|
Kurdistan
Celal Talabanî;"Rapora Iraqê
Dijî Destketîyên Kurdan e"
NÛÇE:HÊJÎN NIZAR
/
HAWARDENGÛBAS
11
Berfanbar,2006 weþandin:01:32:59 (GDK)
HAWAR-DENGÛBAS,SILÊMANÎ-- Derbarê raporê de Serokê Kurdistanê
daxûyanîyek tund weþand.Bi vê raporê tê pêþnîyar kirin ku Kurd piþtî ewqas
piþtgirîyên xwe bo Emerîkayê ji destketîyên xwe yên heyî jî dev jê berdin.
Li ser rapora Koma Xebata Iraqê ku
pêncþemê hatibû eþkere kirin rexneyên tund yê desthilatdarîya Kurdistanê ve bi
avayekî tund didome.
Serokkomarê Iraqê û serokê YNK
Celal Talabanî jî bi tundî raporê rexne kir.Celal Talabanî daxûyanîyek
nivîskî weþand û piþtgirîya helwesta tund ya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî
kir.Talabanî di daxûyanîya xwe de got ku;" Ji ber ku ew rapore destkeftîyên
gelê Kurd ne parastiye û Bêker jî di pêvajoya amade kirina raporê de serdana
Kurdistanê nekiriye û bêhtir aliyên xirab nîþan daye."
Talabanî li ser maddeya 140ê
çareser kirina meseleya Kerkûkê got ku;"Mafê tu kesî û aliyekî nîne destûr
binpêbike û her guhartinek di destûr de tenê bi riya wa tîma taybet re dibe
yak u ji aliyê parlemento ve hatiye diyar kirin."
Peter Galbraith;"Bila Kurd têkiliya xwe ji Bexdayê qut bikin"
Di vê navberê de þîroveya herî
balkeþ ji Dîplomatê berê yê Emerîkayê Peter Galbraith hat.Tê dîyar kirin ku
Peter Galbraith ji serokayetiya kurd daxwaz dike ku ew ji bo serxwebûna
Kurdistanê referandûmekê çêbike.Galbraith ji VOA (Radyoya Dengê Emerîkayê)
de dibêje heke li Iraqê dest bi cibîcîkirna rapora Baker-Hamilton bibe, divê
serokatiya Kurd jî ji bo serxwebûna Kurdistanê referandûmekê çêbike.
Peter Galbrith dibêje divê Kurd bi tûndî li dijî cîbicîkirna vê raporê li
Îraqê derbikevin lê heke di vê de bisernekevin divê ew têkiliya xwe ji
Bexdayê qut bikin û ji bo serxwebûnê referandûmekê çêkin.
Rexistinan Kurdan Raporê þermezar dikin
Her wiha komîteya hawkarî
Kurdistaniyanî Malmo,PKE(Platforma Kurdên Ewrûpa) û çend komale,dezgeh û
weþanên Kurdan bi daxûyanîyan rapora han þermezar kirin.Tê payîn ku li
Ewrûpayê Kurd bo protesto kirina raporê çend çalakî li dar bixin.
Helwesta Kurdan di medyaya Cîhanê de ye
Daxûyanîya serokê Kurdistanê Mesûd
Barzanî û Celal Talabanî serî de BBC,CNN,The New York Times û bi giþtî di medyaya Cîhanê de
jî gelek deng veda û gelek weþanan de wek nûçeya yekem hate dayîn.Her wiha
ser helwesta Kurdan gelek rojnamenûsên binavûdeng þîroveyên xwe weþandin.Bi
ev dengvedanê di qada navneteweyî de niha helwesta Kurdan nîqaþ kirin.
Lijneya Bilind ya Maddeya 140:" Rapora Baker tu bandorek li ser karê lijneyê
nake"
Endama lijneya bilind ya bicihanîna madeya 140 xatûn Nermîn Osman ragihand
ku wekî gelê kurd bi hemû þêweyek dijî her paþxistineke bicihanîna medeya
140 in ji ber ku ew dijî destûra daîmî ya Iraqê ye û di berjewendiya tu
aliyekî de nîne ku bê paþxistin.
Xatûn Osman dîyar kir ku karê lijneyê bi asayî bi rê ve diçe û rapora Baker
tu bandorek li ser karê wan nake heta wan zêdetir wan rijd dike bo
baþtirkirina karên lijneyê.
Paþvexistina Referandûma Kerkûkê daxwaza Tirkan e
Dewleta Tirk û maþeyên wan ên li Iraqê naxwazin ku referandûmek bê saz
kirin.Ji ber ku ew jî dizanin ger referandûm were kirin wê Kurdan
biserkevin.Her wiha ji heman sedeman dijî pêkanîna madeya 140 ê ne ku bi vê
madeyê Kurdên ku ji Kerkûkê hatine derxistin paþ ve bê vergerandin.Ango
destê dijberên Kurdan de tu sedemên mafdar û rewa nînin bo pêþî lê girtina
referandûmê.
Dewleta Tirk îdda dike ku bi çêkirina referandûmê wê li Iraqê tundî gurtir
be.Lê dewleta Tirk ev yekê eþkere nake ku wê tundkarîyê bixwe derxîne holê.
Kurd ne mecburin di alozîya Iraqê de bimînin
Li Iraqê ew 4 salin ku bi operesyona DYEyê rejîma Baas hatîye rûxandin û 4
salin her roj bi dehan Iraqî jiyana xwe ji dest didin û Iraq di her waran de
her roj hinek din paþ dikeve.
Her wiha dervey Kurdistana azad li Iraqê hiþmendîya civak bûnê jî bi temamî
ji holê rabûye.Êdî gellek pisporên sîyasî dîyar dikin ku rewþa Iraqê êdî
paþve nayê zivirandin.
Baþûrê Kurdistanê ku li vê derê 14 sal berê rêverîya azad ya Kurdistan
hatîye damezirandin û bi hikumet, parlemen û dezgeh û sazîyên xwe li gel
kêmasî û astengîyan be jî pêþdikeve.Di operesyona Emerîka de jî Kurd bi
bergehekî stratejîk û konjokturel di hêla DYE de cîh girtin û ew hevkarî
dîsa di çerçoveya berjewendîyên her dû alîyan de didome.
Kurd ne fermî be jî niha nêzî serxwebûnê ne.14 salin ku Kurd bi zimanê Erebî
naxwînin û naaxifin.Her tiþt bi Kurdî ye.Rêveberî bi her avahî ji Iraqê cûda
ye.Kurdistana azad her roj hinek din ji Iraqê dûr dibe.
Kurd niha ji ber rastîyên konjokturel niha ji Iraqê venaqetin.(HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|