|
• Kêmasîya Kurdeyatîyê
di perwedeyê de;
Sîstema
perwerdehîya Kurdistana azad hin rûneniþtîye.Ev tiþtekî xwezayî ye. Di sîsteme perwedeya Kurdistana azad de bi avayekî ecêb
zimanê Îngîlîzî cihekî zêde digre.Mînaka li Kurdistana azad ku ji xeynî
zimanê fermî bikaranîna zimanekî din di avayekî ewqas zêde tenê li Dewleta
Tirk de heye.Li Kurdistana azad jî wekî li Tirkîye perwerdeya bi îngîlîzî
ji dibistana sereteyî destpêdike.Ev xeterek pirr mezin e.Zarok hin zimanê
Kurdî baþ hîn nabin û hema pêþberî wan zimanekî din tê derxistin.Piranîya
zanyaran dibêjin ku bo perwerde û zanistî berrî her tiþtê zimanê dayikê
divê were pêþxistin.Raste ku Îngîlîzî li cîhanê sedest e.Lê îro Îngîlîzî
sibê zimanekî din.Lê Wek gelek zimanan zimanê Kurdî jî dikare bibe zimanê
zanistê.Ev nayê vê maneyê ku” bila kes Îngîlîzî hîn nebe”.Divê Îngîlîzî jî
were fêr bûn lê di dema zaningehê de ev guncaw e.Divê Îngîlîzî wek
pêwîstîyek demî were qebûl kirin.Her netew encax ser ziman û çanda xwe
dikare pêþ keve.
• Lawaz bûna
ziman,çanda Kurdî û xwezîpêanîn;
Li Kurdistana azad bi taybetî di nava ciwanen de bi avayekî
ecêb xwezîpêanîn ango hewesa bi çand û zimanên din bi taybetî bo zimanê
Îngilîzî heye.Heta esnafan jî di tabelayên xwe de ji xeynî Kurdî îngîlzî jî
bi kar tînin an jî bi temamî Îngîlîzî bikar tînin.Dîmenê dikkanan diþibe welatên cîhana 3’yemîn û
paþdemayî.Ciwan zimanê Kurdî baþ bikarnaynin.Heta hin peyvên bîyanî “Okey”
û hwd. dixin nav zimanê Kurdî.Mûzîka Tirkî û Erebî gelek zêde tê guhdarî kirin.Ev
dejenerasyona çandî ya li Kurdistana azad bo gelê Kurd xeterek mezin e.Kurd
bi salan bo destxistina mafên neteweyî têdikoþin û niha beþekê Kurdistanê
azad e.Lê di vê beþê de stranbêjên wek Îbrahîm Tatlises,Mehsûn Kirmizigul û
hwd ku ji Kurdbûnê gelek dûrin û zirarê didin çanda Kurdî, tên gûhdarî
dikin. Divê
li Kurdistana Azad de mûzîka Kurdî were pêþxistin û bo hilberîna bi qelîte
hewl were dayîn.Divê eleqeya ser mûzîka Kurdî were zêde kirin.
• Hilberîna xirab di
qada çanda Kurdî de;
Li Kurdistana Azad asta qelîteya hîlberîna bo ziman û çanda
Kurdî gelek paþdamayî ye.Albûmên mûzîka Kurdî piranî studyoyên xirab de tê
amade kirin.Gelek caran texlîta xirab ya Tirkan,Ereban an jî Ewrûpayîyan tê
kirin.Studyo û navendên pêþketî bo mûzîk,sînema an jî wêjeyê nîne.Wekî
mînak hin hunermendên ji baþûrê Kurdistanê diçin albûmên xwe li Stenbolê
çêdikin.Gelê baþûrê Kurdistanê Tirkîye di çavên xwe de zêdemezin dikin.
• Kêþeya elfebeya
Erebî;
Kurdên bakûr,baþûrê-rojhilat 1932’an derbasî elfebeya latinî
bûn.Kurdistana Baþur û Rojhilat ji ber ku dewletên ku wan perçeyên
Kurdistanê dagirkirine elfebeya wan a fermî elfebeya Erebîye,elfebeya
latinî re entegre nebûn.Di dema me de di bakûrê kurdistanê,Baþur-rojavayê
Kurdistanê,Ewrûpa û Rûsya(li gel elfebeya Kirîlî) elefebeya Latinî,li
Kurdistana azad û rojhilatê Kurdistanê de elfebeya Erebî tê
bikaranîn.Kurdistana azad de her çiqas hin televizyon,kovarên Kurdî,hin
malperên înternetê û hin pirtûkên Kurdî ku tên çap kirin de elfebeya Latinî
tê bikaranîn û xebatên bi vî rengî jî zêde dibin jî meseleya elfebe hê jî
kêþeyekî esasî ye.Lê zimanê ku,zimanê 40-45 mîlyon mirovan be elfebeyek
yekgirtî yê vî zimanê nebe.Ev jî malkambaxîya me ya Kurdane.Li gor
zimannasên Kurdî elfebeya erebî bo fonetîka Kurdî ne guncaw e.Her wiha bi
karanîna elfebeya Erebî pêþketin û standart bûyîna zimanê Kurdî asteng
dike.Bo pêkhatina yêkîtîyê dizimanê Kurdî de hewceye ku Kurdistana Azad bi
temamî derbasî elfebeya latinî be.Bo vê yekê jî divê Hikumeta Kurdistanê,Parlemena
Kurdistanê û hemû dezgehên têkîldar dest bi xebatê bikin.Di Konferanseke
mezin û girseyî a zimanê Kurdî ku ji layê Dewleta Federal a Kurdistan û
akademîyên li Kurdistana Azad were çêkirinde biryara derbas bûna elfebeya
latinî were girtin.Divê ev konferans bi tevlîbûna ji her perçeyên
Kurdistanê hemû kes û sazîyên pêwen were li dar xistin.
• Kêþeya Modernîzîmê;
Li Kurdistana azad her çiqas di salên dawî de avadanî
pêþdikeve jî ev pêþketin ser bingehek þaþ tê meþandin.Avahî û tiþtên ku nû
tên çêkirin bi þêweyên kevn tên çêkirin û ferqa tiþte ku derdikevin holê ji
yên berê nînin.Bi taybetî pêþxistina bajarvanîyê bi avayekî profesyonelî
nayê kirin.Cade û kolanên ku ji nû tên avakirin dîsa ser zîhnîyek û dizayna
kevn têne çêkirin.Dîmenek þaristanî di bajêran de ne desthilatdar e.
• Rewþa xirab ya
bajarvanîyê;
Rewþa bajarvanîya li Kurdistana Azad hin pêþneketîye û
þêweyeke mîmarîya Kurdî nehatîya afirandin û projeyên bîyanî wekî ku li gor
Kurdistanê werin sererast kirin têne cêbecekirin.Þîrketên bîyanî bi taybetî
yê Tirkan dibe asteng ku mîmarîya xweser ya Kurdistanê were
afirandin.Hikumeta kurdistanê jî rê li ber vî tiþtî nagre.
• Dejenerasyon û
bêtehemmulîya civakî
Haya
gelek Kurdan tenê dejenerasyon û bêtehemmulîya civakî ya li bakûrê
Kurdistanê heye.Sed mixabin ku heman kêþe li baþûr jî heye.Ev rastî morala
gelek Kurdan xera dike ji ber ku bo gelek Kurdên derveyî welat çûyîna bo
Kurdistana Azad xewnekî xweþe.Lê belê wekî ku em dizanin gelek Kurdên ku
çûna Kurdistana Azad bi dilek þikestî vedigerin.Li Kurdistana Azad jiyana
sosyal pirr zêde pêþneketîye.Her wiha kevneperetîya olî jî pêþketina jiyana
sosyal asteng dike.
• Desthilatîya þîrketên
bîyanî û aborîya ne netewî
Li Kurdistana Azad gelek sektor û qad roj bi roj mezin û
berfirehtir dibin.Lê Hikumeta Kurdistanê beyî ku hin hessasîyetên neteweyî
berçavan bigre destûrê bo þîrketên bîyanî tê dayîn.
Pêþketina milletekê di her waran de hewcedarîya yekemîn û
girîng aborîye. Divê pêþarojê de dewlet destê xwe ji sekora xizmetê
vekiþîne.Lê bi yasayan hîmên neteweyî ser bingeha babetên nûjen werin
parastin.
Divê Kurdên ji perçeyên din jî tevlî pêþketina hanbibin û
sermayeyek neteweyî û yek girtî çêbibe da ku ev hatinî bo pêþketina Kurd û Kurdistan were
bikaranîn.Divê ihracat zêde be û
sistema bazara vekirî ser hîmen netewî were avakirin.Niha petrol bi destê
þîrketên bîyanî tê derxistin.Sektora taybet raste ku divê were pêþxistin.Lê
mijara neft û enerjîyê mijareke cûda û girîng û ji ber vê yekê jî divê
kontrola ser petrol û çavkanîyên sirûþtî di destê hikumeta Kurdistanê de
be.
Hemû wan pirsgirêkan
naye vê wateya ku tu pêþketin li Kurdistana azad nîne.
Yekbûna hikûmetan,mezin bûna aborîyê,xûrtbûna xebatên dîplomatîk,lêzahîha
mezin bûna medyaya Kurdî,li gor berê zêdetir têgihêþtina girîngîya
serxwebûna Kurdistan,xûrt bûna têkîlîyan bi perçeyên din ya
Kurdistanê,sîyaseta neteweyîya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî,potansyela
hilberînê di çanda Kurdî de ji hin pêþketinên girîng ya li Kurdistana azad
in.
Kurd
pîþtî deh salan ne serbixwe be jî û beramberî hemû kêmasî û xeletîyan
dewletek ava dikin,bi dehan weþanênên medya,Hikumeta Kurdistan,Parlemena
Kurdistan,wezaretên Hikumeta Kurdistan,bi dehan sazî,dezgeh,rêxistinên
neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî û fermî) afirandin.Îro beþekî ji xaka
Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne ve diçe.
Lêbelê nabe ku li wan pêþketinan Kurd qîmpêbînin.Bo
Kurdistaneke serbixwe,pêþketî, demokratîk,modern û mayîn de ser hîmên Kurdeyatî divê hemû pirsgirêk demek zûtir de werin
çareser bikin.
|