|
Kurdistan
Seddam Huseyîn
Hate Darve Kirin...Dewra Dîktatorekî û Sembola Zilmên Hember Kurdan Bi Dawî
Bû..
30
Berfanbar,2006 weþandin:12:27:29 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,BEXDA
--Kujdara bi sedhezaran Kurd û dîktatora berê ya Iraqê Seddam Hûseyîn hate
darve kirin .
Seddam Huseyîn li bexda ber bi
sibê hate îdam kirin.
Televizyona El-Iraqiye ya Iraqê
beþek ji dîmenên îdamkirina Sedam Hisên nîþan da.
Darvekirina Seddam di medyaya
Cîhanê de cihêkî mezin girt ûgelek deng veda.
Þêwirmendê Ewlekariyê yê hikûmeta
Îraqê Muwefeq Rubeî bi xwe bû þahidê îdamkirina Sedam Hisênî û wî ji
televizyona CNN-ê re got “Sedam Hisên hêvîþikestî bû lê belê dema nêzîkî
kelîtoka îdamê bû diyar nedibû ko ditirse.
Piþtî îdamê Serokatiya
Kurdistanê daxûyanîyek belav kir û di daxûyanîyê de hate gotin ku:"Em hêvî
dikin ko îdamkirina Sedamî bibe sebebê vekirina rûperekê nû di nêvbera
Îraqiyan de û dawiyê li êþ û azarên hevwelatiyên bêtawan bîne û divêt ev
îdamkirin nebe bihaneyek ji bo bibelgenekirina tawanên enfal û Helebçe û
bêserûþûnkirina hezaranan feylî û barzaniyan û perdedanîna li ser wan
tawanan."
Piþtî îdama Seddam PKK û DTP bi
daxûyanîyan ne razîbûnên xwe li hember îdama Seddam dîyar kirin.
Wek tê zanîn Dadgeha bilind ya tawanan li ser
tawana Duceyl hikumê bi darvekirinê bi ser Sedamê de kiri bû, dadgeha Temîzê
jî ,26ê mehê de ew hikumê pesend kiri bû.
Termê
Seddam þiyandin Tîkrîtê
Þêwirmendê Ewlekariyê yê hikûmeta
Îraqê Muwefeq Rubeî bi xwe bû þahidê îdamkirina Sedam Hisênî û wî ji
televizyona CNN-ê re got “Sedam Hisên hêvîþikestî bû lê belê dema nêzîkî
kelîtoka îdamê bû diyar nedibû ko ditirse. Herwiha Muwefeq Rubeî got:
Sedam Hisên pir zû mir, di cih de mir. Wî daxwaza tiþtekî nekir û tenê xwest
werîsê bi lingên wî ve hinekê bêt sist kirin. Quranek di destê wî de bû û wî
xwest ew Quran bête dan bo kesekê wî destnîþankirî.
Muwefeq Rubeî got îdamkirina zirbrayê Sedam Hisênî, Barzan Tikrîtî û serokê
mehkemeya þoreþê yê berî Awad Bender hatiye paþ ve dan ji ber hikûmeta Iraqê
xwest îro tenê ji bo Sedam Hisênî be
Tê îdda kirin termê Sedam þiyandine TîkrÎtê li gor îddayeke din jî Seddam wê
li Yemenê bê binax kirin.
Biryar
îdamê di sermawezê de hate dayîn
Kujdara bi sedhezaran Kurd û
dîktatora berê ya Iraqê Seddam Hûseyîn di mehkema 05 Sermawezê de li Bexdayê
de bi cezayê îdamê hati bû cezakirin.
Saddam di mehkema da ji bo kuþtina
148 þîayên ereb ku di sala 1980î de hatibun kuþtin hat cezakirin. Saddam bi
cezayê îdamê û 7 hevalbend û karmendê partîya Baas yên bere bi cezayên cuda
cuda hati bûn cezakirin.
Jiyana
DÎktatorekê
Sedam Huseyîn di sala 1937'an de
li bajarê Tîkrîtê ji malbateke xizan hate dinê.
Piþtî mirina bavê xwe, ji aliyê dayika xwe û hizmên xwe ve hate mezin kirin.
Sedam di ciwaniya xwe de beþdarî nava refên Partiya Baasê bû. Baas wê demê
li hemberî emperyalizmê derdiket û azadî û serxwebûna netewî diparast.
Seddam di sala 1956'an de li hemberî desthilatdariyê derbeyek kir lê ev
derbe bi ser neket. Piþtî vê yekê Sedam bi sûcdariya ku dê Serokwezir Abdul
Kerîm Hassam bikûje ji Iraqê reviya.
Di sala 1963'an de li Iraqê
Partiya Baasê bi ser ket û Sedam jî wegeriya Iraqê. Wê demê bi xwarziya xwe
Sacîdeyê re zevicî û jê sê 3 heb qîz bû bawê 5 zarokan. Piþtî demekê di
navbera partiyê û Sedam de nakokî derketin û Sedam hate girtin.
1968'an de derbeyeke din hate
kirin û Sedam bi vê derbeyê re ji girtîgehê derket. Piþt re Sedam kete nava
Lijneya Konseya Þoreþê ya Baasê. Seddam di sala 1979'an de bi darbeyekê
desthilatdarî bi dest xist û muxalîfên xwe perçiqand. Seddam pergeleke
zordest afirand û ew bi îstihbaratê xwe xurt kir.
Sedam di 16'ê adara 1988'an de li
hemberî kurdan, li bajarê Helepçeyê komkujiyeke mezin pêk anî û bi bombeyên
kîmyewî 5 hezar Kurd bi avayekî hovane kuþt.
Her wiha
di Enfalê de nêzîkî 182 hezar Kurd
hatin windakirin û bêtir ji 4 hezar gundan hatin kavil û wêran kirin.
Kartêkirina çekên kîmyewî yên Îraqê di Enfalan de, ko wê li Helebçeyê û
cihên din li Kurdistanê bikaranîn hêj heta niha jî li ser mirov û jîngehê
maye.
Sedam ê girtî Sedam di sala 1980'yî de bi Îranê re þer îlan kir û hêzên
Sedam herema avî ya Þatt El Arab bi dest xistin.
Þerê di navbera Îran û Iraqê de 8
salan dom kir û bi sedhezaran kesî di vî þerî de jiyana xwe ji dest da.
Dema ku þer bi dawî bû herdu alî
jî di cîhê xwe yên dest pêkê de bûn. Piþtre Sedam di 2'yê gelawêja 1990'î de
Kuvveþt dagir kir.
Li ser wê yekê gelek welatên
cihanê bi pêþengiya DYA'yê li dijî Iraqê þer îlan kirin. Di 16'ê berfanbara
1990'î de li ser Iraqê bombe bariyan. Þer heya 27'ê reþemîya 1991'an domiya.
Piþtî bûyerên 11'ê Rêzberê dîsa
çaw zivirîn ser Sedam Huseyîn. Di dawiyê de DYA û Îngîltereê di avrêla
2003'an de, bi angaþta çekên nukleer carekedin li dijî Iraqê dest bi þer
kirin.
Hêzên koalîsyonê, di 10 avrêlê de
ketin paytexta Iraqê bexdayê û peykerê Sedam Huseyîn ê li navenda bajêr anîn
xwar.
Ev roj ji bo gelên li Iraqê wekî
destpêkeke nû hate nirxandin. Di serî de gelê kurd, gelên Iraqî rabûn ser
piyan û têkçûna pergala Sedam pîroz kirin.
Malbatên Þehîdan li
benda vê rojê bûn
Malbatên þehîdên enfal û kîmyabaranên û cemawerê Kurdistanê jî bo
Sedam Hûseyîn cezaya herî giran dixwazin.Ji ber ku Seddam bi sedhezaran
Kurd zarok,jin,kal û pîr,mêr û ciwan tevde bi çekên kîmyewî qetl kir.
Sedam bû sedem ku nifþekî ji holê rabe.Her wiha ji alîyê rejîma Iraqê
ve dewlemendîyên siruþta
Kurdistanê hat talan kirin aborîya Kurdistan ji bingehê ve hat rûxandin.
Ji
ber qeliam û zordestiyên Seddam Kurdistan bi dehan salê xwe winda kir û ji
pêþketin û dewlemnd bûyîne bêpar ma.
Lê cemawerê Kurdistanê û malbatên bi sedhezaran þehîdên Kurd wan rojan
ji bîr nekirin û bo rûmetên xwe yên neteweyî dixwaztin ku zordestîya
bidehan salan di þexsa Seddamê dîktator de bi sizaya herî giran bersiva xwe
bibîne û dît...(HAWAR-DENGÛBAS -
Ap,Ktv,wîkîpedya kurdî,ajansan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|