|
Kurdistan
Nerazîbûnên KURDISTANîYAN DIjî
Rapora Iraqê DIdoME;
Kurdan Çarenivîsa Xwe Dê Teslîmî Destê Çend Kesan Nekin
NÛÇE-ÞÎROVE:SERHAD B.RÊNAS,HÊJÎN NIZAR
/
HAWARDENGÛBAS
16
Berfanbar,2006 weþandin:04:23:36 (GDK)
HAWAR-DENGÛBAS-- Her çiqas rapora Baker nehatibe çespandin û George Bush bi
pêywendîyeke telefonê ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re di derbarê rewþa
Kurdistanê de pêbawerî dayî be jî Kurd vê carê wê li gor îxtîmalan
tevnegerin.
Li ser rapora Koma Xebata Iraqê ku
pêncþemê hatibû eþkere kirin nerazîbûna Kurdan bi avayekî tund didome.Kurd
li Ewrûpa û Kurdistanê bi xwepêþandan û kampanyayan raporê þermezar dikin.
Her wiha deshilatdarîya sîyasîya
Kurdistanê û rexistinên Kurdan dest bi xebatên dîplomatîk kirin.
Her çiqas rapora Baker nehatibe çespandin û George Bush bi pêywendîyeke
telefonê ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re di derbarê rewþa Kurdistanê
de pêbawerî dayî be jî Kurd vê carê wê li gor îxtîmalan tevnegerin.
Xebatên
Rexistinan Kurdan dijî raporê
Kurd bo pûc hîþtina raporê di nava
tevgerê de ne.
Yekîtiya Nivîserên Kurd tayê Dihok
civînek pêk anîn û piþtî danustandineka dirêj liser pêþveçûnên
nû ya Iraq û Kurdistan ser rapora Iraqê biryar da ku lîjneyek ji 13
rêkxirawa bê pêk anîn.
Ev lîjne li dû pêþhatan dê semîner û kombun û çalakiyan bike bo hiþyarkirina
xelkê Kurdistanê.
Di beyanameyeke hevbeþ de 7 partî û rêxistinên siyasî ên Kurdistanê ên
devera Germiyan rapora Baker-Hamilton red kirin û bi berevajî û dijî
daxwazên gelê Kurdistanê û Iraq û destûra Iraqê wesif kirin.
Komîta hevkariya hêza siyasiyên
Kurdî û Kurdistanî li Siwêdê, federasyona Komeleyên Kurdistaniyan, Instîtîfa
Kurd li Siwêd, tevgera Rêfrandoma Kurdistanê komeîta Stokholm,þaxê
pêþmergeyên Dêrîn ên Ewrûpa, vexwendiya xwepêþandaneke aþtiyane bo
berjewendiya gelê Kurdistanê ye bi giþtî û çareserî kirina pirsa Kerkûkê bi
taybet li pêþ balyozxaneya Emerîka li StokhOlmê, dijî rapora Bakîr- Hamilton
kirin.
Her wiha 14 partiyên siyasî yên li
Kurdistanê jî li dijî raporê bûn yek û komîteyek ava kir.
Girîngîya têkdana raporê
Dewleta Tirk û hemû dijberên Kurdan naxwazin ku referandûmek bê saz
kirin.Ji ber ku ew jî dizanin ger referandûm were kirin wê Kurdan
biserkevin.Her wiha ji heman sedeman dijî pêkanîna madeya 140 ê ne ku bi vê
madeyê Kurdên ku ji Kerkûkê hatine derxistin paþ ve bê vergerandin.Ango
destê dijberên Kurdan de tu sedemên mafdar û rewa nînin bo pêþî lê girtina
referandûmê.
Dewleta Tirk îdda dike ku bi çêkirina referandûmê wê li Iraqê tundî gurtir
be.Lê dewleta Tirk ev yekê eþkere nake ku wê tundkarîyê bixwe derxîne holê.Her
wiha dÎsa lawaz kirina desthilatdarîya Kurdistana azad daxwazîya hemû
dijberên Kurdan e.
Rapor bi vî
avahî him piþtgirîyê dide angaþtên pûç ya Tirkan û rejîmên faþîst yê herêmê
û her wiha jî rapor tê maneya bê wate hîþtina têkîlîyên dema dawî ya Kurdan
û DYE.
Gelê Kurd di
çerçoveya berjewndîyên dû alî û li gor konjoktura heyî piþtgirî dan DYE
.Heta piþtgirîya han gelek derdorên Kurd û dervey Kurdan de bû sedema
rexneyan.DYE ji Kurdan piþtgirîye stratejîk û joepolîtîk vergirt.
Xuyaye ku gelê Kurd di hemû perçeyên Kurdistanê de li gel berdewambûna hin
çewtîyên xwe dîsa jî ne wek berîya 15-20 salanin.
Gelê Kurd bi
amûrên xwe yên dîplomatîk,bi hêzên xwe yên medya û bi dezgehî bûna fermî û
bi vebûna xwe ya neteweyî-çandî êdî nehêlin ku çarenivîsa Kurdistanê di
destê çend kesan de bê tayîn kirin û peymanên wek Cezayîr û xapandinên kûr
bê ferz kirin. (HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|