetên) welat di destên hukûmeta
navendî de bin.
Serokê Bereya Turkmanî Sededdîn Arkîçî nameyek ji James Baker re þandiye û
di evê bareyê de weha dibêje: nêhêsayîbûna ku li bajêrê kerkûkê heye, ji
alîyê ewan kesan ve ye ewên ku ji alîyê Amerîka ve piþtevanîya wan dihê
kirin.. ewana jî, dixwazin mezintirîn beþê evî bajêrî ji xwe re bibin.
Dijberên Kurd ji ber ku dizanin Kurd wê serkevin lewma jî dixwazin
referandûm çê ne be
Dewleta Tirk û maþeyên wan ên li Iraqê naxwazin ku referandûmek bê saz
kirin.Ji ber ku ew jî dizanin ger referandûm were kirin wê Kurdan
biserkevin.Her wiha ji heman sedeman dijî pêkanîna madeya 140 ê ne ku bi vê
madeyê Kurdên ku ji Kerkûkê hatine derxistin paþ ve bê vergerandin.Ango
destê dijberên Kurdan de tu sedemên mafdar û rewa nînin bo pêþî lê girtina
referandûmê.
Dewleta Tirk îdda dike ku bi çêkirina referandûmê wê li Iraqê tundî gurtir
be.Lê dewleta Tirk ev yekê eþkere nake ku wê tundkarîyê bixwe derxîne holê.
Jixwe Kurdan 3 sal berê dema çareser kirina kêþeya kerkûkê bo sala 2007an
paþvexistibûn.Niha Tirkan planên xwe yên qirêj de serneketin û ji bobi dest
xistina zemaneke nû li dû pêþî lê girtin anjî paþvexistina referandûma li
Kerkûkê ne
Kurdistanî bûna Kerkûkê hilbijartina 2005'an de derketibû holê
Kurdistanî bûna Kerkûkê i serketina lîsteya kurdan di hilbijartina 2005'an
de li Kerkûkê derketibû holê.
Gurtir bûna lîstik û planên qirêj ya dewleta Tirk û yên din ne bêsedem û ji
niþka ve ye.Wek tê zanîn di sala 2007ê de bo çareserkirina meseleya Kerkûkê
dê referandûmeke bêne çêkirin.Dewleta Tirk û Tirkmenan dixwazin rê li ber vê
referandûmê bigrin.Ji ber ku ev dizanin ku bi vê referandûmê hemû derew û
dêk û dolabên wan derkevin holê û Kerkûk wê bikeve sînora Kurdistana azad.
Kerkûk bajareke girîng ya Kurdistanê ye û ji ber yekê dijminên Kurdan
ditirsin ku Kerkûk bikeve destê Kurdan û bi vî avahî hêza Kurdan hin zêdetir
be.Her wiha girêdana bajara Kerkûkê bo îdareya hikumeta Kurdistanê wekî
pengavekî dawîn ya serxwebûna Kurdistanê tê dîtin û ditirsin ku bi Kerkûkê
Kurdistan welateke pirr pêþketî be.
Pispor û stratejîstên Cîhanê jî gellek caran dîyar kirin ku bo dewleteke
Kurdistanê bajarê Kerkûk roleke bingehîn dizleyze.Tê dîyar kirin ku
çarenivîsa bajarê Kerkûkê çarenivîsê hemû perçeyên Kurdistana mezin e.
Mijara Kerkûkê mijareke neteweyî û stratejîk e.Ger Kurd li Kerkûk bi
sernekevin di nêzîk de nebe jî di dema dirêj de wê hemû gelê Kurd û hemû hêz
û rexistinên kurd jî winda bikin.
James Baker derbarê rapora Iraqê de agahî da serokê Kurdistana azad
James Baker bi telefonê ji serokê Kurdistanê re got ku wan taybetmendîya
Kurdistanê di raporta xwe de li ber çav girtine
Wezîrê derveyê berê yê Amerîka James Baker bi telefonê bi serokê kurdistanê
Mesûd Barzanî re peyivî û naveroka raporta komîteya xwe bi kurtî þirove kir.
James Baker ji Serokê Kurdistanê re da zanîn ku wan taybetmendîya Kurdistanê
li ber çav girtine.
Di derbarê
rapora Grupa Lêkolînê ya Îraqê ya di bin serokatiya James Bakerî de jî
Nêçîrvan Barzanî got ew rexneyê li James Bakerî digire ji ber James Bakerî
berî amadekirina rapora xwe serdana Kurdistanê nekir û lewra jî di rapora
James Bakerî de kêmasiyên mezin hene. (HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|