|
Beþa Kurdistan
Di azadiya çapemenîyê de Dewleta Tirk piþtî Uganda û Lîberya
tê.
5 Gulan,
2006 12:23:12 (GDK)
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) bi riya raporekê
rewþa azadiya çapemenî û ragihandinê li dinyayê diyar kirin. Rapora ku li
gora encamên sala 2005an hatiye amadekirin, diyar dike ku rewþa azadiya
agihandinî li Tirkiyê ji ya Uganda û Lîberya jî xerabtir e.
Tirkiyê li gora rêzê piþtî van herdû welatan tê li gora dinyayê di rêza 98emîn de cî digre.
Li gora raporê, îsal dîsa welatên bakurê Ewrûpa di aliyê zadiya çapemenî û
ragihandinî de serî dikþînin û bi serbilindî di serê lîstê de cî digrin.
Rêxistina RSF ya ku navenda wê li Parîsê ye, dide zanîn
ku di sala 2005an de 24 ji wan li Îraqê bi temamî 63 rojnamevan
hatinekuþtin.
RSF diyar dike ku di azadiya çapemenî û ragihandinê de,
Danîmarka weke welatê herî azad hatiye
îlankirin û Tirkiyê jî di nava 167 welatan de ketiye
rêza 98emîn. Li gel Danîmarka welatên weke Fînlenda,
Ýzlenda, Ýrlenda û Holenda jî di serê rêzê de ne û
welatên azad in. Tirkiyê jî li paþ welatên weke Benîn,
Namîbya, Mekedonya, Uganda û Lîberya ma û careke din
cihê xwe di nava welatên ne azad de girt.
Baþûrê Korê, Erîtrê, Tirkmenistan û Îran jî di aliyê
azadiya ragihandinî de weke welatên herî xerab
hatin îalnkirin.
Li gora lîstê, Îraq di rêza 157an Çîn jî di rêza 159an
de cî digre. Welatên Yekgirtî yên
Amerîkayê jî di rêza 44an de ne. Li gora salên berêrewþa
Amerîka 20 rêzan li paþ ketiye. Tê gotin ku
bandora girtina nûçegihanê New York Times Judith Miller
û hewldanên ku mafê veþartina çavkaniya
nûçeyan birîn dikin li ser vê yekê bûye. Frensa jî ji
ber lêgerîna ku ji aliyê polîsan ve li buroyên çapemeniyê dibe û lêpirsîna
rojnamevanan, ketiye rêza 30î. Ji welatên Yekîtiya Ewrûpa, Yûnan di rêza
18an de û baþûrê Qibrisê jî di rêza 25an de cî girtine.(peyama kurd)
|