|
Beþa Kurdistan
Encama Doza Bûyerên Þemzînanê Jixwe Ji Destpêkê ve Dîyar Bû.
Dewleta Tirk wekî har carê terora xwe “vediþêre”
6 Gulan,
2006 14:32:43 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,WAN,Kurdistan --
Doza Þemzînanê bi skandalên li gor Dewleta Tirk destpêkir.Doznamê nîvçe
hate xwendin û General Yaþar
Buyukanitê hate derxistin.Piþtî bûyerên li Þemzînanê rayedarên Dewleta Tirk
dîyarkiribûn ku wê “Em herin ser vê bûyerê û tawanbaran derxînin ber
dadê,ev tawanbar ji nava dewletê be jî”.Kurd hê ji destpêka bûyerên
Þemzînanê dizanîbûn ku Dewleta Tirk wê terora xwe biparêze.
Di dadgehê de li gel serokê mahkemê Kaya, hakim Muammer
Balli û Serhat Erbaþ, parêzer Metin
Biçek, tawanbar Ali Kaya, Ozcan Ildeniz û Veysel Ateþ û hemû kevneesker çar
parêzerên wan, xwedîyê pirtûkxaneya
hatibû bombekirin Seferî Yilmaz ,malbata Mehmet Zakirê hate kuþtin û 10
parêzer, Parlamentê Diyarbekirê Mesût Deger, ê Çolemêrgê Esat Canan beþdar
bûn. Li sernavê
Rêxistian Efûyê ya Navneteweyî Emma Sinclair jî ragihand ku wan jî xwestîye
di mahkemê de baþdar bin lê belê ji
sedema biçûkbûna salonê ev daxwaza wan qebûl nekirîye.
Doza Þemzînanê bi skandalên li gor Dewleta Tirk
destpêkir.Doznamê nîvçe hate xwendin
û General Yaþar Buyukanitê hate derxistin.Îro hate xwestin ku bila mehkeme
cîhên ku hatine derxistin jî bixwîne.Lê mehkeme vî daxwaze qebûl nekir.
Piþtî bûyerên li Þemzînanê rayedarên Dewleta Tirk
dîyarkiribûn ku wê “Em herin ser vê bûyerê û tawanbaran derxînin ber dadê,ev
tawanbar ji nava dewletê be jî”.Kurd hê ji destpêka bûyerên Þemzînanê
dizanîbûn ku Dewleta Tirk wê terora xwe biparêze.
Dewleta Tirk pêy veþartina terora
xwe û qedandina heyîna Kurdan e
Piþtî
bûyerên li Þemzînanê rayedarên Dewleta Tirk
dîyarkiribûn ku wê “Em herin ser vê bûyerê û tawanbaran derxînin ber
dadê,ev tawanbar ji nava dewletê be jî”.
Lê
politikaya 80 salîya Dewleta Tirk ku ser bingeha tune kirina hebûna Kurd û
Kurdistanê hatîye avakirin dîsa xwe neguherand.
Pêþî bo
xepandina raya giþtîyê Cîhanê hin
daxûyanîyên derew hate kirin û niha jî “tola derxistina holê terora Dewleta
Tirk ji alîyê gelê Þemzînanê ve” tê girtin.
Wek
zanîn di meha Adarê de jî bi îddanameya serdozgerê Wanê jî Terora Arteþa
Tirk hatibû eþkere kirin û ev mijar Tirkîye bi rojan di rojevê de ma
bû.
Serdozgerê
Tirk Ferhat Sarikaya, li ser bûyerên Þemzînanê de bo Fermandarê
Giþtî yê Hêzên Bejayî ya Artêþa Tirk Yaþar Buyukanit de di îddia name de
destnîþan kiri bû ku ji ber ku bersûcê Þemzînan parastiye û ji bo yek ji
wan berbaz Alî Kaya gotibû “ez wî nas dikim û ew kurekî baþ e” ji ber vê
yekê ser hiquqê bibandor bûye.
Di
îdîanameya bûyerê ku ji hêla Ferhat Sarikaya ve hati bû amadekirin, dema
behsa JÎTEM'ê dikir, sûdê ji îfadeyên Abdulkadîr Aygan ku demek dirêj ji bo
JÎTEM'ê xebitiye,hati bû girtin û têkildarî mijarê wiha hati bû gotin:
"Îtîrafkarê PKK'ê Abdulkadir Aygan li gorî agahiyên di çapemeniyê de
derketîn dibêje ku li ser navê JÎTEM'ê xebitiye.
Bi avayekî zelal eþkere bûyîna Têkîlîya Arteþa Tirk
terorkirina gelê Kurd de di çapamenîya Biyanî û Tirkan de cîheke mezin
girti bû.Gelek rojnameyên bîyanê ser vê bûyerê bi nûçe û þîroveyan sekinî
bûn.
Nijadperestên Tirk ji vê pêþketinê nerazîn e û dibêjin “tê
xwesitin ku rûmeta arteþa Tirk were þikandin”.Her wiha nivîskar û
rojnamegerên Tirk jî piþtê arteþêdigrin.
Bûyerên Þemzînanê
Çawa Destpêkir
Li Þemzînanê Pirtûkxaneya Umut 11 Sermaweza 2005’san de ji
alîyê 2 serbaz û çawiþekî pispor bombe hatibû avêtin û di encamê de M.
Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest da bû û Metîn Korkmaz jî birîndar bû bû û
piþtî bûyerê gelê Þemzînanê êrîþ biribûn ser erebeya ku ya serbazan bû û bi
rojan çalakîyên gelê þemzînanê berdewam kiribû.
Çawiþê Tirk bi navê Tanju ku
de ji erebeyê derketibû û gûle weþandi bû ser gelê Þemzînanê û bû bû
mirîna Kurdekê bi navê Alî Yilmaz di encama dadgehêde serbest hatibû
berdan.
Bûyer wekî “Susurluka Duyemîn”
tê binavkirin.9 sal berê seyareyek ber riya Susurlukê(navçeyekê
Tirkîye) qeza kiribû û piþtî vê rûdanê têkîlîyên qirêj yên mafya,dewleta
tirk,polîs û hin serekêþîrên eslkurd derketibû holê.
Di bûyera Þemzînanê de jî serbaz telefonê kuþtarê bisedan Kurd xwînxwar Mehmet Aðar
kirin e û derdikeve holê ku dîsa lîstikên li dijî gelê Kurd heman avahî tê
meþandin û êrîþên ser Kurdan hin jî
ji parlemana Tirkîye tê birêvebirin ku Mehmet Aðar niha parlmeneter e û
serokê partîya DYP(partîya Çîller a hov) ye.
Di dîroka Komara Tirk de ser gelê Kurd bi sedan car bûyerên bi
vê rengî hat kirin lê yekemîn care ku ewqas vekirî sûcdarên bûyerê tên
girtin.Bi avayekî zelal dewleta Tirk bi her avahî (an bixwe-an jî bi destê
hêzên din) karên teroristî dimeþîne.
Di bûyerên Þemzînanê de Çawiþê Tirk bi navê Tanju ku de ji erebeyê derketibû û gûle weþandi bû
ser gelê Þemzînanê û bû bû mirîna Kurdekê bi navê Alî Yilmaz di encama dadgeha
duh de serbest hate berdan.Hin vê demê de eþkere bû ku Dewleta Tirkîye
xwedî li terora xwe derdikeve dixwaze ser skandala Þemzînanê û terora xwe
bigre.
|