|
Beşa Kurdistan
Civîna Enternasyonala Sosyalîst Kêşeya Kurd nirxand
30
Gulan, 2006 17:21:46 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,SILÊMANÎ,Kurdistan--
Li Silêmanî Civîna Enternasyonala Sosyalîst
di derbarê rewşa giştî yê Kurd û Kurdistanê de pêk hat .
Bi
tevlîbûna Celal Talebanî serkomarê Îraqê û PDK ya çavdêr di rêxistina
Enternasyonala Sosyalîstde û YNK û PDK Îran ya endama wê û Komeleya
Zehmetkêşên Kurdistanê wek çavdêr,sekreterê Enternasyonala Sosyalîst Luîz
Ayala, Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk û
cîgirên
wan Nazmî Gur, nûnerê DTP'ê yê Ewropayê Faîk Yagizay Endamê Partiya
Sosyalîst a Fransayê Serîn Parlak li havîngeha Dukanê grûpa Social
International civîna Enternasyonala Sosyalîst li dor kêşeya neteweya Kurd li dar xist.
Sekreterê
Giştî yê Enternasyonala Sosyalîst Luîz Ayala axivî û ji bo ku cara yekeme
ku maldariya civîneke wiha dikin ji rayedarên YNK'ê re spasiyên xwe anî
zimên. Ayala, kêfxweşiya xwe ya ji bo pêşketinên têkildarî rewşa kurdan anî
zimên û diyar kir ku yekbûna herdu rêveberiyên li Kurdistana Federal ji bo
herêmê wekî gaveleke gelek pêşketiye. Ayala da zanîn ku pêşketinên li
Kurdistana Federal bandorê li ser rewşa hemû kurdan dike û da zanîn ku ew
wekî Enternasyonala Sosyalîst baweriya xwe bi aştî, azadî û biratiyê tînin.
Ayala got ku loma jî ew gelek girîngî didin xebatên Koma Xebatê ya Kurd û
daxuyand ku ew wekî Enternasyonala Sosyalîst pişgiriyê didin mafên gelê
kurd.
Her wiha
di axaftinan de hate gotin ku ”Li cîhanê mînakên bi vî rengî hene.
Pirsgirêk wiha yên wekî ÎRA û ETA'yê jî bi awayekî siyasî ber bi çareseriyê
ve diçe. Divê pirsgirêka kurd jî di vê çarçoveyê de were nirxandin."
Di
civînê de nûnerên Enternasyonala Sosyalîst bi dîtina îdolojiyaya xwe ku daxwaza
mafên neteweyên azadîxwaz dike, piştgîrî û alîkariya xwe ji bo mafê
neteweya Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê diyar kir û azmûna serketiya
siyasî û îdariya başûrê Kurdistanê jî wek faktorekê erênî ya serketin û
pêşdebirina pirsa gelê kurd li perçeyên din yên Kurdistanê qebûl kirin.
|