|
Kurdistan
Divê Sîyaseta Kurd Xwedî Li Xwendekarên Kurd yên Li Zaningehan Derkeve
NÛÇE-ÞÎROVE:HESEN DILGEÞ
/
HAWARDENGÛBAS
21
Berfanbar,2006 weþandin:05:32:38 (GDK)
|

Dîmenek ji
xwendekarên þoven û dij-Kurd
|
HAWAR-DENGÛBAS-- Di zaningehan de faþîstan bi lêdan û lînç kirinê ser
xwendekarên Kurd terorê dimeþînin.Li piþt wan êrîþan rexsitinên faþîst wek
MHP cîh digirin û polîs,dewlet û rêveberîyên zaningehan rê li ber wan êrîþan
vedikin.
Di rojên dawî de de li zanîngehên
Tirkîye de û çend zanÎngehên li bakûrê Kurdistanê de êrîþên dijberên Kurdan
tundtir dibin.
Çend roj berê jî Dijberên Kurdan
li Îzmîr,Konye û Enqerê, bi kêr û satoran êrîþê xwendekarên kurd kirin.Çend
rojin li zaningeha Mersînê êrîþên þovenan didome.
Her wiha piþtî êrîþên þovenên Tirk
li zaningeha înonîya Meletîyê herî dawî jî li Meletîyê li yurda xwendekaran
a bi navê Baltagazi ji ber sedema axaftina bi Kurdî ûguhdarî kirina mûzîka
Kurdî nijadperestên tirk êrîþî xwendekarên kurd kirin û 7 xwendekar birîndar
bûn 3 Kurd jî girtin binçavan.
Di zaningehan de faþîstan bi lêdan û lînç kirinê ser xwendekarên Kurd terorê
dimeþînin.Li piþt wan êrîþan rexsitinên faþîst wek MHP cîh dgirin û
polîs,dewlet û rêveberîyên zaningehan rê li ber wan êrîþan vedikin.
Propaganda heman propagandaye;"Kurd Nîne"
Bi taybetî xwendekarên nijadperest
yên Tirk ku di nava nêrîn û îdolojîya "Kurd nîne,Kurdî nîne,Kurdistan
nîne,","Meseleya kurd nîne,hêzên derve we fît dikin","Di nava dewletekê de
encax yek netew dibe","Ma çima mafê Çerkezan nîne"," Emerîka we bi kar tîne"
perwerde kirin,xwendekarên han heman hevokan dÎsa li dij xwendkarên Kurdan
tînin ziman.
Xwendekarên nijadperest yên Tirk
heman demê de di nava sîstema "ker û kor" de perwerde bûne lewma jî qet
pêwîstî nabÎnin ku li rastîya "Kurd û Kurdistanê" hûr binêrin û rastîya
neteweya Kurd têbigehên.
Ew bi wan zîhnîyeta "serdema keviran" êrîþî Kurdan
dikin,êrîþî axaftina zimanê kurdî dikin,êrîþî guhdarî kirina mûzîka Kurdî
dikin ,êrîþî her rastîyeke yê Kurdan dikin.Her wiha ne tenê
xwendekar,mamosteyên li zaningehan jî bi heman zîhnîyetê tevdigerin.
Dibertîya hember Kurdan bi destê mamostayan jî tê meþandin
Heta li bajarên wek Amed û Wan ku
hêza nijadperestan nîne mamosteyên zaningehan di nava dersan de bêwateyîya
xwestekên kurdan tê kirin û Kurd wek xayîn tên nîþan dan.Li Amedê zanîngeha
Dîcleyê bi taybetÎ di fakulteya Mîmarî-Endezyarî de heman propaganda bi
destê mamosteyan tê kirin.Çend sal berê jî mamosteyên li Zaningeha Dîcleyê
nikarîbûn bi hêsanî propagandaya dijî Kurdan bikin lê niha bi piþtgirîya
rêveberîya zanigehê ev yek pêk tê.
Xwendekarê zaningeha Dicle-
Beþa endezyarîyê bi navê M.K di nameya ku bo HAWAR DENGÛBASê þandiye û li
gor hin daxûyanîyên xwendekerên ji vî beþî mamostayên bi navê Sedat
KOLUKISA,Orhan ÇAKIR,Vedat ORUÇ,Fahri KARAHAN,Halil GÖRGÜN,Özge ÞABAN,Yaþar
CAN û çend mamosteyên din serkeþîya propagandayên dij-Kurd dikin.
Divê rexistinên Kurdan hestîyar bin
Di nava vê xirecirê de xwendekeran
Kurd hewl didin ku xwe biparêzin,xwe îfade bikin,rastîya Kurd û Kurdistanê
rastîya hebûna neteweya Kurd bi hemû alîyên xwe rabixin ber çavan.Bê gûman
di nava vê rewþê de divê hêst û psîkolojî ya xwendekarên Kurdan baþ were fam
kirin.
Divê rexistinên polîtîk yên Kurdan bi civîn,daxûyanî, kampanya, avakirina
komîteyên piþtgirî û enformasyonê û bi hewldanên din piþtgirîyê bidin
xwendekarên kurd û xîtabî moralên wan bêne kirin û piþtgirî li têkoþîna
neteweyî ya Kurdan ya di wî warî de bê kirin.
Bi wan êrîþan careke din derdikeve holê ku Tirk Kurdan qebûl nakin û Kurd
tenê dikarin bi rêvebiriyên xwe û li Kurdistanê jiyananek bi ewle dikarin bi
dest bixînin. (HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|